Berxwedana Îslamî: Me li Hewlêrê êrişî hêzên Amerîkayê kir

02-01-2024
Nîşan Hewlêr Êriş Berxwedana Îslamî ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan îro li Hewlêrê êrişî hêzên Amerîkayê yên li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê kiriye.

Grûpa Şîe ya ku nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dike herwiha da zanîn ku ew dê êrişên xwe bidomînin.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê di peyama xwe ya Telegramê de destnîşan kir ku ew van êrişan “ji bo dagirkeriya li Xezeyê” dikin û pê de çû:

“Mucahidên Berxedana Îslamî bi dronan êrişî hêzên dagirker ên li Hewlêr û bakurê Îraqê kir.

Berxwedana Îslamî dê bi berdwamî li baregehan dagirkeran bixe.”

"Dron hat têkşikandin û ket xwarê"

Li aliyê din, Dijeterora Kurdistanê li ser êrişa bi dronê daxuyaniyek belav kir.

Dijererora Kurdistanê got, “Droneke bombebarkirî bû. Milîsên neqanûnî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li nêzikî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kir armanc. Dron hat têkşikandin û ket xwarê.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2022yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 100 carî êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan dixe stûyê xwe.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), li Îraq û Sûriyeyê di navbera 17.10.2023 û 09.12.2023yan de 78 caran bi dron û mûşekan êrişî hêzên wan hatiye kirin.

37 ji van êrişan li Sûriyeyê û 41 ji wan jî li Îraqê pêk hatine û di van êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst