Yekem zaroka salê li Wanê ji dayik bû

01-01-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Zarok Jidayîkbûn Eymen Ozdemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem pitika îsal li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û navê “Eymen” lê hat kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal yekem pitikên ku di xulekên destpêkê yên sala nû de jidayik dibin, dibin rojev.

Îsal yekem pitika salê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a  parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jidayik bû.

Dayik û bavên yekem pitika îsal a Wanê Husna  û Muhammed Emîn Ozdemîr navê “Eymen” li pitika xwe kir.

Serokê Pizîşkên Nexweşxaneyê Doç. Dr. Remzî Sarikaya ragihand ku xizmetên wan ên tendurustî dê di sala 2025an de jî  wekî 2024an berdewam bikin.

Sarikaya diyar kir ku karmendên wan ên nexweşxaneyê li ser karê xwe  ketine sala nû û got:

"Me bi pitikên nû jidayikbûyî sersala xwe pîroz kir. Ji ber ku li bajarê me rêjeya jidayikbûnê bilind e em her sal bi pitikên xwe yên derbasî sala nû dibin.

Em bextewariyê ji bo yekem pitika ku îsal li nexweşxaneya me jidayikbûye dixwazin û hêvîdar in bi malbata xwe re bi aramî, tendurist salên dûrûdirêj derbas bike.”

Bavê Eymen, Muhammed Emîn Ozdemîr amajen bi wê yekê da ku ew bi kêfxweşî derbasî sala nû bûye û got:

"Xwedê vê kêfxweşiyê bide her kesê ku dixwaze bibe xwedî pitik. Hestekî gelekî xweş e.”

Li gorî amarên fermî sala 2023yan 19 hezar û 314 pitik li Wanê jidayikbûne.

Amarên 2024an hêjî nehatine belavkirin lê Eymen navê xwe li serê lîsteya 2025an danî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst