Li Sirûcê rê û kolan di nav celb û heriyê de mane

01-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Li Sirûcê rê û kolan di nav celb û heriyê de mane
Li Sirûcê rê û kolan di nav celb û heriyê de mane
Nîşan Sirûc Riha Cade Herî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (RÛdaw) - Li navçeya Sirucê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê cade û kolane di nav kort, celb, herî û avê de mane.

Dibêjin zivistan bereket e lê ji bo xelkê navçeya Sirûcê ya Rihayê îsal bûye zehmet û karesat.

Welatiyên Sirûcê dîmen û wêneyên rê û kolanên xwe ji Rûdawê re şandin û nerazîbûn nîşanî rêveberiya qeyûm dan.

“Heywan nikarin di vir re derbas bibin”

Niştecihekî Sirûcê ji Rûdawê re got:

“Ne belediye dişuxile û ne jî qeyûm dişuxile û ne kesek dişixule. Niha ev rê û ev şûn çi hal e. Ev dê çito bibe. Ji bo rizaya Xwedê bêjin, dev ji însanan berdin, heywan di vir re derbas nabin.

Hûn heywanan di vir re derbas bikin, derbas nabe. Bila ji bo rizaya Xwedê yek were li vê derê kevirên parkeyê raxîne yan tiştekî din bike. Ez fehm nakin, ma dê ev îş çito be?”

Ji destpêka zivistanê ve rê, cade û kolanên Sirûcê di nav kort, celb, herî û avê de mane. Jiyan li xelkê herimî ye.

Xwendekar nikarin biçin dibistanê

Kesekî din jî got, “Hun halê milletê Sirûcê dibînin, a wanî ye. Mekteba ÎMKByê li vir e. 2 hezar xwendekar tevî celbê diçin pola xwe. Ne mekteb maye û ne jî sinif maye. Niha dê halê Sirûcê çito be. Ji bo rizaya Xwedê kesek nayê nanêre.”

Zehmetiya herî zêde jî xwendekar dikşînin. Rewş gihiştiye wê astê ku nikarin biçin dibistanên xwe.

Kesekî din jî wiha got, “Wele em çito bikin, halê me tim wanî ye. Qet çênabe, bêxwedî ye, tu nabînî?”

Xelk dibêje Sirûc bêxwedî ye û ew daxwaza çareseriyekê dikin.

“Em rezîl bûne”

Welatiyekî din jî wiha nerazîbûna xwe anî ziman:

“Wele em jî solên xwe diguherin. Em du roj hefteyê carê soleke nû dikirin. Em bêjin çi, em rezîl bûne.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî 15ê Kanûna Paşîna 2024an li ser hesabê xwe yê Xê dîmenek belav kir û ragihand, îdiayên derbarê xirabûna rê û kolanên Sirûcê de nerast in.

Di hilbijartina 31ê Adara 2019an de li Sirûcê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 60ê dengan bi dest xist û bi ser ket.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê 15ê Çiriya Paşîna 2019an qeyûm danî ser Şaredariya Sirûcê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst