Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê merasîma îmzekirina peymana "Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê" ya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) de bi amadebûna serokên her du partiyan hat lidarxistin.
Peyman demjimêr 17:20an hat îmzekirin û pişt re Serokê Newey Niwê Şasiwar Ebdulwehîd û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî gotar pêşkêş kirin.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Erkan Elî ku berî îmzekirin û ragihandina peymanê xalên wê bi dest xistibûn diyar kir ku xalên peymanê wekî naveroka peymana di navbera YNK û Tevgera Goranê de ne ku 17ê Gulana 2016an hatibû îmzekirin.
Şasiwar Ebdulwehîd: Ev peyman ne li dijî kesî ye
Serokê Tevgera Newey Niwê Şasiwar Ebdulwehîd di gotara xwe de ragihand:
"Peymana me ya li gel YNKyê ne li dijî aliyekî ye û armanca wê ya sereke tenê xizmetkirina xelkê ye.
Ev dema niha hewceyî bi wêrekiya biryardanê heye û divê hemû alî li ser vê rewşê xwedî helwest bin.
Eger em berjewendiya xelkê bixin pêş, wê demê hemû alî dê serkeftî bin.
Niha dema bicihanîna wan sozên ku dane welatiyan e."
'Ocalan û Mandela jî di girtîgehê de dan û standin kir'
Şasiwar Ebdulwehîd li ser hinek rexneyan jî got:
"Ez dixwazim bersiva wan kesên ku dibêjin 'ev peymana girtîgehê ye' bidim.
Berî ku em werin hundir min ji Kek Bafil re got, xwezî me berî salekê li hev kiriba, wî jî got, bi Xwedê te kir lê me nekir.
Eger di girtîgehê de jî hatibe kirin, va ye Ocalan di girtîgehê de dan û standinê bi hikûmeta Tirkiyeyê re dike.
Mandela jî di girtîgehê de... Beşeke zêde ya serkirdeyên cîhanê jî di girtîgehê de dan û standin kirine."
Şasiwar Ebdulwehîd piştî merasîmê pirsa Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî ya li ser îhtimala yekbûna her du partiyan bersivand û got:
"Peyman ne ji bo yekbûnê ye, ji bo hikûmet û stratejiya paşeroja Herêma Kurdistanê ye."
Bafil Talebanî: Dilê me pak e
Piştî gotara Şasiwar Ebdulwehîd, Bafil Talebanî çû ser dikê got:
"Gelo tiştek ma ku ez li ser biaxivim?
Ez li futbolê jî nanêrim ku em li ser biaxivin."
Serokê YNKyê li kesên ku gotara wî nivîsîbûn nihêrî û bi henekî anî ziman:
"Niha serê xwe dixwirînin (wekî îşaretekê ku gotarê wekî xwe naxwîne).
Hevalno bi Xwedê tu dibêjî qey heman kesî nivîsiye.
Divê ez ji ber xwe ve biaxivim yan jî gotinên Kek Şasiwar ducare bikim."
Şasiwar Ebdulwehîd ji nav salonê ji Bafil Talebanî re got, "dilê me pak e", Bafil Talebanî jî bersiv da û da zanîn, "Ji sedî sed, dilê me pak e."
Bafil Talebanî di dawiyê de destnîşan kir:
"Em pêbendî sozên xwe yên li beramberî xelkê Kurdistanê ne û îro ji bo Kurdistanê rojeke dîrokî ye.
Ji îro û pê ve bila xelkê Kurdistanê li benda siyaseteke nû bin.
Ji îro û pê ve li Kurdistan û Îraqê em hêza hejmar yek in."



