3 şervanên YPJ û YPGyê li Til Rifetê dîl hatin girtin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan YPJ YPG Til Rifet Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên êrişkar li navçeya Til Rifetê 2 şervanên YPJyê û şervanekî YPGyê dîl girtin.

Li gorî zanyarî û dîmenên ku çekdarên êrişkar belav kirine, çekdarên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya ser bi Tirkiyeyê ve 2 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), û şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl girtine.

Di dîmenên hatine  belav kirine de diyar dibe ew çekdar miameleyeke tund li gel şervanên YPJ û YPGyê dikin.

Heta niha YPG û YPJyê derbarê vê yekê ti zanyariyên fermî belav nekiriye.

Divê were gotin ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li dijî korîdora di navbera Til Rifetê û Rojavayê Kurdistanê de dest bi “Operasyona Şefeqa Azadiyê” kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst