DIHOK - Agir bi bazarê ket

01-04-2024
Nîşan Dihok Şewat Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya niha bi demekê agir bi Bazar Çelê ya li navenda Dihokê ket.

Di dîmenên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine de xuya dike ku agirekî mezin bi bazarê ketiye û heta niha jî nehatiye kontrolkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî da zanîn ku 20 tîm hewl didin agir vemirînin lê heta niha jî şewat berdewam dike.

Heyder Doskî ragihand ku agir girtiye hinek dikanan lê hejmara wan hîn ne diyar e.

Li hêla din, sivîlên ku çûne cihê şewatê jî hewl didin ku bi tîmên agirvemirinadinê re midaxeleyî şewatê bikin.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ragihand ku 24 tîmên agirvemirinadinê çûne cihê bûyerê lê ji ber ku agir mezin bûye ji hewa jî hewla vemirandina agir hatiye dayîn.

Birêveberê Parastina Sivîlan a Dihokê Hesen Xurşîd da zanîn ku ji bo kontrolkirina agir 360 personelên agirvemirinadinê û parastina sivîlan xebitîne.

Xurşîd anî ziman ku mezinahiya zerer û ziyanan nayê zanîn lê heta niha ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Li aliyê din Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Dihokê Bawer Ebdulezîz ragihand ku agir hatiye kontrolkirin.

Ebdulezîz da zanîn ku 300 dikan şewitîne û zêdetirî 100 dikanan jî xesar dîtine.

Bawer Ebdulezîz wiha pê de çû, “ Şikir ji Xwedê re, agir hate kontrolkirin lê mixabin ziyaneke mezin çêbû.

Ji bo lêkolîna sedemên şewatê û ziyanan dê komîteyek were avakirin.”

Ebdulezîz ragihand ku tîmên tenduristiyê 11 kesên ku ji ber dûmanê bi jehrê ketine birine nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyên Bêwar Ebdulezîz, tîmên Rêveberiya Ava Dihokê, Rêveberiya Trafîkê ya Dihokê û tîmên firokevaniyê yên Rêveberiya Jîngehparêziyê beşdarî xebatên vemirandina agir bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst