Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Lars Klingbeil ji Rûdawê re got ku wan du sal berê baweriya dengdêran ji dest daye û got "Gel hikûmeteke din dixwest, me di nav partiya xwe de dest bi xwerêkxistinê kiriye."
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanyayê, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bi bidestxistina ji sedî 16ê dengan pilaya sêyem bi dest xist.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat Lars Klingbeil, piştî derketina encamên destpêkê yên hilbijartinan ji Rûdawê re got ku heta niha ti pêwendî pê re nehatiye kirin da ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû bi partiyên din re bicivin û gotûbêjan bikin.
Piştî salên 1972, 1983 û 2005an ev cara çarem e ku di dîroka Almanyayê de hilbijartinên pêşwext tên kirin.
Di van hilbijartinan de koçber mijareke sereke ya propagandayê bûn.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat diyar kir ku partiya wî dixwaze dîtina li hemberî koçberan biguhere got, "Di berjewendiya Almanyayê de ye eger dîtineke me ya erênî ya li ser koçberan hebe."
Dengdana hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Almanyayê doh bi dema Almanyayê saet 18:00an bi dawî bû.
Li Almanyayê di hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Federal a Almanyayê de Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) ji sedî 29ê dengan bi dest xistin û bû partiya yekem.
Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku xwedî nêrîneke rastgir a tund e ji sedî 19,5ê dengan bi dest xistin û bû partiya duyem.
Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Serokwezîr Olaf Scholz ji sedî 16ê dengan bi dest xistin û bû sêyem.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Lars Klingbeil pirsên Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê bersivandin:
Rûdaw: Spas ji bo dema te. Ez dixwazim bipirsim ka faktorên sereke yên vê encamê çi ne û we ev encam pêşbînî dikir? Stratejiya we ya nû ji bo bidestxistina baweriya gel çi ye?
Lars Klingbeil: Me di hemû pêvajoya hilbijartinan de têkoşîn kir ku em baweriya dengdêran vegerînin lê bi rastî beriya du salan me baweriya dengdêran ji dest da. Gel hikûmeteke din dixwest û ev jî sedema wê ye ku çima Partiya Sosyal Demokrat hilbijartin qezenc nekir.
Niha me di nava partiya xwe de dest bi pêvajoyekê kiriye ku em xwe ji nû ve rêkxistin bikin, nû bikin, partiyê bikin partiyeke modern, pirsgirêkan çareser bikin û kesekî diyar bikin ku bibe berpirsê koma parlamenteran a partiyê. Em her wiha behsa dubaredariştina xwe dikin.
Rûdaw: Gelo hûn dê bibin beşek ji avakirina hikûmeta nû ya ku bi hevpeymantî ava bibe?
Lars Klingbeil: Hîn tu kes nikare bersiva vê pirsê bide. Yên ku hilbijartin qezenc kirin Xiristiyan Demokrat in, niha dibe ku ew hikûmeta nû ava bikin, yên din kom bikin û bi hev re rûnin û gotûbêja avakirina hikûmeta nû bikin lê heta niha ti pêwendî bi min re nehatiye kirin.
Rûdaw: Em dizanin ku mijara koçberan mijareke mezin a hilbijartinê bû û Partiya Sosyal Demokrat bi xurtî piştgiriya koçberan dikir. Tu difikirî ku ev yek sedema wê encamê ye?
Lars Klingbeil: Mijara koçberan mijareke sereke ya bangêşeya hilbijartinê bû lê bi rastî me her tim li ser koçberan nîqaş kiriye. Em hewceyî mirovan in ku werin vir, em hewceyî mirovan in ku vî welatî xurttir bikin, em hewceyî wan kesan in ku xwedî paşxaneya koçberiyê ne û li vir kar dikin û bacan didin lê gelek caran bi awayekî neyînî behsa vê mijarê tê kirin.
Partiya min dixwaze vê nêrînê biguhere. Her wiha ez bawer dikim ku di berjewendiya Almanyayê de ye ku nêrîneke me ya erênî li ser koçberan hebe.
Rûdaw: Civîna we baş bû?
Lars Klingbeil: Bibore...?
Rûdaw: We civînek pêk anî.
Lars Klingbeil: Belê, endamên partiyê dixwest civînekê li dar bixin û bi ya min civîn gelekî baş bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse