HSD: Ebûbekir Bexdadî zêdeyî carekê serdana Tirkiyê kiriye

28-10-2019
RÛDAW
Mistefa Balî ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî kir
Mistefa Balî ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî kir
Nîşan Çarenivîsa Rojava Mistefa Balî Rojavayê Kurdistanê Tirkiye DAIŞ Ebûbekir Bexdadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku serkirdeyê rêxistina DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ku hate kuştin,  zêdeyî careke serdana bajarê Hataya yê Tirkiyê kiriye.

Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî beşdarî bernameya “Rûdawê Îro” ya televîzyona Rûdaw TVê bû û behsa oprasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî kir.

Mistefa Balî diyar kir ku piştî ku rizgarkirina navçeya Baxozê hêzên wan ketine li dûv serkirdeyên DAIŞê û got: “Di vê demê de agahî li ba me çêbûn ku Ebûbekir Bexdadî bi alîkariya hinek hêz û dewletên herêmî gihîşte Idlibê. Yekîniyên me yên taybet ên îstixbaratî di heyama van 5 mehên dawiyê de agahî kom dikirin. Hevsengiyek û danûstandin di navbera me û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de bi taybetî ligel Amerîkayê hebû. Di meha derbasbûyî de ev çalakî dê bihata kirin, lê ji ber êrişa dagirkerî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hinekê hat rawestandin. Piştî ku cihê Bexdadî bi temamî hat eşkerekirin ku me têde rola sereke girtiye, ev çalakî hat kirin.”

Balî destnîşan ki ku li gor agahiyên di destê wan dibe ku zêdetirî carekê Bexdadî çûye bajarê Hatay ê Tirkiyê û wiha pê de çû: “Hinek agahî me bides xistibûn Bexdadî serdana Hatayê kiriye. Êdî bila şîrovkar wateya serdana wî zelal bikin. Ew bargeha ku Bexdadî têde bûye armanc, gelek nêzîkî sînorê Tirkiyê bû û herwiha li nêzîkî wê bargehê, binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê bixwe heye.”

Bi gotina Balî ew li ser hemû asta beşdarî operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bûne û wiha axivî: “Li gor agahiyên di ragihandinê de hatine belavkirin di dema çalakiyê de du hevjînên Bexdadî û dibe ku kesên ew diparast jî hebûn. Armanca çalakiyê Ebûbekir Bexdadî bû.”

Berpirsê Ragihandina HSDê herwiha da zanîn ku liv û tevgerên wan dê ligel hêzên Amerîkayê li her ciheke pêwsît berdewam bin û got: “Li herêmên Reqa û Dêre Zorê çalakiyên şaneyên razayî yên DAIŞê têne kirin.”

“Xelîfeyê” DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkariya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûriyê hat kuştin.

Li gor hin zanyariyên, roja Şemiyê demjimêr 17:00 bi dema Waşington DC û demjimêr 12ê şev bi dema Herêma Kurdistanê, 8 helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê tevî tîmeke serbazî ya taybet a Amerîkî ji Hewêrlê ber bi gundê Barîşa yê ser bi parêzgeha Idliba Sûriyê ve çûn, ku cihê mana serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir Bexdadî bû.

Amerîkayê ji bo bidestxistina zanyariyên derbarê Ebûbekir Bexdadî de, 25 milyon dolar weke xelat diyar kiribû.

Bexdadî li gundekî Idlibê ku tenê 5 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr e, û li navçeya di bin desthilatdariya Cebhet el Nusre hate kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst