Li Mûsilê teqîn: 4 zarok mirin

2 demjimêr berê
Nîşan Mûsil Teqîn Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî qezaya Beacê ya Mûsilê bombeyeke paşmayê DAIŞê bi malbatekê de teqiya, 4 zarok mirin.

Serokê Lijneya Asayîşê ya Mûsilê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn:

“Îro nîvro li gundekî Beacê bombeyek bi malbatekê de teqiya ku paşmayê DAIŞê ye.

Li gorî agahiyên destpêkê 4 kes ji wê malbatê mirine.”

“Em nizanin sax in an mirî”

Nexweşxaneya Beacê jî li ser teqînê ev agahî dan Rûdawê:

“Malbat ji 12 kesan pêk tê. 4 zarokên wan mirine.

Zarokêk jî bi birîndarî gihiştiye naxweşxaneyê û birînên wî xedar in.

Yên mayî jî di bin kavilên xanî de ne. Em nizanin sax in an mirî.”

Nûçegihana Rûdawê Edla Bekirê jî diyar kir ku hejmara miriyan hîn ne zalal e û birînên 2 kesan giran in.

Edla Bekirê her wiha amaje pê kir ku li wê herêmê gelek teqemeniyên DAIŞê mane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst