Hewlêr (Rûdaw) – Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê piştî ku pûlên derketina derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin bihakirin, hatina rêwiyan a Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Xwediyên otobusên veguhastina rêwiyan bi gilî û gazin in.
Otobus her roj geştyar û bazirganên rojane yên sînorî vediguhêzin Herêma Kurdistanê.
Şofêr li bendê ne ku otobus tijî bibin û bi rê bikevin lê bi gotina berpirsên fîrmayên otobusan van demên dawî hejmara rêwiyan kêm bûye.
Sedema sereke jî bihabûna pûlan e.
Berpirsê şirketeke otobusan Ferhat Kaplan got:
“Pûl biha bûne û rêwî jî kêm bûne.
Destpêkê pûlek bi 150 lîreyan bû lê piştre bû 500 lîre û herî dawî jî 710 lîre.
Wekî mînak berê xelkê Nisêbînê dihat û me ew dianîn lê niha ji ber bihabûnê nayên.
Niha tenê welatiyên Îraqê tên.
Em wan bar dikin û 100 lîreyan ji wan distînin.
Dema em pê li axa Kurdistanê dikin li wê derê jî 110 dolarî didin.”
Ne tenê fîrmayên otobusan şofêrên barhilgiran jî gazinan dikin.
Dibêjin li Tirkiyeyê ji bacê heta sotemeniyê her tişt biha bûye û xercî zêde bûne.
Lê kirêya wan a veguhastina bar ne li gorî wan bihabûnan e.
"Em dixwazin hinekî bilind bibe"
Şofêrê barhilgirekê Abdullah jî anî ziman:
“Barê min ji Mersînê ye û derman e, ji bo Hewlêrê ye.
Kirê erzan in. Eger kirê hinekî were zêdekirin dê baştir be.
Niha kirê hezar û 200 heta hezar û 300 dolarî ye, gelekî kêm bûye.
Em dixwazin hinekî bilind bibe.”
Deriyê Sînorî yê Xabûrê ku bi navê Îbrahîm Xelîl jî tê zanîn, yek ji deriyên sereke yên bazirganiya di navbera Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Îraq û Başûrê Kurdistanê de ye.
Li gorî amarên fermî sala borî milyonek û 763 hezar û 587 otomobîl û barhilgir li gel 3 milyon û 411 hezar geştiyarî di vî deriyê re çûn û hatine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse