Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê axivî û got, "Me planek daniye da ku em vê mehê pêvajoya tevlîbûnê bi temamî biqedînin."
Mezlûm Ebdî diyar kir ku peymana 29ê Kanûna Paşîn a îsal ne bi temamî li gorî dilê wan e lê tevî vê yekê jî ev peyman ji bo Kurdan di nav dewleta Sûriyeyê de pêgehekê çêdike û got:
Rêkeftinên ku me bi hevdû re kirine hene. Di wan rêkeftinan de taybetmendiya herêma Kurdan hatiye qebûlkirin. Di aliyê îdarî de jî di aliyê leşkerî de jî û di gelek mijarên din de jî.”
Rûdawê bi Mezlûm ebdî re hevpeyvînek kir û wî di hevpeyvînê de tekez kir ku ew dê ji bo serkeftina vê yekê her hewldanekê bide û got:
"Şaşiya min a herî mezin ew bû ku min ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê ya bi dewleta Sûriyeyê re pir kêm hewl da. Ji bo vê yekê ez maf didim gelê me ku min rexne bike.
Lê vê carê min soz daye. Her çend bi temamî li gorî dilê me nebe jî ez dê hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna peymanê bi kar bînim. Armanca me rêgirtina li şer û peydakirina aramiyê ye. Em dê paşê têkoşîna xwe bidomînin."
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew di wê baweriyêde ye ku rewşa niha ji bo Pirsgirêka Kurdan derfeteke baş e û got:
"Dema ku dewleta Sûriyeyê hat avakirin û serbixwe bû, Kurd ne parçeyekî wê dewletê bûn. Lê niha derfetek çêbûye ku Kurd bibin parçeyek ji avakirina vê dewletê."
Mezlûm Ebdî ji bo serkeftina Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku yekîtiya Kurdan ji her demê pêwîsttir e û tekez kir ku dê hewldanên wan ên di vî warî de bidomon.
Fermandarê HSDyê her wiha eşkere kir ku niha ji her demê bêtir pêwîstiya wan bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye.
Mezlûm Ebdî li ser perwerdeya bi Kurdî jî axivî û got, “Di dan û standinên me yên bi dewleta Sûriyeyê re de, mijara ziman xala yekem û sereke ya rojeva me ye.
Ev 15 sal in Kurdî li Rojavayê Kurdistanê zimanê perwerdeyê ye. Em pê gihîştine asta zanîngehê. Ji ber vê yekê, em nikarin vegerin paş û Kurdiyê tenê wekî zimanekî bijarte qebûl bikin."
Wî destnîşan kir ku di hevdîtina wan a dawî ya bi Serokkomarê Sûriyeyê re de, di vî warî de bipêşketinek çêbûye.
Mezlûm Ebdî behsa tekez kir ku Amerîka û Ewropayê xiyanet li gelê Kurd nekiriye û li ser vê yekê jî got:
"Ez nikarim bibêjim ku wan xiyanet li me kir. Em, Amerîkayî û Ewropayî li gel hevdû eşkere bûn. Ew di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de bi me re bûn.
Ji roja yekem ve wan tim digot, 'Em ji bo DAIŞê li vir in'. Ew hatin da ku li dijî DAIŞê şer bikin. Nehatin ku bi temamî piştgiriyê bidin Pirsgirêka Kurdan û heta hetayê bimînin, yan jî statuyekê ji bo Kurdan ava bikin."
Bi gotina Mezlûm Ebdî metirsiya DAIŞê hîn jî bi dawî nebûye.
Mezlûn Ebdî li ser pêwendiyên bi Tirkiyeyê re jî got, “Li gorî berê biha baştir e. Berê salekê em ji aliyê Tirkiyeyê dihatin bombebarankirin lê niha agirbest heye û kanalên vekirî di navbera me de hene.
Em bi hev re dan û standinê dikin û em dixwazin ev bêtir bi pêş bikevin û ji mijara agirbestê derbas bibe û bibe mijareke ku em karibin têgihiştinê di navbera xwe de çêbikin.”
Ev naveroka hevpeyvîna bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re ye:
Rûdaw: Temaşevanên hêja, dem baş. Ev 30 sal in ez li benda hevdîtinekê me, li benda hevpeyvînekê me. 30 sal in ez her dibêjim, "Kengî ev hevpeyvîn dê pêk were? Kengî ev hevdîtin dê çêbibe?" Li dawiya dawî ez gihiştime wê armanca xwe. Min Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Ebdî dît. Kêfxweşiyeke mezin e, bi rastî piştî 30 salî te dibînim. Tu çawa yî? Tu Baş î?
Mezlûm Ebdî: Baş e. Ez jî kêfxweş im em hevdû dibînin û bi xêr hatin.
Rûdaw: Gelekî spas General, te ev hevdîtin qebûl kir, ez dizanim di van rojan de gelek karê te heye lê demeke dirêj e ez li pey wê me ku ev hevpeyvîn çê bibe û em rûbirû hev bibînin. Spas ku te dema xwe da me. Ez bawer dikim ez di nava xelkê de gelekî digerim, dipirsim, guhdarî dikim. Bi rastî ji Rojavayê Kurdistanê pir bê hêvî mane. Dibêjin, "Kurd şikestin." Dibêjin, "15,000 şehîd me dan, ew qas birîndar me dan. We şerê DAIŞê kir, we DAIŞ şikand." Bi rastî we qehremaniyeke mezin kir, weke şervanên Kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk. Lê pirs ev e, General encamên wê çi ne? Yanî, hûn dê bigihên kû derê? Ew qas fedekarî we kir, we çi bi dest xist?
Mezlûm Ebdî: Em wateyê didin vê pirsê û pirseke girîng e. Gelê me her pirs dike, rast e. Yanî, niha em bêjin, "Li gorî vê fedekariya mezin a gelê me jî kirî, ya ku me kirî, şehîdên me kirî, me encameke wisa xurt bi dest xwe xistîye?." Ez dê bêjim, na. Di wî alî de mijarê ku em tê de xwe rexne bikin û maf bidin gelê xwe hene lê belê em dixwazin bêjin, ev xebat ne wekî ku hinek dibêjin vala çû, bê encam maye. Na, ne bi wî rengî ye. Na, niha piştî vê xebatê û ev têkoşînên ku hatine kirin, niha mijarên ku em bi hikûmeta Sûriyeyê re gihiştine hevdû hene.
Rêkeftinên ku me bi hevdû re kirine hene, ew rêkeftinên di navbera serokê Sûriyeyê û navbera me de hatine çêkirin, me îmze kirine. Di wan rêkeftinan de taybetmendiya herêma Kurdan hatiye qebûlkirin. Di aliyê îdarî de jî di aliyê leşkerî de jî û di gelek mijarên din de jî. Ew cara yekem e li Sûriyeyê nêzîkbûneke taybet ji bo vê herêmê heye. Û herî dawî, ev rêkeftina 29ê meha yekê hebû. Her çi qasî ne li gorî daxwazên me be jî lê belê ev rêkeftin cihekî Kurdan di hundirê dewleta Sûriyeyê de dide çêkirin. Îtîfaqeke fermî heye. Lê belê em bêjin ku ev îtîfaq bibe destûr an tevlî destûrê bibe, xebat ji bo vê divê lê belê niha encamek heye û em li ser wan encaman dikarin tekoşîna xwe berdewam bikin û ez bawer im ji bo wê gele me jî gerek zanibe.
Rûdaw: Baş e, ew di dema pêş de bibe tiştekî destûrî, mesela, General? Garantî çi ne? Ew tiştê tu dibêjî wê di destûra nû ya Sûriyeyê de jî çêbibin? Yanî, mafên Kurdan bibin mafên destûrî?
Mezlûm Ebdî: Li gorî van rêkeftinên me îmze kirine, aliyên navdewletî hebûn. Wekî nimûne, serokê Fransayê Birêz Macron got, "Ez garantorê siyasî vê rêkeftinê me." Rayedarên Amerîkayê, çi yên leşkerî, çi nûnerên serokê Amerîka di pêvajoyê de amade bûn. Her çi qasî tiştekî îmzekirî nebe lê belê ew di vê pêvajoyê de bûn û hîn jî dişopînin. Pêkanîna van îtîfaqan hîn dişopînin. Aliyekî navneteweyî di kar de ye.
Dîsa jî tiştê ku em bi hikûmeta Sûriyeyê re axivîne, pêwîst e ku çareseriyên destûrî jî hebin. Li ser van jî hatiye axaftin. Soz hatine dayîn ku di dema pêş de, dema ku Sûriyeke nû hat avakirin, li ser van tiştan xebatek were meşandin. Lê ez dibînim, garantiya herî mezin a ku em van destkeftiyên xwe biparêzin, destkeftiyên ku niha di destê me de ne li ser erdê, û taybet di mijara xweseriya Kurdan de, ji bo ku bibin beşekî mayînde, beşekî destûrî, yekîtiya gelê Kurd gerek e, yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdan gerek e, û gerek e em xwe xurt bikin. Bi awayekî xurt tevlî avakirina Sûriyeya nû bibin. Û ji her tiştî giringtir, niha li ser erdê destkeftiyên me hene.
Li gorî îtîfaqiyên ku me bi vê dewletê re çêkirine, Kurd li hemû herêmên ku Kurd tê de ne, xwe bi rê ve dibin. Çi di aliyê leşkerî de be, çi di aliyê ewlehiyê, çi jî di aliyê birêvebirî de be. Ew herî giring e. Ew e ku tevahî hêzên siyasî lê xwedî derkevin, gelê me hemû lê xwedî derkeve.
Nebêjin ku ev tenê cihê partiyeke siyasî tenê ye. Ev êdî destkeftiyên hemû gelê Kurd e. Gaveke ku em hemî lê xwedî derkevin tekoşîneke mezin ji bo were kirin, yekîtiya Kurdan li derdora wê were çêkirin, ez wê dibînim garantiya herî mezin e ku em karibin mafên xwe di Suriyeyê de tesbît bikin.
Rûdaw: Yekîtiya Kurdan çima çênabe General? Çima dipirsim, mesela te li Rojavayê Kurdistanê di navbera aliyên siyasî yên cuda de gelek hevdîtin kirin û serperiştiya gelek civînan kir lê hûn negihiştin ti encaman an yekîtî çênebû. Pirsgirêk li kû derê ye?
Mezlûm Ebdî: Rast e, pirsgirêk hene li pêşiya ku yekîtiyeke Kurdan were çêkirin. Hûn dizanin me konferansek kir di wê konferansê de encamên baş derketin. Cara yekem di dîroka Rojavayê Kurdistanê de hêzên siyasî li ser bernameyekê, li ser hinek armancan bûn yek. Hin desteyên xwe jî çêkirin lê di pratîkê de ev ne meşiya. Niha ez naxwazim têkevim nav pirsgirêkan, ji ber ku em dixwazin ev bimeşe.
Lê ez karim bêjim ku ev hîn berdewam dike. Li gorî min, encamên wê konferansa ku hat çêkirin, ev hîn dimeşin, dewam e. Her çi qasî niha di pratîkê de rawestiyaye lê belê na, em kar dikin ku careke din di şertên nû de ev werin meşandin. Hinek pisgirêk hene, yanî ku gavekê ku yekîtiyeke Kurdan were çêkirin û bimeşe, divê her du alî jî li hev bikin. Divê her du alî rêkeftinek di navbera wan di warê meşandina pratîkê de çêbikin, ji bo ku were meşandin. Niha ev nîne lê belê em li ser kar dikin ku ev rêkeftin jî were çêkirin.
Rûdaw: Demekê dihate gotin, "General Mezlûm Ebdî li ser avakirina merciyeke (lêveger) Kurdan kar dike." Hîn di rojevê de ye ev?
Mezlûm Ebdî: Rast e, berî vê jî min di daxuyaniyeke xwe de da xuyakirin, me got ku bi baweriya min, piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk tevlî dewleta Sûriyeyê bibin, yek ji erkên min ên bingehîn ew e ku dîsa di nav gelê xwe de bim û em karibin li gel hêzên siyasî yên Kurdan ên dîtir, li gel kesayetên Kurd yên ku hene, em bikarin merciyeke siyasî çêkin. Ji bo ku em bikarin li destkeftiyên şoreşê xwedî derkevin, destkeftiyên heyî xwedî derkevin. Ev xebata me hîn dewam dike. Em dizanin ku zor û zehmetî hene lê belê em dixwazin bi şêwazên nû bi dan û standinên nû, bi hemû aliyên Kurdam re bi hêza li ser erdê, em bikin ji bo ku em bigihên armanca xwe, di vê armanca xwe de bi ser kevin.
Rûdaw: Hemû aliyên Kurdan li gorî ku ez dişopînim te qebûl dikin, êdî mixatebê fermî yên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê General Mezlûm Ebdî ye. Li Şamê hûn dê kar bikin ku Kurdistana Sûriyeyê, yan ev beşê Kurdistanê, di belge û dokumentên fermî yên dewleta Sûriyeyê de cih bigire?
Mezlûm Ebdî: Tê zanîn, gava ku ev destûra demkî çêbû, wê çaxê wan ji me re got ku ev destûr berê hatiye çêkirin, hîn berî ku em îtîfaqa 10ê Adarê îmze bikin. Gotin berî wê hatibû amadekirin. Ji ber wê, me derfet nedît ku em tiştê ku me li hev kiribû têxin nav destûrê. Bes, yanî, soz hat dayîn ku eger di dema pêş de xebateke destûrî were çêkirin, destûra nû were çêkirin tiştên ku serokkomarê Sûriyeyê li ser îmze kiriye, gerek têkevin nav destûrê.
Di van rêkeftinên me de heye, taybetmendiya Kurdan heye, mijarên bi zimanê Kurdî ve girêdayî hene, mijarên girêdayî mafên Kurdan hene. Ev babet gerek têkevin nava destûrê, hinek soz hatine dayîn û em dê jî vê bişopînin. Lê ez dîsa careke din dibêjim, ji bo vê têkoşîn gerek e, ji bo vê dîsa yekîtiya hêzên siyasî û yekîtiya gelê Kurd hemû gerek e û pêwîst e hemû li derdora destkeftiyên ku niha li ser erdê hene bibin yek û lê xwedî derkevin û em karibin van destkeftiyan di destûra Sûriyeyê de tesbît bikin.
Rûdaw: General, metirsî li ser van deskeftiyan heye ku we bi dest xwe ve anîne? Tirs heye ku ev destkeftî ji dest biçin?
Mezlûm Ebdî: Niha nîne, bes em gerek her tim rîskê bidin ber çavên xwe. Yanî, di encamê de siyaset berjewendî ne, berjewendiyên navdewletî hene, berjewendiyên herêmê hene, her kes li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Ji ber wê jî gerek em van rîskan bidin ber çavên xwe û ji bo wê jî em gerek têkoşînê bikin, xebatê bikin û em bi xwe li tiştên xwe xwedî derkevin. Yanî li tiştên ku li ser erdê hene, em bi xwe xwedî derkevin. Û helbet, em gerek li Şamê bin, em gerek di nav dewletê de bin û em gerek ji bo vê xebateke taybet bidin meşandin, ji bo ku tiştên li ser erdê hene têk neçin.
Rûdaw: Pirseke din heye, gelekî girîng e mesela ziman. Min li gel Eezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko hevpeyvîn çêkir û ez nizanim hûn çawa nêzîkî mesela ziman dibin. Mesela zimanê Kurdî li herêmên Kurdan bibe bijarde, bibe zimanê fermî, li kêleka zimanê Erebî were xwendin? Formulek di serê we de heye derbarê paşeroja perwerdeyê û zimanê Kurdî de li herêmên Kurdan?
Mezlûm Ebdî: Ev mijareke girîng e ji bo gelê me û ji bo me jî. Ez karim bêjim, mijara herî sereke ye ku di dan û standinên ku em bi dewleta Sûriyeyê re dimeşînin de, ji bo me rojeva yekem mesela ziman e. Û ez vê agahiyê bidim, di rêkeftina 29ê mehê ya ku me îmze kir de, wê çaxê hatibû nivîsandin ku mersûma 13an were bicihkirin. Min wê çaxê ew qebûl nekir. Min got, "Ji bo mesela ziman, min qebûl nekir." Me got Mersûma 13an di mesela zimanê Kurdî de têra me nake, ev 15 sal in li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî bûye zimanê ku tê xwandin û em heta zanîngehê hatine. Ji ber wê em nikarin vegerin ku ziman bibe bijarde yan bêjin zimanê îxtiyarî. Ne mumkin e.
Ji bo wê jî gerek zimanê xwendinê ku zimanê Kurdî be were dewamkirin. Ew her di rojeva me de bû. Çi qas civînên me li Şamê çêbûne, her dem ew rojeva me ya sereke bû. Di civîna dawî ya ku li Şamê çêbû, di navbera me û serokkomar de ez karim bêjim pêşketinek çêbû. Careke din ev ket rojevê.
Me jî hinek çareserî bi pêş xistin ji bo ku mesele nexetime û were meşandin û armanca sereke ew bû ku zimanê Kurdî wekî zimanê xwendinê bimîne, zimanê fermî yê xwendinê bimîne. Ew me kir yek ji rojevên me yên herî bingehîn û di vir de pêşketinek çêbû. Agahiya ku bi rengekî fermî dane me, niha komîteyek çêbûye ji kesên ku xwedan biryar in di vê meseleyê de, ji bo ku van mijaran çareser bikin.
Niha, ew tiştê ku ji me re dibêjin, dibêjin, "Gerek em bêjin, qutabiyekî Kurd, yan xwendekarekî Kurd, tenê zimanê Kurdî fêr nebe, gerek zimanê Erebî jî zanibe." Me jî got, "Ne mişkîle ye." Yanî, divê li kêleka zimanê Kurdî, zimanê Erebî jî hebe û her xwendekarekî ku dibistan xilas kir, her du zimanan jî zanibe pirsgirêk dernekeve. Her wiha me got, "Ne mişkîle ye, em di wê de nerm in." Bes a giring, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê xwendinê. Di vê de pêşketineke nû heye.
Rûdaw: Petrol, petrol di destê kê de ye? Petrola ku berê di destê we de bû bi salan û we ew petrol bi kar dianî û dahatek bû ji bo we. Niha paşeroja petrolê li cem kê ye, General?
Mezlûm Ebdî: Bi awayekî fermî, dosyaya petrolê bi giştî, em bêjin cihên petrolê yên di destê me de bûn, wekî Rimêlan û Siwêdiyê û cihên din, bi awayekî fermî teslîmî dewleta Sûriyeyê kirine. Me teslîmî Wezareta Neftê kiriye û niha şirketên Amerîkayî tên vê derê kar dikin. Peymanên wan bi dewleta Sûriyeyê re hene û ew niha wan ew dosya girtine û dimeşînin. Ji ber wê jî, niha em karin bêjin dosyeya neftê di destê dewleta Sûriyeyê ye de ye.
Rûdaw: We qet li hev kiriye ku beşek ji dahata petrolê ji bo we be?
Mezlûm Ebdî: Ji wê bêtir, gava ku hevdîtin çêbûn li ser vê mijarê, me ji wan re wisa got ku ev herêm, taybetî herêma Kurdan, parêzgeha Hesekê (Hisîça) heta cihên din, demeke dirêj ji aliyê rejîmên Baas û hîn berî wê jî hatine paşguhxistin. Wekî herêmekê bi paş de maye di warê aborî de, dewletê lê nenêrî ye. Ji ber wê, gerek ji bo vê herêma Kurdan û ji herêmên din ên Kurdan miameleyeke taybet hebe. Yanî, ji bo wan herêman pêşketinek hebe, taybet di warê budceyê de. Di vî alî de nêzîkbûneke erênî heye. Ew e ku me bi şêweyê giştî li ser li hev kiriye ku giringî çêbibe. Ji bo Parêzgeha Hesekê û cihên din, em li ser vê binerin ka ev hûrkarî di warê pratîkî çawa dê werin meşandin ew dê di demê pêş de derkevin.
Rûdaw: Ev dan û standinên te û Şamê, çûna te ya Şamê, ez nizanim tu çend caran tu li Şamê li gel Şer civiyayî?
Mezlûm Ebdî: Gelek Caran.
Rûdaw: Birêz General, ev tenê hevdîtinên devkî ne, yan bi rastî protokoleke îmzekirî di navbera we de heye? Tiştekî ku soz tê dayîn, tu dibêjî "soz hat dayîn", ew soz tenê bi dev tê dayîn an tiştekî îmzekirî di navbera we de çêdibe? Ji xeynî wê rêkeftinê ku me dît û di navbera we de hat îmzekirin.
Mezlûm Ebdî: Çi qas hevdîtinên me çêbûne, sebebeke xwe hebûye. Yanî tenê ji bo ku em hev bibînin em neçûne Şamê. Yanî me rêkeftin îmze kirine, heta niha me sê rêkeftin îmze kirine, yan jî em çûne ji bo rêkeftinên pratîkî. Me li ser wê li hev dikir. Û carinan me li hev jî nekiriye. Yanî, civîn me çêkirine û me li hev nekiriye û piştre şer derketiye. Me qebûl nekiriye û wan jî li ser ya xwe îsrar kirine û piştre şer derketiye. Carekê ew jî çêbû ez karim bi giştî bêjim, hevdîtinên me yên ku li Şamê çêdibin, taybet ên ku bi serokkomar re çêbûne, hevdîtinên ciddî ne û tê de meseleyên ciddî dihatin nîqaşkirin, rêkeftin dihatin kirin an jî ku çawa ev rêkeftin têkevin pratîkê. Em li ser wê sekinîne, ez bawer im di vî warî de jî bandorên erênî çêbûne, tevî hemû tiştên ku çêbûne.
Rûdaw: Werim ser meseleya HSDyê, Hêzên Sûriya Demokratîk ku tu fermandarê wê yî, entegrasyon berdewam dike. Gelek kes bi rengekî cuda li entegrasyonê dinêrin. Dibêjin, "Entegrasyon dibe sedema wê yekê ku êdî nema yanî Hêzên Sûriya Demokratîk nema, Rêveberiya Xweser nema." Ev entegrasyon bi rastî ti feydeyên Kurdan di vê entegrasyonê hene?
Mezlûm Ebdî: Bawer dikim heye, ev jî êdî şêwazekî çareseriyê ye. Mimkîn e hinek li dijî vê ne, hinek qebûl nakin. Ew nêrîna wan e, em tiştekî nabêjin. Dîsa, eger ku çareseriyên baştir hebin, dikarin ji me re bêjin û em dê li ser biseknin. Lê belê li gorî me di şertên ku çêbûn, di rewşa ku hat çêkirin de tiştê herî baş ew rêkeftina 29ê meha yekê bû.
Kurd armanc hatibûn girtin, pêşî li wê hate girtin. Xetera komkujiyê hebû li ser Kurdan, pêşî li wê hate girtin. Yek jî her çi qasî ne li gorî dilê me be, ne li gorî xwesteka me be lê belê hinek xweseriya Kurdan parast. Herî kêm rêkeftina ku li ser wê esasê niha entegrasyon dimeşe, esas em bi xwe nabêjim entegrasyon em zêde naxwazin li ser wê jî bisekinin. Em dibêjin bi cihkirinrêkeftina 29ê meha yekê ew peyv rastir e. Ji ber ku me îtîfaqek çêkiriye, di wê îtîfaqê de zelal e em dê çi bikin. Niha em wê bi kar tînin. Ji bo hêza me ya leşkerî, me biryar girtiye ku hêza me ya leşkerî bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê. Lê belê, em dîsa gerek bi nasnameya xwe tevlî bibin. Wekî Kurd em tevlî dibin, fermandarên Kurd tevlî dibin, leşkerên Kurd tevlî dibin, lîwayên Kurd hene. Ew lîwa gişk di hundirê teşkîlateke leşkerî de, bi dewletê re kar dikin. Û li gorî min, ew çareseriya herî erênî ya ku dibe me kiriba ji bo me ev bû. Di halekî de ku ciwanên Kurd yên ku di nav HSDê de ne, karibin di herêma xwe de leşkeriya xwe bikin û herêmên xwe jî biparêzin, û di heman demê de jî bibin beşekî fermî ji artêşa Sûriyeyê.
Çareseriya herî baş bû. Ji ber wê, eger ku ev pêvajo biqede jî yanî em wisa bêjin, hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk wekî ku hebû, ne ku ji ortê radibe lê belê rengê xwe diguherîne. Û ev hêzên ku berê li ser navê HSDyê bûn, ew bi navekî din, bi teşkîleke din, bi şêwazekî leşkerî yê ditîr, dibin beşek ji artêşa Sûriyeyê. Û fermandarên HSDyê ew jî cihê xwe di hundirê artêşê de digirin. Ev mesele dê herdu aliyan jî xurt bike, dê artêşa Sûriyeyê xurt bike. Di heman demê de jî Kurd herêmên xwe li ser navê Sûriyeyê, dewleta Sûriyeyê, karibin biparêzin.
Rûdaw: Dê hezên Kurdan li herêmên Kurdan bin?
Mezlûm Ebdî: Niha wisa ye. Niha, li gorî îtîfaqa 29ê meha yekê ku me li hevdu kiriye, hêzên Kurdan lîwaya Dêrikê heye, lîwaya Qamişlo, lîwaya Hesekê, lîwaya Kobaniyê niha em li ser kar dikin ku lîwaya Efrînê hebe, ji bo wê xebatek tê meşandin.
Rûdaw: Hêzeke Kurdan hûn li Efrînê ava dikin girêdayî Wezareta Parastina Sûriyeyê?
Mezlûm Ebdî: Li hevhatinek hebû bi Wezareta Parastina Sûriyeyê re ku ciwanên Efrînê yên ku berê di nav HSDyê de bûn, dîsa girêdayî Wezareta Parastinê ew jî wekî lîwayekê karibin li herêma Efrînê, nêzîkî herêma Efrînê, ew jî xwe kom bikin û bi erkê xwe yê parastinê rabin.
Rûdaw: Demeke diyarkirî ji bo hilweşandina HSDyê heye?
Mezlûm Ebdî: Na, em naxwazin peyva "hilweşandin"ê zêde bi kar bînin. Em dibêjin, HSD kengî bi tevahî tevlî artêşa Sûriyeyê bibe. Em dixwazin wisa bêjin ne ku hilweşîn! Em karin bêjin, niha beşek hêzên HSDyê tevlî bûye, êdî fermî tevlî bûye, perwerde dîtine û wekî beşekî artêşa Sûriyeyê kar dikin. Lê belê, hîn beşekî din nîvî pitir jî hîn tevlî nebûne. Niha em li ser kar dikin ku ew jî tevlê bibin. Ez bawer dikim, di demeke kurt de, pêvajoya tevlîbûna HSDê bi tevahî ji bo artêşa Sûriyeyê wê biqede.
Rûdaw: Tu dê derkevî li hemberî raya giştî û tu dê bibêjî êdî entegrasyon temam bû, Hêzên Sûriya Demokratîk nema?
Mezlûm Ebdî: Belê, mesela gaveke ku em bêjin êdî tevahiya hêzên HSDyê yên ku mayî, gişk tevlî bûn ku niha em di dawiya wê pêvajoyê de, wê çaxê em dê bêjin ew pêvajoya tevlîbûna HSDyê ji bo artêşa Sûriyeyê bi dawî bû. Êdî dê HSD bi navekî din karê xwe bike. Yanî, êdî dibe lîwaya Qamişlo, yan lîwayên din...
Rûdaw: Wekî hêzên leşkerî dimînin, yanî?
Mezlûm Ebdî: Dibin beşek ji artêşa Sûriyeyê, bi teşkîla xwe ya leşkerî dibe û di hundirê sîstemeke din de wê karê xwe bikin.
Rûdaw: Baş e, wê demê ez dê General Mezlûm Ebdî li kû derê bibînim?
Mezlûm Ebdî: Bi rastî, berê min di daxuyaniyên xwe de jî gotibû û ez hîn li ser axiftina xwe me, em gereke ji bo gelê xwe kar bikin, ji bo yekîtiya Kurdan kar bikin. Niha di tevlîbûna HSDyê ya artêşa Sûriyeyê, valatiyeke siyasî çêdibe. Ji ber ku 15 sal in, bi hebûna HSDyê rewşeke siyasî li vir heye, rojeveke siyasî li ser erdê heye. Em naxwazin valatiyek çêbibe. Helbet, gerek valahiyek ji HSDyê dernekeve, dîsa li vê derê hebûneke siyasî hebe ku karibe wê valahiyê dagire. Ez dê li ser wê jî kar bikim. Gerek xebatek ji bo wê were kirin lê dîsa li ku dibe jî li vir be, li Şamê jî be, li derve jî be. Ji bo gelê me çi baş be, ez ê wê bikim.
Rûdaw: Niyeta te heye ku tu li Şamê bimînî ji bo birêvebirina karê ku tu armanc dikî?
Mezlûm Ebdî: Di civîna me ya dawîn a ku bi Serokkomar re çêbû de, me li ser vê axivî û wan jî xwesteka xwe anî ziman ku ez li Şamê bim, bi hev re kar bikin, kar bimeşînin. Lê belê me hîn jî biryara dawî nedaye.
Rûdaw: Niyeta te çi ye piştî ku tu dawî li karê leşkerî bînî? Tu dibêjî, "Ez dê îdare bikim bi rengekî ji rengan." Lê di fikra te de, mesela li derve dihate bihîstin, xelk dibêjin, "General Mezlûm Ebdî dibe ku partiyeke siyasî ava bike."
Mezlûm Ebdî: Na, ne şert e tenê partî be. Berê jî min da xuyand, ji bo min girîng e ku valahiya ku ji tevlîbûna HSDyê ya artêşa Sûriyeyê derdikeve, vala nemîne. Ew muhîm e. Yanî kesên siyasî ku li derdora HSDyê bûn, têkiliyên HSDyê yên derve hene, têkiliyên xwe yên hundir hene; ew bi xebatek, bi kedeke mezin hatine çêkirin. Di nav civaka Kurd de û herwiha li derdorê jî dostên wê hene. Ji bo ku ev valahî çênebe, gerek cismekî siyasî were çêkirin. Êdî ew dibe partî, ew dibe cepha , ew dibe hereket, tevger... Yanî tiştekî wisa gerek e.
Rûdaw: Yanî ji bo wê valabûnê dagire?
Mezlûm Ebdî: Belê, ji bo ku ev valahî were dagirtin û ez dê bi dil û can piştgiriya wê bikim, ez dê piştgiriya hereketeke wisa bikim. Pêwîst e. Lê dîsa jî ji xeynî wê, gavên din heke gerek bin ji bo ku em têkevin xizmeta gelê xwe, helbet em dê bikin. Lê belê ew heye di rojeva me de ku em wê valahiyê bi awayekî siyasî bigirin.
Rûdaw: HSD dema ku şer dikir, şerê DAIŞê piştgiriyeke mezin a leşkerî û aborî jî ji Amerîkayê distand. Di budceya Amerîkayê de beşek ji bo we hebû. Ew alîkariya Amerîkayê ji bo we didome?
Mezlûm Ebdî: Niha ne berdewam e. Na, demeke dirêj e sekinîye.
Rûdaw: Tu alîkarî ji we re nayê ji tu derî?
Mezlûm Ebdî: Na di vê demê de, na.
Rûdaw: Ji Fransayê, ji Ewropayê?
Mezlûm Ebdî: Na, niha em li ti cihan alîkarî nagirin. Rastî di berê de jî di aliyê aborî de me alîkariyeke mezin nedigirt, ev agahî hinekî zêde mezin kiribûn. Yanî, leşkerên Amerîkayî li vir bûn, çek ji bo wan hebû, wan budceya xwe hebû, û beşek ji hêzên HSDyê, ne hemû hêzên HSDyê, ewên ku bi Amerîkayê re kar dikirin, beşekî taybet bû. Û dîsa, mijara girtîgehan hebû, beşekî taybet bû, alîkariya wan dikirin. Lê belê, ne tevahiya hêzên HSDyê piştgiriya wan hebû.
Rûdaw: Demekê dihate gotin tu diçî Amerîkayê, bi serdanekê tu diçî Amerîkayê. Bi rastî, medya gelekî pê re mijûl bû. Sedema ku General Mezlûm Ebdî neçû Amerîka çi bû?
Mezlûm Ebdî: Sebebeke wê ya taybet nebû. Lê belê em hemû bi şer re meşxûl bûn. Heta berî çend mehan jî em hemû bi şer re meşxûl bûn. Ji ber wê jî ne tenê Amerîka, cihên din jî em neçûn. Yanî, berî vê şer hebû, em derneketin derve zêde. Belkî derketin ji bo dîtina cîranên me nêzîk hebûn, karê me yê lezgîn hebû, karê me wisa pêwîst dikir ku bi şerê DAIŞê ve girêdayî bûn. Em carinan derdiketin, diçûn, dihatin, lê belê serdanên wisa ne ji bo Ewropa ne ji bo Amerîkayê çênebûn, ji ber wê meseleyê bû. Lê niha rewş hatiye guhertin. Niha derketin hene, me li Ewropayê jî hevdîtin çêkirin û mumkin e Amerîka jî biçin.
Rûdaw: Tu difikirî ku Ewropa û Amerîka pişta xwe da we piştî ku şerê DAIŞê bi dawî hat?
Mezlûm Ebdî: Na, em wisa nafikirin. Yanî em û Amerîkayî û Ewropayî em bi hev re şefaf bûn. Di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de li cem me bûn. Û wam roja yekê jî her digot, "Em ji bo DAIŞê li vir in." Ji bo şerê dijî DAIŞê li vir bûn. Yanî ku em bêjin piştgirî ji bo tevahiya doza Kurdan bikin, heta dawiyê bimînin, yan jî bêjin ji bo Kurdan kiyanekî çêbikin…
Rûdaw: Ti soz nedabûn?
Mezlûm Ebdî: Me ti sozê wan negirtibûn, di wî alî de ez nikarim bêjim xiyanet li me kirin.
Rûdaw: Ji ber ku Kurd dibêjin Amerîka xiyanet bi we kir.
