Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo merasîma sondxwarinê ya Donald Trump hat vexwendin.
Piştî serkefina Donald Trump a di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de behsa wê yekê hat kirin ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî dê biçe Amerîkayê û bi Donald Trump re bicive.
Rayedarên HSD û Partiya Yekîtiya Demokaratîk (PYD) ji bo merasîma sondxwarina Trump a 20ê Kanûna Paşîn a 2025an a li Washingtonê hatin vexwendin.
Li gorî nûçeya nûnerê TELE 1ê ya Washingtonê Yilmaz Polat, ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê daxwaza vîzeya bilez a Amerîkayê hatiye kirin.
Pêştir Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê jî li ser mijarê ji malpera El Monitorê re axivîbû û dabû zanîn, dibe ku ew û Mezlûm Ebdî bi hev re biçin Amerîkayê û bi kabîneya nû ya Donald Trump re bicivin.
Trump di dema serokatiya xwe ya ewil de jî bi Mezlûm Ebdî re bi telefonê axivîbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse