Li Dêrsimê ciwanek hat desteserkirin: Gule hatin reşandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pulur Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulurê ya parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên taybet ên Tirkiyeyê bi ser çayxaneyekê de girt û ciwanek desteser kir.

 Xelkê navçeyê nerazîbûn nîşan da.

Li gorî medyaya xwecihî, polîsên tîmên taybet ên Tirkyeyê li navçeya Pulurê bi ser çayxaneyekê de girt.

Polîsan niştecihê bi navê E.K di serdegirtina çayxaneyê de bi lêdanê desteser kir û nav çayxaneyê têk da.

Xelkê derdorê li ser vê yekê nerazîbûn nîşan da.

Li ser vê yekê polîsan berê çekan dan xelkê û bi quntaxa çekan li xelkê xist.

Her wiha polîsan ji bo belavkirina xelkê gule li derdorê reşandin.

Piştî dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî hatin belavkirin, rêveberên partiyên siyasî û civaka sivîl li Dêrsimê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo lêkolîna bûyerê şandeyek dê biçe Pulurê.

Di nav şandeyê de Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu, Serokê Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê Gurbuz Solmaz û hinek rêveberên DEM Partiyê cih digirin.

Di rojên pêşiya me de jî dê Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen û şandeyeke baroyê biçin Pulurê.

Derbarê bûyerê de Qaymeqamiya Pulurê jî daxuyaniyek da û ragihand:

“Li navçeya Pulurê E.K. ji ber di parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî de heqaret li hêzên ewlehiyê kiriye û gef li wan xwariye hatiye desteserkirin.”

Qaymeqamiyê her wiha îdia kir ku E.K. bi tawana “heqareta li miletê Tirk, Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê kiriyê” hatiye destesekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst