XARPÊT – Salane 80 hezar ton tirî tê berhemanîn: Dibe şerab jî

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirî Xarpêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê berhevkirina tiriyan berdewam e.

Tiriyê ku li van baxan tê berhemanîn ji bo bajêr dahateke sereke ye.

Gelek corên cuda yên tirî ji wir ji bo bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê şandin.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê ya Xarpêtê Alî Kiliç anî ziman:

“Li bajarê Xarpêtê li hinek herêman wekî li navendê, Qirac, Hoş û Sedefteyê berhemhênerên tirî zêde ne.

Li van herêman em li ser zerer, nexweşî û berhemanîna tirî zanyariyan didin berhemhêneran. Ev jî berhemanîna me ya tirî zêde dike.”

Tiriyê ku li Xarpêtê tê berhemanîn ji bilî xwarin û hişkkirinê ji bo çêkirina şerabê jî tê bikaranîn.

Dahata wê nêzîkî 30 milyon dolarî ye

Xwediyê rezekî Bekir Tekel jî got:

“Piştî ku tiriyê spî yê ser sifreyan diqede, em tiriyê Bogazkere yê şerabê ku markaya Xarpêtê ye difiroşin kargehên şerabê.”

Li gorî amarên fermî, Xarpêt li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêjaya berhemanîna tirî de di rêza 10emîn de ye.

Li Xarpêtê li ser 110 hezar donim erd salane 80 hezar ton tirî tê berhemanîn û ji firotina wê 833 mîlyon lîre dahat tê bidestxistin ku dike nêzîkî 30 milyon dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst