James Jeffrey: Têkiliya Tirkiyê bi Kurdan re aloz e

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê Navenda Lêkolînan a Rûdawê James F. Jeffrey
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatê Amerîkî û nûnerê berê yê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de James F. Jeffrey di panela "Sedsaliya Tirkiyê: 100 Sal Piştî Împeratoriya Osmanî" de got, “Têkiliya Tirkiyê bi Kurdan re aloz e; ji bo Tirkiye û Kurdan jî sempatiya me heye.”

Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” berdewam e. Panela "Sedsaliya Tirkiyê: 100 Sal Piştî Împeratoriya Osmanî" bi beşdariya James F. Jeffrey dîplomatê Amerîkî û nûnerê berê yê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û bi moderator  Mamosteyê li Beşa Peywendiyên Navdewletî li Zanîngeha Kurdistan Hewlêrê Mihemed Şerîf hat sazkirin.

James F. Jeffrey diyar kir ku Tirkiye tûşî çend pirsgirêkan bûye û got, “Tirkiye bi pirsgirêkan û heta radeyekê ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Du yên herî mezin jî ev in; Îran ku dixwaze bibe hegemon û Rûsya ku dixwaze bibe hegemona cîhanî. Em dibînin ku carê li Lîbyayê ye, pirsgirêkên wê bi Yunanistanê re jî hene. Tirkiye wekî welatek, wekî çandek li gorî sedsala 19an difikire û tirsa wê ne ew e ku çend leşkerên Yûnanistan li giravekê hebin.”

Jeffrey amaje bi wê yekê da Tirkiye ne tenê xwediyê duyemîn hêza leşkerî ya NATOyê ye, di heman demê de dizane wê çawa bi kar bîne û got “Tirkiye di derdoreke dijwar de dijî.”

Jeffrey bal kişand li ser peywendiyên Tirkiyê yên ligel Ukrayna û Rûsyayê û got: “Tirkiye hevkar û hevbeşê me ye, lê ji aliyekî ve alîkariya Ukraynayê dike û ji aliyê din ve jî bi Rûsyayê re bazirganiyê dike. Tirkiye li hember Rûsyayê gelekî bi tolerans bû.”

Li ser peywendiyên Tirkiyê yên bi welatên Yekîtiya Ewropayê re jî James F. Jeffrey got, “Tirkiye peywendiyeke tund bi welatên Yekîtiya Ewropayê re heye û rêjeya aborî ya Ewropa û Tirkiye mezin e. Tirkiye bi giranî xwe ji Rojhilat zêdetir nêzî Ewropayê dibîne.

“Guman di wê yekê nîne ku me gelek caran guhdar kiriye ku Yekîtiya Ewropayê nikare Tirkiyê weke endam werbigre, yek ji sedeman ew e ku wisa hizir dikin Tirkye gelek hejar e, lê niha ne hejar e.  Hizra vê yekê ku dê penaber ji Tirkiyê ve biçin Ewropa, tişteke şaş e. 

Herwiha dive gengeşe li ser vê yekê hebe ku welateke mezin ê Musilman dixwaze bibe endam di Yekîtya Ewropayê de, lê ya ji hemûyan giringtir ev e ku Yekîtiya Ewropayê şer û aloziyan naxwaze. Niha di mijara Ukrayna de di serederîkirina li gel çareseriya leşkerî de pirsgirêk hene. Weke take welat dikarin wî karî bikin û niha di çarçoveya NATO de kar li ser vê yekê dikin,  lê weke sazî, Yekîtiya Ewropayê, saziyeke piştî şer e, Tirkiye jî weke em dizanin çend aliyan de pirsgirêkên vê hene,  çend salan berî niha dewleta Îslamî hebû ku beşek ji axa Iraq û Sûriyê di destê wê de bû, ted Rûsya heye, Îran heye  ev min mijarên aloz in ku Yekîtiyta Ewropayê naxwaze careke din xwe bi wan ve mijûl bike.  Lê ez bawerim van mijaran bandor li ser Tirkiyê hebûye, ne tenê bador li peywendiyên wê yên li gel Yekîtiya Ewropayê kiriye, lê bandor li peywendiyên wê yên li gel Amerîka jî kiriye.  ji ber ku em piştevaeke wan ê mezin bûn ku bibin endamên Yekîtiya Ewropayê.”

James F. Jeffrey derbarê şerê PKKê û Tirkiyê de got, “Me rê da ku Tirkiye tundtir rûbirûyê PKKê bibe. Tirkiye hewl dide aramiya xwe biparêze.’’

Dîplamatê Amerîkî her wiha destnîşan kir ku piştî Şerê Sar heger welatî wî pişta Tirkiyê negirta dê bi tenê bima û got: “Tirkiye dizane ku em li pişt darbeyê nebûn, belkî Fethullah Gulen an jî Gulenî li pişt wê bûn. Lê em nikarin Gulen radestî Tirkiyê bikin ji ber ku astengiyên qanûnî hene.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Jeffrey got jî: “Em dê xwe wekî ehmeq nîşan bidin ku em hewl bidin Tirkiyê ceza bikin an jî tehdîd bikin, ji ber ku wê demê ew dê bibêjin baş e, emê van pirsgirêkan çareser bikin, lê dê berdewam bin li ser karê xwe.”

Jeffrey eşkere kir ku wan ji bo Tirkiye û Kurdan sempatiya û got: “Têkiliya Tirkiyê bi Kurdan re aloz e. Kurd li Tirkiyê parçe bûne û Erdogan ji %30 heta %35 dengên wan [Kurd] bi dest xistiye piştî partiyên Kurdî.”

Li ser hebûna Amerîka ya li Rojhilata Navîn James F. Jeffrey wiha got: “Min bi kêfxweşî dît ku helîkopterên Amerîkayê li Hewlêrê difirin. Em hîn li Hewlêrê ne, li Bexdayê ne, Sûriyê ne.”

Bi gotina Jeffrey Tirkiyê xeletî kir ku li Misirê piştevaniya Mihemed Mûrsî kir û got, “Tirkiye carinan wisa diyar dike ku mala wan Rojhilata Navîn e, carinan Asyaya Dûr e weke nîştiman.”

Di dawiya panelê de James F. Jeffrey diyar kir ku Fethullah Gulen penaber e li Amerîkayê, bi awayî reftar bi wî re tê kirin û anî ziman, “Enqere nîgeran e ku Amerîkayê bi tundî darbe şermezar nekiriye, lê Tirkiye dizane ku em ne li pişt darbeyê bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst