Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Stefan Schneck ragihand ku divê Sûriyeyî bi xwe biryar bide ka kîjan sîstema birêvebirinê ji bo wan ji hemûyan çêtir e.
Stefan Schneck diyar kir ku Tirkiye roleke bingehîn ji bo paşeroja Sûriyeyê dilîze û got:
“Bê guman berjewendiyên Tirkiyeyê yên ewlehî hene û şerê li dijî terorê berjewendiyeke ewlehî ya rewa ye lê sînorên vê jî hene, qanûna navneteweyî û qanûna mirovî hene ku sînorên wan çalakiyan diyar dikin.”
Schneck behsa hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir û got:
“Me gengeşe kir ka çawa gav ber bi pêş ve werin avêtin. General Mezlûm hin ramanên girîng danîn ser maseyê û bi eşkereyî jî behsa wan kir, ji wan jî derketina û çûna hemû şervanên biyanî.”
Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Stefan Schneck pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin:
Rûdaw: Hûn rûxandina desthilata Beşar Esed û bidestxistina desthilatê ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ve çawa dibînin?
Stefan Schneck: Ji aliyekî ve, divê em mikur werin ku em hemû bi şêwaza rakirina rejîma Esed a bi vê lezê şaş man. Ji aliyekî din ve, me hertim gotibû ku rejîma Esed lawaz e. Ev ji aliyê aborî ve pir zelal bû, bi wê budceya xwe ya 2 milyar dolarî, me digot ev rejîmeke vala û riziyayî ye û tenê bi rêya Rûsya û Îranê zindî maye. Min hertim digot, bila em li bendê bin, Îran û Rûsya lawaz bibin, rejîm jî dê hilweşe.
Loma bi baweriya min, em bi tevahî ji rewşê re amade bûn û analîza min derbarê lezgîniya nemana wê bi awayekî ji awayan rast derket. Divê ez destnîşan bikim ku ev bi hejmareke pir kêm a qurbaniyan pêk hat, ev jî ji me re tiştekî nedihat çaverêkirin û erênî bû, ji ber ku em vêga di qonaxeke nû de ne û rewş nebû sedema trajediyeke mirovî ya mezin ku ev jî nûçeyeke pir xweş e.
Rûdaw: We berê dizanîbû ku Beşar Esed dê birûxe, bireve û HTŞ dê desthilatê bigire dest, hûn ji vê yekê agahdar bûn?
Stefan Schneck: Me pêşbînî nedikir ku di vê demê de û bi vê lezê ev yek biqewime lê rejîma Esed, têkçûyeke mezin bû, ji tevgerê ketibû, pêwendiyên wê nemabûn, heta ku di dawiyê de hemû aliyan hest kir ku rejîma Esed dê di paşerojê de nemîne. Loma pir bi lez hilweşiya ku ev jî nûçeyeke xweş bû û em şaşwaz kirin lê ez bawer dikim ku haya me ji lawaziya wê hebû. Wekî Almanya me hertim gotiye ku rewş ne tenê têkildarî Şamê ye, Sûriye têkildarî tevahiya Sûriyeyê ye: Bakurrojhilat, bakurrojava, başûr û bê guman Şam jî. Divê vêga jî li bîra me be ku pirs têkildarî tevahiya Sûriyeyê ye: Bakurrojhilat, bakurrojava, Durzî, Şam û her wiha Tertûs. Dema ku em qala Sûriyeyê dikin, merema me tevahiya Sûriyeyê û hemû welatiyên Sûriyeyê ye.
Rûdaw: We HTŞ ji lîsteya terorê derxistiye?
Stefan Schneck: HTŞ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di lîsteyê de hatiye bicihkirin, ev jî piştî çend rêkaran. Qanûna NY jî jixweber dibe qanûna niştimanî ya welatan, ango ne tenê li Almanyayê lê li tevahiya cîhanê wiha ye, çimkî HTŞ rêxistineke ku ji aliyê NY ve di lîsteya terorê de hatiye bicihkirin.
Rûdaw: Amerîka ew xelata 10 milyon dolarî ku ji bo eşkerekirina cihê Colanî ragihandibû, rakir. Li gorî we, divê HTŞ çawa ji lîsteya terorê were derxistin?
Stefan Schneck: Wekî min behs kir, ev lîsteya NY ye, loma welat nikarin wê ji lîsteyê derxin. Ya ku Amerîkayê kir, îşareteke siyasî ya pir baş bû ku xelata eşkerekirina cihê serkirde Ehmed Şer rakir, ev gaveke baş bû. Ez wer dibînim ku ev rêya pêşveçûnê ye, çimkî di paşerojê de li NY gotûbêjeke dijwar dê were kirin, ji ber ku aliyên din ên nola Rûsyayê li ser maseyê ne. Ya ku niha girîng e ew e ku em li paşerojê binêrin û rêyan ji bo bihevre karkirinê bibînin. Ev dikare were kirin. Em dikarin bi hev re biaxivin. Her wiha em dikarin plan û ramanên xwe li ser çawaniya pêşxistina bêtir a Sûriyeyê parve bikin. Loma di vê qonaxê de ev ji bo me nabe kêşe ji bo alîkarîkirina Sûriyeyiyan.
Rûdaw: Lê gelo ne metirsîdar e eger hûn danûstandinê bi rêxistinekê re bikin ku ji aliyê we û NY ve jî wekî terorîst hatiye rêzbendkirin?
Stefan Schneck: Bi baweriya min, gefa yekem ku divê li bîra me be û em ji bîr nekin, DAIŞ e ku hîn jî heye û hîn jî li dûv derfetekê ye ji bo ku vegere. Lewra pêwîst e li ser asta navneteweyî em ji nêz ve bi hev re kar bikin, her wisa em di nava Sûriyeyê de jî kar bikin da ku em şaşiyekê nekin û valahiyan ji bo vegera DAIŞê nehêlin ku dijminê hemûyan e bê cudahî, Sunî, Elewî, Durzî û Kurd. Ev yek ji gefên herî mezin e ku em dixwazin neyê jibîrkirin û hertim di bîra me de be.
Rûdaw: Bi hezaran çekdarên tundrew ên biyanî di nav HTŞyê de ne. Hûn vê yekê çawa dibînin?
Stefan Schneck: Dê pêwîstiya me pê hebe ku di dawiyê de pêkhateyeke ewlehî li Sûriyeyê hebe ku bi awayekî baş hatibe rêkxistin, bi rengekî ku ji aliyekî ve rengvedana tevahiya Sûriyeyê be û ji aliyê din ve bi bandor ewlehiya Sûriyeyê biparêze. Loma, pêwîstiya me bi proseya çekdanîn û hilweşandina komên çekdar û tevlîkirina wan di nav pêkhateyeke ewlehî ya nû de heye. Ev dê bibe yek ji kelem û erkên herî sereke ku Almanya amade ye piştgiriya aliyên defakto û yên din jî bike, ji bo ku li hev bikin û jîngeheke ewlehî ya nû ya bi vî rengî li Sûriyeyê ava bikin ku bikare şerê DAIŞê bike û di heman demê de hemû aliyên Sûriyeyê li xwe bigire.
Rûdaw: Bi baweriya we, Sûriye dê bibe welatekî demokratîk?
Stefan Schneck: Wekî hûn dizanin, demokrasî karekî berdewam e. Em di demokrasiyên xwe de dibînin, wekî li Almanya û Amerîkayê ku pêwîst e em berdewam seba wê şer bikin. Ez bawer dikim ku niha dema destpêkirina proseyê ye ji bo ku hewla pêrewkirina demokrasiyê bidin. Karekî ne hêsan e.
Bi baweriya min, gavên destpêkê pir erênî bûn lê pêwîstiya me bi diyaloga niştimanî heye ku di van çend rojên dawî de em li ser axivîne û min twit li ser kiriye û (gotiye) ku divê li ser bingeha nirxên demokratîk be.
Her wiha divê ez bibêjim, tevayîbûn û bihevrebûn ne tiştekî hêsan e lê kakila serkeftina vê projeyê ye, ango projeya Sûriyeya nû ku ne tenê komên berbelav li xwe digire lê pîr û ciwan û mêr û jinan jî li xwe digire, ji bo ku her kes tê de be û di civak û geşepêdana aborî de beşdar bin ku yek ji pirs û astengiyên herî sereke ye ji bo paşeroja Sûriyeyê li gel demokrasiyê ku ew jî ji bo geşbûneke bi vî rengî pêwîstiyeke hîmdar e.
Rûdaw: Di avakirina Sûriyeya nû de, rola Almanyayê dê çi be?
Stefan Schneck: Wekî hûn jî dizanin, me planeke 8 xalî wekî destpêşxeriyekê amade kiriye. Ti planeke me ji bo Sûriyeyê nîne lê Sûriyeyî bi xwe dê planê ji bo Sûriyeyê deynin lê em dikarin bibêjin em dikarin alîkariya wan di kîjan warî de bikin. Bo nimûne, di dadweriya veguhêz de, ne tenê ew e ku me di çend salên borî de di hin destpêşxeriyan de wekî komîteya kesên windayî yan lêkolînan de veberhênan kiriye û gelek belge berhev kirine lê wek Almanya dîrokeke me bi dîktatoriyê re hebû ku piştî nemana wê, pêwîst bû em xwe biguncînin.
Bidawîhatina sîstema me ya sosyalîst li rojhilatê Almanyayê li bîra we ye, piştî wê bi dehan ton belgeyên me hebûn ku pêwîst bû werin rêkxistin û em ji aliyê siyasî ve bi wan re tevbigerin çiku hertim zehmet e tu hevsengiyê di navbera berjewendiyên wan hemû kesan de çêbikî ku têkiliya wan bi van belgeyan re heye. Bo nimûne, gelo em dikarin baweriyê bi van belgeyan bînin an ew belge derewan dikin? Proseyeke pir aloz e. Ev yek ji nimûneyan e ku em dixwazin destê alîkariyê dirêj bikin û ezmûna xwe bi kar bînin. Ez hîs dikim ku Sûriyeyî pir vekirî ne ji bo ku ev ezmûna wan hebe yan tewra hînî tiştekî bibin ku dibe ku ji bo wan alîkar be.
Rûdaw: Me vîdeoya we dît ku we bi awayê selfî li pêşber balyozxaneya Almanyayê li Şamê tomar kiriye. Hûn dê kengî balyozxaneya xwe li Şamê vekin?
Stefan Schneck: Vekirina balyozxaneyê karekî pir aloz e, ji aliyê ewlehî û bicihanîna gavan ve jî. Loma, vekirina balyozxaneyekê bi tevahiya hêza xwe ku bi dehan hevkar tê de kar bikin, ne tenê li ser siyasetê, lê li ser karûbarên aborî û konsulgeriyê jî hinek dem dixwaze. Pirsa siyasî ev e, em dixwazin çawa li wir bin ji bo alîkarîkirina proseya siyasî? Em her ji niha ve geştê dikin, diçin balyozxaneya xwe, hevdîtinan dikin û bi hemûyan re diaxivin, loma li gorî min ne girîng e ka em ê kîjan rojê balyozxaneyê vekin. Di dawiyê de em ê her vekin û ahenga me jî dê hebe, lê hebûna me û amadebûna me li wir û alîkarîkirina gelê Sûriyeyê û dirêjkirina destê hevkariyê ji bo wan em her ji niha ve dikin.
Rûdaw: Baştirîn sîstem ji bo birêvebirina Sûriyeyê çi ye; federalî, lamerkezî, merkezî, otonomî yan konfederalî?
Stefan Schneck: Ev proseyek e ku Sûriyeyî serkirdatiya wê dikin. Divê Sûriyeyî biryar bidin. Almanya jî dikare bi ezmûna ku me heye, alîkariya wan bike. Wekî hûn dizanin, komên cuda cuda yên Almanyayê hene, Katolîkên me hene û Protestantên me jî hene; xelkê bakur ji yên başûr cuda ne. Ango ezmûna me di vê yekê de heye. Em dikarin û amade ne parve bikin lê di dawiyê de, her welatek divê bi xwe biryar bide ka kîjan sîstema birêvebirinê ji bo wî ji hemûyan çêtir e. Ez piştrast im ku hinek dem lazim e, gelek danûstandin, raman û gotûbêj dê werin kirin, lê di dawiyê de Sûriyeyî dê bi mejiyekî vekirî rêya xwe ber bi demokrasî û sîstemeke aram ve bibînin.
Rûdaw: Nêrîna te wekî kesekî çi ye?
Stefan Schneck: Ez ti tiştî ji bo Sûriyeyê pêşniyar nakim, li şûnê, ez dixwazim Sûriyeyekê bibînim ku mîna hevpareke Almanyayê bikare rêya xwe bibîne. Gelek rêyên cihêreng dikarin hebin. Çend kom hene ku hin raman di vî warî de derxistine holê. Her îro min twîtek li ser Encûmena Blogerên Sûriyeyê weşand. Bo nimûne, hin ramana wan heye ku Sunî, Elewî, Durzî û jin û mêr bi hev re rûnin û bingehên Sûriyeya nû deynin. Ramanên din jî dikarin hebin. Ez pir bi başî dibînim ku li ramanên çend salên borî were mêzekirin ku gelek raman hatine pêşkêşkirin. Ez hêvîdar im ku diyaloga niştimanî hebe û tê de ew hemû raman werin gengeşekirin û hevsengkirin û paşê ramana karkirina ji bo paşeroja Sûriyeyê were dîtin.
Rûdaw: Derbarê pirsa Kurd, hûn destêwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê çawa dibînin?
Stefan Schneck: Tirkiye roleke bingehîn ji bo paşeroja Sûriyeyê dilîze. Me hemûyan li ser pêvajoya Eqebeyê li hev kir ku serweriya Sûriyeyê bingeheke sereke ye. Ji aliyê din ve, bê guman berjewendiyên Tirkiyeyê yên ewlehî hene û şerê li dijî terorê berjewendiyeke ewlehî ya rewa ye lê sînorên vê jî hene, qanûna navneteweyî û qanûna mirovî hene ku sînorên wan çalakiyan diyar dikin, loma em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku xwe ji destêwerdan û jirêderxistina pêvajoya siyasî ku vêga li Sûriyeyê heye dûr bigirin.
Rûdaw: Me bihîst ku we bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re hevdîtin kiriye. We behsa çi kir?
Stefan Schneck: Me gengeşe kir ka çawa gav ber bi pêş ve werin avêtin. General Mezlûm hin ramanên girîng danîn ser maseyê û bi eşkereyî jî behsa wan kir, ji wan jî derketina û çûna hemû şervanên biyanî. PKK rêxistineke wekî terorîst hatiye rêzbendkirin û divê êdî destêwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de neke. Bi baweriya min, girîng e ku ew (HSD) bi komên din ên wekî HTŞ û yên din re dezgeheke ewlehî ya niştimanî ji bo Sûriyeyê dirust bikin.
Rûdaw: Kurd we wekî dostên xwe dibînin. Li Sûriyeya nû, hûn dê çawa piştgiriya Kurdan bikin?
Stefan Schneck: Dîrokeke me ya dirêj a piştgirîkirina tevahiya bakur heye, di nav de bakurrojhilat û bakurrojava bi rêya (Sindoqa Vegerandina Baweriyê ya Sûriyeyê). Me bi vê rêyê 360 milyon dabîn kirine ji bo warên fena çandinî û derfetên kar ku di çend salên borî de pir serekftî bû, her wisa vê yekê cudahiya li navbera rejîmê û yên din derxist holê; rejîm ne amade bû bi civaka navneteweyî re kar bike, lê bakurrojhilat û bakurrojava amade bûn kar bikin.
Pirseke din jî heye ku şerê li dijî DAIŞê ye. Projeyên me hene ji bo ku em hay ji kampa Holê hebin. Em hemû dizanin ku bi hezaran çekdar û malbatên wan li wir in. Divê em rêyekê bibînin ji bo ku kesên ku şiyana guncandina wan heye tevlî civakê bên kirin. Li ser vê mijarê, hevahengiyeke baş bi Îraqê û hevparên navneteweyî re heye da ku pirsgirêka paşmahiyên salên borî yên DAIŞê were çareserkirin.
Rûdaw: Hûn êrişên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?
Stefan Schneck: Wekî min got, tiştê herî girîng ew e ku ew komên ku niha li wir in, bi hev re rûnin û pêkhateyeke ewlehî ya hevpar ava bikin ku HTŞ û HSDê jî li xwe bigire. Bi baweriya min, Almanya jî dixwaze alîkariyê bike ji bo dabînkirina wê rewşê ku pir girîng e ji bo jêrxana ewlehiya niştimanî, bi rengekî ku gerîlayên PKKyê li xwe negire lê divê ji welat derkevin, ev pir zelal e.
Rûdaw: Dê biçin kû? Duran Kalkan berpirsekî bilind ê PKKyê ye û dibêje, eger Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê daxwaza derketina gerîlayên PKKyê bike, ew dê derkevin lê dê bi kû ve biçin?
Stefan Schneck: Ez bawer im ku divê ev bibe beşek ji pêvajoya danûstandinê ku hemû alî tê de beşdar bin, wekî HTŞ, Tirkiye û HSDyê, ji bo ku bizanin ka dê çawa bi wan hemû pirsgirêkên pratîk re ku derdikevin pêşiya proseyê tevbigerin lê bi baweriya min, çareseriya van pirsgirêkan heye, eger hemû hevpar bi awayekî rastîn bixwazin dawî li vê hevrikiya ku çendîn sal e berdewam e bînin.
Rûdaw: Kurd piştî Ereban neteweya duyem in li Sûriyeyê. Eger Kurd di nav sînorên Sûriyeyê de daxwaza federaliyê ji bo Kurdistana Sûriyeyê bikin, hûn dê piştgiriyê lê bikin?
Stefan Schneck: Wekî min got, divê Sûriyeyî bi xwe gotûbêjê li ser bikin. Dê karekî çewt be eger em wekî welatekî biyanî, ramanekê ji ramaneke din baştir bibînin, ji ber ku divê Sûriyeyî bi xwe serkirdatiya pêvajoyê bikin. Ev ne gotinên vala ne, serkirdatiya proseyê ji aliyê Sûriyeyiyan ve di biryarnameya 2254an a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de wekî kakila proseyê tê dîtin. Ya ku ez pêşniyar dikim ev e, şarezatiya NY di vê proseyê de were bikaranîn ku çendîn salan e li seranserê cîhanê ezmûna wê di pirsên wekî çawaniya miamelekirina bi kêmîneyan re heye. Her wisa ezmûn û dîroka wê di rewşên cuda cuda de heye. Lewra ez pêşniyar dikim ku hemû hevpar - HTŞ, HSD - wekî navbeynkar û çavkaniya şarezatî û ezmûnê, beşdariyê bi NY bikin.
Rûdaw: Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku Enqere piştgiriya wê dike, berdewam gefê li Kobaniyê dixwin. Hûn li ser van gefan bi Tirkiyeyê re axivîne?
Stefan Schneck: Erê, bê guman. Wezîra me van dawiyan serdana Enqereyê kir û bi hevkarê xwe Fîdan re, bi taybetî li ser van pirsên Sûriyeyê axivî. Şerkirin di vê rewşa pir hestyar de, dikare bibe sedema karesatê. Loma em daxwazê ji Tirkiyeyê dikin ku di proseyeke aştiyê de beşdar bibe û armanca xwe ya ewlehî ji bo rawestandina terorê bi rêya gotûbêjkirina ligel aliyên têkildar bi dest ve bîne ku HSD û komên din li xwe digire. Ez bawer im ku berjewendiya hemû komên Sûriyeyê di vê de heye, Heyeta Tehrîr el-Şam jî di nav de.
Rûdaw: Fransa û Amerîka hewl didin ku partiyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê bikin yek. Çima Almanya ne beşdar e?
Stefan Schneck: Em gelekî piştgiriya vê dikin. Diyaloga Kurdî-Kurdî pir girîng e, ji ber ku hin alî neketine nav pêkhateya civakî ya bakurrojhilatê Sûriyeyê, loma ev mijar ne tenê têkildarî PYD û ENKSê ye, lê têkildarî komên azad ên din e jî ku divê dengê wan di van gotûbêjan de were bihîstin. Fransa û Amerîka roleke taybet dilîzin, ji ber ku ew bi leşkeran li wir in. Almanya ne wiha ye, loma cudahî di awayê beşdariya me de heye. Almanya pir girîngiyê dide vê proseyê. Her wiha em tînin bîra hemû hevparan ku diyaloga Kurdî-Kurdî bingeha beşdariyeke serkeftî di prosesa siyasî ya berfirehtir a Sûriyeyê de ye.
Rûdaw: Eger hûn balyozxaneyê li Şamê vekin, hûn difikirin konsulosxaneyekê li herêmên Kurdnişîn jî vekin?
Stefan Schneck: Bi baweriya min, hîn pir zû ye ku plan ji bo vê were danîn. Em hîn bi zehmetî hewl didin ku balyozxaneyê li Şamê vekin û piştî wê bila em binêrin ka çi diqewime.
Rûdaw: Gelekî spas Stefan. Dîplomatkar hertim bersivên dîplomatîk didin pirsên hestyar.
Stefan Schneck: Wekî dîplomatkarekî, ez bersivên dîplomatîk didim lê ez hêvîdar im ku ez di nîşandana nêrîna giştî û destpêşxeriya xwe ya ji bo Sûriyeyê de alîkar bim. Em ji dilê xwe hêviya serkeftineke baş ji bo Sûriyeya nû dixwazin di prosesa siyasî, geşepêdan û warên aborî û civakî de jî. Gelekî spas ji bo we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse