AMED - Polîsan milê parêzerekî Baroya Amedê şikand

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Polîs Parêzer Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku polîsên Tirkiyeyê li parêzerekî endamê baroya wan dane û milê wî şikandine.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Baroyê ragihand ku polîsên îro li ser Cadeya Gaziyê ya navçeya Sûrê ya Amedê li parêzerekî endamê baroya wan daye û di encama lêdana polîsan de milê wî parêzerî şikestiye.

Baroya Amedê êrişa polîsan a li dijî endamê xwe şeremezar kiriye û got:

“Şkence û tevgera xirab bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ti rewşeke îstîsna şkenceyê mafdar û rewa nake.

Em wekî Baroya Amedê daxwaz dikin ku ew kesên ev şkenceya kêfî û êrişa ji derveyî hiqûqê li hevkarê me kiriye bên destnîşankirin û ji kar bên dûrxistin.

Em tekez dikin ku em dê şopdarên proseyê bin.”

Baroya Amedê navê parêzerê ku rûbirûyî şkence û lêdana polîsên Tirkiyeyê bûye û sedemên bûyerê eşkere nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst