HESEKÊ - Berxwedana Îslamî bi dronan êrişî baregeha Amerîkayê kir

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Berxwedana Îslamî ya Îraqê Hesekê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê da zanîn ku wan bi 4 dronan êrişî baregha Amerîkayê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku ji milîsên Şîe pêk tê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, wan bi dronan êrişî baregahe Şedadiyê ya Amerîkayê kiriye.

Herwiha Berxwedana Îslamî ya Îraqê di daxuyaniyê de got, “Berdewamiya nêzîkatiya me ya li hemberî hêzên dagirker ên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê û bersiva li hemberî qetlîamên sîyonîst li dijî gelê me li Xezayê ye.”

Grûpê diyar kir ku ew dê êrişên xwe yên li dijî hêzên Amerîkayê berdewam bikin.

Li aliyê din grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê di 29ê Kanûna Pêşîna 2023yan de ragihandibû ku wan bi mûşekan êrişî Balafirgeha Xirab Cirê ya li bajarê Hesekê û qada gazê ya Konikoyê ya Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Herwiha Amerîkayê jî hîn li ser êrişê daxuyaniyek nedaye.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişan tên.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî beriya niha bi dronan êrişî baregehên artêşa Amarîkayê yên li herêma Tenef, bajarê Dêrikê, navçeya Şedadê ya Hesekê û Dêra Zorê hatibûn kirin.

Grûpên ser bi ve Îranê car caran bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li rojhilatê Çemê Feratê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst