Dêrsim - Zordariya li Elewiyên Sûriyeyê hat protestokirin

Duh li 05:33
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Elewî Protesto
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê zordariya li ser Elewî û kêmaneyên li Sûriyeyê hat protestokirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê îro ji bo protestokirina tundûtijî û zordariya li ser Elewiyên li Sûriyeyê meşek saz kir û xwepêşander ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.

Li ser navê platformê Serokê Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Pîr Sultan Abdal Ekber Kaya daxûyanî da û amaje bi komkujiyên Mereş, Sêwaz, Dêrsim û Çorumê hat dayîn.

“Li beramberî nasname û baweriyên cûda zordariyê dikin"

Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdalê Ekber Kaya wiha axivî:

"Li Sûriyeyê grûpên tundrew ku desthilat bi dest xistine û Tirkiye jî piştgiriya wan dike, li beramberî nasname û baweriyên cûda zordariyê dikin.

Elewî, Kurd, Kristiyan, Durzî û yên li gorî şerîetê tev nagerin rûbirûyî zilmeke sîstematîk û tundûtijiyeke giran û mirinê dibin.

Ev kes ne ji bo ku tawaneke wan heye lê tenê ji ber nasnameya xwe û baweriya xwe tên armanckirin.

Kuştinên bi vî awayî berê li Dêrsim, Mereş, Çorum û Sêwazê çêbûn. Di wê demê de jî xelk ne ji ber çalakiyên xwe lê tenê ji ber bawerî û nasnameya xwe hatin qetilkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst