Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê her tim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê peyamek belav kir û ragihand, “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”
Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê. Ewê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) January 31, 2020


.webp&w=3840&q=75)
