Abdullah Zeydan: Zimanê me rûmata me ye

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Abdullah Zeydan Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Dihok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ragihand, “Ziman rûmete neteweyan e û yê me jî zimanê me rûmeta me ye.”

Şaxa Dihokê ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê bi komeke rojnamger û rewşenbîr û endamên sendîkayê re ji bo pêşxistina pêwendiyan çû parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd jî di nava şandeyê de ye.

Şandeya rojnameger û rewşenbîran a Dihokê bi Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan re civiya.

Abdullah Zeydan ji Rûdawê re behsa xebatên şaredariyê yên zimanê Kurdî kir û eşkere kir ku di pilana wan de heye xebatên xwe yên ji bo zimanê Kurdî bihêztir û berfirehtir bikin.

Zeydan da zanîn ku di dema danîna qeyûman de, temamê saziyên wan ên ku kar li ser Kurdî dikirin, hatibûn girtin lê ew dê wan saziyan dîsa vekin.

“Em dê kurs û kreşên Kurdî vekin”

Zeydan behsa girîngiya zimanê Kurdî kir û got:

“Me dest bi xebatên perwerdeya Kurdî kiriye. Ji bo ciwanê Kurd zimanê xwe fêr bibin û pêş bixin em dê kursan vekin.

Em dê krêşan jî ji bo zarokan vekin. Mamostayên me yên zimanê Kurdî dê kar bikin.

Em dê li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman ji bo hemû neteweyan ji bo hemû miletan rûmet e.

Ji bo me Kurdan jî zimanê me rûmeta me ye.

Em dê heta dawiyê li ser ziman xebatên xwe bidomînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst