Nêçîrvan Barzanî: PKK li pişt şewitandina bazarên Hewlêr û Kerkûkê ye

02-07-2024
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî/Wêne: Rûdaw
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî YNK PKK Şewitandina Bazaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ti belge nînin ku YNK wekî partî li pişt şewitandina bazarên Herêma Kurdistanê be.

Civînên dualî yên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Viyanaya paytexta Awisturyayê berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen re civiya.

Piştî civînê Nêçîrvan Barzanî bersiva da pirsên rojnamegeran.

“Awisturya dixwaze pêwendiyên xwe bi Hewlêr û Bexdayê re bihêztir bike”

Nêçîrvan Barzanî behsa armanca ziyareta xwe ya Viyanayê kir û wiha got:

"Dema cara dawî Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê hat Herêma Kurdistanê û Îraqê, em dawetî Awisturyayê kirin.

Em li ser wê dawetê hatin û îro cîvînên me ya dûr û dirêj hebûn. Me hevdîtineke gelek baş bi Wezîrê Karên Derve û Serokomarê Awisturyayê re kir.

Bi giştî bihêzkirina pêwendiyan bi Îraqê û Herêma Kurdistanê bi aliyan re hat gotûbêjkirin.

Em wisa dibînin ku Awisturya dixwaze pêwendiyên xwe bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.

Awisturyayê Balyozxaneya xwe li Bexdayê vekiriye. Me xwest konsolxaneya xwe li Hewlêrê jî veke.  

Balyozê Îraqê yê Vîyanayê li ser vê babetê kar dike. Ji bo wê pêşwaziyê em spasiya Serokkomarê Awisturyayê dikin."

“Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di asteke başde ne”

Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî wiha got:

Ez di wê baweriyê de me, aniha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê di asteke baş da ne.

Ez nikarim bêjim me hemû pirsgirêk çareser kirine. Em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin.

Hem min bi ziyaretên xwe û hem jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeyên din ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo Bexdayê di çarçoveyê çareserkirina pirsgirêkan de bûn.

Ya ku ez dibînim Bexda jî bi wî awayî danûstandinê bi Herêma Kurdistanê re dike û ez wisa dibînim ku Bexda jî ji bo pirsgirêk bên çareserkirin cidî ye.

Ez wisa nabînim ku pirsgirêk di nava rojekê de werin çareserkirin lê pêngavên me her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan in.

Wekî Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan çi ji destê me were em dê bikin.

Wekî netîce em li wê cografyayê dijîn û Bexda paytexta me ye jî bi taybetî divê wan pirsgirêk pêwendiya wan bi jiyana xelkê re hene em çareser bikin."

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî doh gotibû, “Li ser şewatên li Îraq û Herêma Kurdistanê çend kes hatine desteserkirin ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye.”

“Wekî partiyeke siyasî ti pêwendiya YNKyê bi wan agiran re nîne”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa şewatan jî wiha got:

"We bi xwe dît. Ew kesên hatine desteserkirin bi operasyoneke hevbeş a Wezarata Karên Navxwe ya Îraqê û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hatin desteserkirin, hevkarî û hemahengiyeke wan a gelekî baş li ser vê babetê hebû.

Mesele yekalî nîne ku dezgehên Herêma Kurdistanê ew kes desteser kirine.

Ev yek piştî operasyona hêzên hevbeş ên Herêma Kurdistanê û Îraqê hatiye kirin.

"PKK li pişt van bûyeran e"

"Eşkere ye PKK li pişt van bûyeran bûye. Piştî lêkolînan hem ew agirên li bazarên Hewlêrê derketine û hem jî ew agirê li bazarên Kerkûkê derketine, PKK li dû van agiran bûye.

Li ser pêwendiya bi YNKyê re, wekî partî ti pêwendiyeke YNKyê bi wan agiran re nîne.

Belkî hinek kes hebin endamên YNKyê bin yan jî berê endamên wê bin û destên wan di wan agiran de hebe lê belê wekî hêza siyasî ti pêwendiya YNKyê bi wan agiran re nîne."

Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Awisturyayê re wiha got:

“Ez kêfxweş im ku îro min li Viyanayê bi Serokkomarê Awisturyayê Van Der Ballen re hevdîtin kir.

Me bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Awisturyayî de û me tekezî li ser bihêzkirina hevkariyan kir.

Ji ber piştevaniya berdewam a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê min spasiya Awisturyayê kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst