Mîrê Êzidiyan li ser bûyera 'şewitandina Quranê' daxuyanî da

02-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Kurdên Êzidî Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg Şewitandina Quranê Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê û Serokê Civata Rûhanî ya Êzdiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg bûyera şewitandina Quranê ji aliyê kesekî bi eslê xwe Iraqî ve li Swêdê şermezar kir û ev yek weke “heqaret” li hestên misilmanan bi nav kir. Mîrê Êzidiyan got: “Ev kiryara xirab ti pêwendiya wê bi olê re nîne, nêrîna ti ol û baweriyekê nîşan nade.”

Roja 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ew bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.

Di berdewamiya bertekên li ser wê bûyerê, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê jî bertek nîşan da û ew bûyer şermezar kir.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Em wê kiryara neberpirsiyarî ya welatiyê Iraqî yê bi navê Selwan Momîka yê li Swêdê dijî û Qurana Pîroz şewitandiye, şermezar dikin. Ev kiryara xirab ti pêwendiya wê bi olê re nîne, nêrîna ti ol û baweriyekê nîşan nade.”

Mîrê Êzidiyan dibêje: “Şewitandina Qurana Pîroz bi giştî hestên zêdeyî du milyar mirovan êşand; Ev jî binpêkirina azadiya wan e û di heman demê de bû sedema derketina alozî û pirsgirêkan û teşwîqkirina kîn û nefretê di nav gel de.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê tekez dike: “Em hemû axaftinên nefretê û yên ku azadiya ol û baweriyan hedef digirin red dikin û em kiryarên ku pêkvejiyana aştiyane û biratiyê binpê dikin û nirxên hevgirtina civakî binpê dikin şermezar dikin.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg bang li hemû bîrmend, rêberên olî û oldaran kir ku aram bin û Iraq û Herêma Kurdistanê ji her karekî dûr bigrin ku Xwedê nexwestî bibe sedema encamên neçaverêkirî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst