Rêveberiya Xweser rêyên Reqayê qîr dike

01-07-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser Şaredariya Gel a Reqayê Qîrkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Reqayê bi alîkariya Rêveberiya Xweser dest bi nûjenkirin û qîrkirina cadeyên nav bajêr kiriye.

Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Xweser cade û taxên nav bajêr nûjen û qîr dike.

“Me dest bi nûjenkirinê kiriye”

Şêwirmendê Projeya Qîrkirina Rêyan EbdulHemîd el-Ilês li ser xebatên li Reqayê got:

"Me îro dest bi nûjenkirina Cadeya Taxa Hessûn kiriye, ji Mizgefta Umer Bin Xetab a li rojava dest pê dike heta digihe Cadeya Mensûr a li rojhilat.

Piştî xweşkirin û rastkirina cadeyê, dê madeya zîroyê bê rijandin û bê şosekirin da ku dawiyê bê qîrkirin.”

EbdulHemîd el-Ilês diyar kir ku tîmên şaredariyê cade, rê û kolanên nav bajêr jî paqij dikin.

Divê were gotin ku berê taxên li rojhilatê Reqayê hatibûn paqijkirin û nûjenkirin.

EbdulHemîd el-Ilês diyar kir ku xebatên qîrkirinê berdewam dikin û got:

"Tîmên me vê sibehê dest bi qîrkirina rêyan kiriye, ji dibistana Ednan Malikî dest pê dike û piştre hemû rêyên derdorê dide ber xwe.

Di heman demê de tîmên me cadeya ku ji Kornîşa Sûrê dest pê dike û digihe Cadeya Umer Bin Xetab û Bazara Halê qîr dikin.

Piştre dê dest bi nûjenkirina rêyên ku diçin Girê Spî, Wadî û bazarê bikin."

Li gor plana Şaredariya Gel a Reqayê dê 38 cadeyên sereke û kolan bên nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst