Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê dara berûyê ya 800 salî ji ber agir zirar dît.
Li gundê Vartaxê yê navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, agir bi dareke berûyê ya dîrokî ket û zirar gihand darê.
Li gorî nûçeya DHAyê, zarokan ji bo xwe germ bikin agir vêxistibû û agir gihîşt dara berûyê ya 800 salî.
Piştî ku mudaxaleyên welatiyan têr nekir, li ser agahdarkirinê tîmên agirkuj çûn cihê bûyerê.
Bi midaxaleya tîman agir hat kontrolkirin û vemirandin.
Dîmenên agir bi kameraya telefonê hatin tomarkirin û hat dîtin ku zerereke mezin gihîştiye darê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse