ROJAVA - Şervan û komandoyan perwerdeya xwe xelas kir

02-09-2024
Şervan tên perwerdekirin / Wêne: HSD
Şervan tên perwerdekirin / Wêne: HSD
Nîşan Rojava Şervan Komando Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê 208 şervan û 108 komandoyan perwerdeya xwe qedand.

Li Rojavayê Kurdistanê dewreyên perwerdeya şervanan berdewam dikin ku ji aliyê Hêzên Xweparastinê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tên dayîn.

Herî dawiyê 208 şervan ji aliyê Hêzên Xweparastinê ve û 108 Komando jî ji aliyê HSDyê ve hatin perwerdekirin û wan dewreya xwe bi awayekî serkeftî temam kir.

“Divê dilsozên xwîna şehîdan bin”

Fermandarê Dewreya Derçûnê di merasîmê de got:

“Hevalan di vê dewreyê de we waneyên siyasî, hizrî, îdeolojîk û leşkerî wergirtin.

Divê ji bo parastina welat di meydanên şer û mêrxasiyê de piştîvanên hevalên xwe bin û dilsozên xwîna şehîdan bin.”

“Divê hûn bi soz û peyman vî welatî biparêzin”

108 şervanên komando 4 mehan li ser awa û şêwazên dijwar ên şer, xweparastin û midaxeleya bilez hatin perwerdekirin

Fermandarê Dewreya Derçûnê şervan û komandoyên derçûyî pîroz kirin û li pey çû:

“Destpêkê em pîrozbahiyê li we û hevalên we dikin ku li eniyên şer dimînin.

Divê hûn hêzên operasyonên taybet hevgirtî bin da ku hûn li dijî dijmin bi ser bikevin.

Divê hûn hemû pêkhateyên herêmê biparêzin, dijmin bişikînin û sînorên xwe biparêzin.

Divê hûn bi soz û peyman vî welatî biparêzin û dilsozê vî welatî bin.”

HSD dewreyên perwerdekirina şervanan didomîne û li gorî amarên Hêzên Xweparastinê, îsal heta niha zêdeyî hezar şervanî perwerdeya xwe temam kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst