Li Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran 3 sal û 6 meh ceza hat birrîn

01-08-2022
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Xelîl Baran Ceza PAKURD Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Xelîl Baran ji aliyê 7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê ve bi îdiaya “Sivikatiya li miletê Tirk, Komara Tirkiyê, sazî û organê dewletê” bi 3 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Xelîl Baran ji aliyê 7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê ve ji ber nêzikî 30 nivîs û tweetên wî li gor madeya 301 a Cezayên Qanûnê ya Tirkiyê bi îdiaya “Sivikatiya li miletê Tirk, Komara Tirkiyê, sazî û organê dewletê” bi 3 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran di derbarê biryara dadgehê de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku ji ber nivîs û tweetên wî ew ceza lê hatiye birrîn.

Baran got “Ev biryara madeya 301ê ye ku tê de tê gotin` heqaret li dewleta Tirk hatiye kirin`. Madeya 301 madeya ku Hirant Dînk pê hate darizandin û hate kuştin e. Bi vê madeya 301, 7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê bi tohmeta `heqareta li dewlata Tirk 3 sal û 6 meh ceza dane min. Piştî wê ceza daxistine 2 sal û 7 mehan. Dadgehê di meha 12an a 2021an de ev biryar daye, lê ji ber ku teblix ji min re nehatiye kirin, ew ceza jî pesend kirine.”

Serokê PAKURDê da zanîn ku ew ji biryara dadgehê nû agahdar bûne û wiha berdewam kir “Em nû pê hisiyan û me li dijî biryarê îtîraz kir lê bersivê nadin. Problema din, Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê derbarê min de ji ber îşkenceya li min hatiye kirin biryara binpêkirinê dabû. Lazim e ew dozger wê dozê ji nû ve bibîne lê wê nake tîne di vê mijarê de dozek vedike û piştre jî bêyî agahiya min, beyî agahiya parêzerê min, bêyî teblîxkirin û bê usûl dadgeh dikin û cezayek dide min û wê cezayê jî pesend dikin.”

Herwiha Baran derbarê sedema vekirina dozê de jî wiha dibêje “Sedema vekirina dozê nêzikî 30 nivîs û tweetên min in ku îdia dikin ku min heqaretê li Tirkbûnê û dewleta Tirkan kiriye.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst