Di Fuara Pirtûkan a Kurdî ya li Hewlêrê de, daxwazeke berçav li ser pirtûkên bi zaravayê Kurmancî heye û xwînerên Hewlêr û Silêmaniyê jî pirtûkên Kurmancî dikirin.
Xwediyê Pirtûkxaneya Moksîlê Şivan Mihemed ragihand ku di navbera zaravayan de "guherîneke çandî ya xwendinê" çêbûye û niha xwîner bi her du diyalektan pirtûkan dixwînin.
Li gorî gotina Şivan Mihemed, herî zêde daxwaz li ser pirtûkên edebî û bipêşketina mirovî heye.
Bi gotina Şivan Mihemed sedema wê jî ew e ku xwîner hest dikin pêdiviya wan bi wan cure babetan heye.
Her wiha, beşek ji xwîneran bi mebesta fêrbûna zaravayê Kurmancî yan jî tîpên Erebî, pirtûkên zimanî û akademîk dikirin.
Astengiyên li pêşiya belavbûna pirtûkên Kurmancî
Şivan Mihemed li ser astengiyên li pêşiya belavbûna pirtûkên Kurmancî got, "Astengiya herî mezin pêvajoya weşangeriyê bi xwe ye."
Wî diyar kir ku Hewlêr û Silêmanî di vî warî de ji parêzgeha Dihokê bipêşketiytir in.
Pirsgirêkên din jî nebûna piştevaniya madî, astengiyên wergerê û kêmbûna hejmara xelkê herêma Behdînanê ya li gorî Hewlêr û Silêmaniyê ne.
Şivan Mihemed derbarê daxwaza li ser pirtûkên ku bi tîpên Latînî li Dihokê hatine nivîsandin, da zanîn ku daxwaz "gelekî kêm e û dibe ku tenê ji sedî 1 be."
Wî sedema vê yekê jî bi sîstema perwerdeyê ve girê da ku li ser bingeha tîpên Erebî (Aramî) hatiye damezrandin.
Şivan Mihemed bangî saziyên pêwendîdar kir ku piştgiriya ciwanên jêhatî yên herêma Behdînanê bikin da ku berhemên wan bigihîjin destê xwînerên li seranserê Kurdistanê.
Pirsên Rûdawê û bersivên Şivan Mihemed wiha ne:
Rûdaw: Daxwaza li ser pirtûkên bi devoka Badînî li Hewlêrê çawa ye û gelo xwînerên Soranî daxwaza wan dikin?
Şivan Mihemed: Vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Kurdî ya li Hewlêra paytext derfeteke baş û gaveke girîng e ji bo bipêşxistina çanda xwendinê ya li Herêma Kurdistanê.
Li ser pirtûkên bi devoka Badînî, daxwazeke berçav ji aliyê xwînerên Hewlêr û Silêmaniyê ve heye. Berê di pêşangehên navneteweyî de, me didît ku di navbera zaravayan de guherîneke xwendinê çêbûye. Niha xwîner bi her du diyalektan pirtûkan dixwînin.
Hem xelkê herêma Behdînanê pirtûkên Soranî dixwînin û hem jî xelkê Hewlêrê û bajarên din daxwaza pirtûkên Badînî dikin.
Rûdaw: We di vê fuarê de çi dît? Bi taybetî herî zêde daxwaz li ser kîjan cureyên pirtûkên Badînî heye û kîjan herî zêde hatine çapkirin?
Şivan Mihemed: Bêguman gelek cureyên pirtûkan li cem me hene lê eger ez qala dezgeha xwe ya çap û weşanê bikim, di pirtûkxaneya me de zêdetir pirtûkên edebî û bipêşketina mirovî tên firotin û me giranî daye ser wan waran.
Bi giştî, daxwaza herî zêde li ser pirtûkên edebî û bipêşketina mirovî ye çimkî xwîner hest dikin ku pêdiviya wan bi xwendina di wan waran de heye.
Rûdaw: Gelo xwînerên zaravayên din bi mebesta fêrbûna zaravayê yan jî tîpên Erebî dixwazin destê wan bigihîje pirtûkên Badînî?
Şivan Mihemed: Belê, xwestek li ser pirtûkên zimanî heye, bi taybetî li ser pirtûkên akademîk û lêkolînên ku li ser ziman hatine nivîsandin. Gelek kes hene ku hez dikin di her du zaravayan de şareza bibin, loma xwestek li ser pirtûkên zimanî jî heye lê bi radeyeke kêmtir e.
Rûdaw: Dirûşma "Bi Kurdî Fikirîn" çawa bi pirtûkên Badînî re digunce? Gelo em dikarin zêdetir kar li ser çapkirin û berhemhênana pirtûkên Badînî bikin ji bo bihêzkirina bîra neteweyî?
Şivan Mihemed: Bê guman çapkirin û weşandina pirtûkan karekî aloz e û ji ber aliyê wê yê aborî û mesrefan pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye. Her pirtûkek ku tê çapkirin, bi taybetî li herêma Behdînanê, rûbirûyî gelek astengiyan dibe, di nav de pirsgirêka wergerê, lêçûnên madî û nebûna piştgiriya pêwîst e.
Rûdaw: We qala astengiyan kir. Bi dîtina we, li pêşiya belavbûna pirtûkên Badînî astengiya herî mezin çi ye?
Şivan Mihemed: Astengiya herî mezin weşandin e. Hewlêr û Silêmanî di vî warî de ji parêzgeha Dihokê bu pêşketîtir in. Gelek caran pirtûkek ji zimanekî biyanî tê wergerandin lê dibe ku piştî 6 salan jî hîn li Dihokê nehatibe wergerandin. Em wergêrên xwe kêm nabînin lê piştgiriya wan nîne.
Herwiha, rêjeya akinciyan li herêma Behdînanê kêm e (nêzîkî milyonek kes) lê hejmara akinciyan li Hewlêr û Silêmaniyê çend milyon in. Ev yek jî kiriye ku pêvajoya çapkirinê li Behdînanê li gorî Hewlêr û Silêmaniyê lawaztir be.
Rûdaw: Kak Şivan, daxwaz li ser pirtûkên bi tîpên Latînî çawa ye? Gelo li Dihokê daxwaz li ser tîpên Latînî heye?
Şivan Mihemed: Daxwaza li ser tîpên Latînî li parêzgeha Dihokê gelekî kêm e, dibe ku rêje tenê ji sedî 1 be. Sedema vê jî vedigere sîstema perwerdeyê. Em li ser tîpên Aramî (Erebî) hatine perwerdekirin û tîpên Latînî zêdetir bi rêya torên civakî hatin naskirin.
Têkiliya me bi Bakurê Kurdistanê re di vî warî de lawaz bû û em fêrî alfabeya Latînî nebûn. Eger di sîstema perwerdeyê de mijarek ji bo fêrbûna tîpên Latînî ji bo hemû zarokan hebûya, me dê bi awayekî rasttir binivîsiya.
Rûdaw: Bi kurtî, çawa dikare pirtûka Badînî li Dihokê sînoran derbas bike û bibe xwendineke giştî ji bo ciwanan? Peyama we ji bo ciwanan çi ye?
Şivan Mihemed: Ev pirs gelekî di cihê xwe de ye. Pêwîst e sazî û dezgehên pêwendîdar piştgiriya ciwanan bikin. Gelek ciwanên me yên jêhatî li herêma Behdînanê hene ku pirtûkên wan amade ne. Lê ji ber ku bi tîpên Aramî ne û venaguhezin Soranî da ku li Hewlêr û Silêmaniyê werin xwendin, rastî astengiyan tên. Pêwîstiya me bi piştgiriyeke rasterast heye, çi ji aliyê sazî û dezgehan ve be yan jî ji aliyê her aliyekî din ve.pê


.webp&w=3840&q=75)