Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma 7an a mezûnên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê bû.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de pîrozbahî li mezûn, mamoste û malbatên xwendekaran kir.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku mezûnên zanîngeh û peymangehan sermayeya rasteqîn in û ji wan xwest ku bibin serkirde.
Nêçîrvan Barzanî got, “Lê bibin serkirdeyên ku berpirsyariyê hildigirin ser milê xwe, ne ku tenê li pey post û navan bin.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ji bo welêt gelek kar û xebat hatine kirin lê Kurdistaneke bêkêmasî radestî nifşê nû nayê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku tecrube bi hemû aliyên xwe yên baş û nebaş radestî nifşê paşerojê tê kirin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha girîngiya rexneya berpirsyarane anî zimên û got:
“Rexneya berpirsyarane Kurdistanê bi pêş dixe.
Welatê bihêz ew e ku şaşiyên xwe dibîne, gotûbêjê li ser dike, jê fêr dibe, wan sererast dike û ber bi paşerojê ve gavan diavêje.”
'Zanîngeh fêrî lêgerîna li pey rastiyê dike'
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku 122 ciwanên ji Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê mezûn bûne û got ku qedandina zanîngehê ne dawiya fêrbûnê ye, destpêka berpirsyariyeke mezin e.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser peyama zanîngehê wiha axivî:
"Peyama zanîngehê ne tenê ew e ku hûn fêr bibin ka hûn dê çawa bersiva pirsan bidin.
Zanîngeh fêrî we dike ku hûn çawa li pey heqîqetê bigerin û rewşê baştir bikin.
Bila hişê we bixebite, pirsan bikin, bişopînin û bi berpirsyarî ji bo başkirinê rexneyan lê bigirin."
Nêçîrvan Barzanî li ser dilsoziya bi welêt û rêzgirtina ji şehîd û Pêşmergeyan axivî û got:
"Rêzgirtina ji xebata nifşê pêşerojê ne ew e ku hûn wan tenê kopî bikin.
Berpirsyariya we ew e ku hûn wan tiştên ku me nedîtine bibînin, wan çareseriyên ku me nedîtine peyda bikin û wan tiştên ku me ava nekirine ava bikin."
'Hûn ne tenê bikarhêner bin, bibin xwedî berhem'
Nêçîrvan Barzanî behsa teknolojî û hişê çêkirî kir û tekez kir ku cîhan bi lez diguhere û anî ziman:
"Divê em ne tenê bikarhênerên vê bipêşketina teknolojîk bin, divê em bi zanist, lêkolîn û dahênanê beşdar bibin.
Teknolojî û hişê çêkirî bi pêş bixin lê wijdana xwe, biryardana exlaqî û berpirsyariya biryaran teslîmî amûran nekin."
'Sermaye ne di bin erdê de ye, di hişê we de ye'
Serokê Herêma Kurdistanê ji xwendekaran re got ku sermayeya sereke di mêjî û ramanên wan de ye û pê de çû:
"Sermayeya rasteqîn di hişê we de ye, ne di bin erdê de ye.
Serkeftina kesane girîng e lê dema diguhere zanînê, projeyê yan jî çareserkirina pirsgirêkeke civakê, wê demê ew qedirbilindtir dibe."
Nêçîrvan Barzanî li ser xeyalên ciwanan jî got:
"Destkeftên nifşê me nekin sînorê xewn û daxwazên nifşê xwe.
Zanînê hilberînin, karên nû saz bikin, jîngehê biparêzin û pêbendî dema xwe bin."
Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de pîrozbahî li tevahiya mezûnan kir û ji ber vîzyona wî ya di damezirandina vê zanîngehê de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.