Mezlûm Ebdî: Ez bi xwe wisa nabêjim, belkî hêviyên me hebûn, hêvî hebûn ku hîn dewam bikin, piştgirî bikin lê em dizanin dinyayê hemû berjewendî ye. Sozê ku dabûn me ev bûn, şerê dijî DAIŞê bû. Û piştî ku şerê dijî DAIŞê qediya, derketin. Niha dixwazin ji Îraqê jî derkevin.
Rûdaw: Rast e, meha 9an. Lê peywendiyên we û Amerîka hene niha?
Mezlûm Ebdî: Niha dewam dikin, erê. Dîsa, her çi qas çûn û hatin kêm bûbe lê belê, têkiliyên me bi tevahiya rayedarên Amerîkayî re hene, bi Ewropiyan re jî hene. Yanî em bi dostên xwe yên kevn têkiliyên xwe berdewam dikin.
Rûdaw: Di şerê DAIŞê de û heta niha, dostê herî nêzîk yê we kî ye ji welatên Ewropa û Rojava?
Mezlûm Ebdî: Em naxwazin ferqê bixin nava welatan lê em bêjin Serokê Fransayê eşkere piştgiriya xwe her tim diyar dike, eşkere dibêje. Yanî, di wî warî de, her tim wekî dibêjin muhtemîn, em dixwazin têkiliyên xwe bi her kesî re dewam bikin.
Rûdaw: Baş e, dan û standinên we yên rastrast bi Koçka Elyséeê re hene?
Mezlûm Ebdî: Erê, her tim erê.
Rûdaw: Yanî heta niha jî ew dostaniya maddî, leşkerî, yan jî manewî ew dostaniya bi Fransayê re? Yan jî bi rastî, weke hêzekê li pişt we ye? Di dan û standinên we de li gel Şamê piştgiriya we dike?
Mezlûm Ebdî: Bi rastî eger ku em mafê wî nexwin, Serokê Fransayê birêz Macron dema ku şer derket û dîsa ew rêkeftina 29ê meha yekê ku me çêkir, xwe gelek westand. Çend caran bi telefonê bi me re axivî. Li ser bendên wê îtîfaqê nêrîna xwe diyar kirin. Bi serokkomarê Sûriyeyê re jî axivî. Gelek kedeke wî çêbû. Got, "Ez garantorê siyasî yê vê rêkeftinê me." Em dikarin bêjin di warê siyasî de, di warê manewî de, piştgiriyeke wan heye.
Rûdaw: Berî reva Beşar Esed, peywendiyên te û Heyeta Tehrîr Şamê (HTŞ) hebûn?
Mezlûm Ebdî: Yên hevalên me hebûn, yanî hevalên me bi Heyeta Tehrîr Şam re têkiliyên wan her hebûn. Me têkiliyên xwe qut nekiribûn. Lê bi şexsî nebûne têkilî.
Rûdaw: Peywendiyên we bi HTŞyê re çi bûn?
Mezlûm Ebdî: Demekê em li cem hev bûn. Di 2012 û 2013an de, wê çaxê di navbera me de şer çêbû, di navbera me de rêkeftin jî çêbûn. Wê demê, hevalên me rayedarên wan dîtin, me îtîfaq çêkirin, dan û standin çêbûn, carinan şer çêdibû, gelek caran lihevkirin dihatin çêkirin. Pêvajoyek bû. Pişt re hevalên me yên Efrînê, ew jî li Îdlibê nêzîkî hev bûn, gelek mijarên hevbeş di navbera wan de hebûn. Fermandarên me yên li Efrînê jî dîsa bi wan re dan û standinên wan hebûn. Berî Birêveniriya Tehrîr Şamê, berî wê jî Cebhet Nusra bûn û têkilî her hebûn. Lê têkiliyên min ên yekser dema ev şerê dawî yê hîn berî Şamê bigirin, di navbera me de telefon çêbûn, têkilî çêbûn.
Rûdaw: Alîkarî ji we xwestin?
Mezlûm Ebdî: Erê, hîn berî ku Şamê bigirin, hîn di dema şer de bû. Wê çaxê, ji bo ku tensîq çêbibe, ji bo ku em bi hev re şer nekin, ji bo ku em karibin alîkariya hev bikin, wê çaxê em li hev geriyan. Em yekser bi wan re axivîn. Wê çaxê, me bi hev re tensîqek çêkir.
Rûdaw: Metirsî li ser Rojavayê Kurdistanê heye?
Mezlûm Ebdî: Rastî heye. Her tim gerek em wisa nêzîk bibin. Heta ku îtîfaqeke tam pêk neyê, rêkeftineke tam pêk neyê, rewş asayî nebe, her dê tirs hebin. Yanî pirsgirêk derdikeve, mezin dibe û mezin dibe. Berî çend rojan pirsgirêkek derket, eger ku we pêşî lê negirta, mimkin bû bibe sedema şerekî mezin.
Rûdaw: Mesela Serê Kaniyê?
Mezlûm Ebdî: Belê, mesela Serê Kaniyê.
Rûdaw: Koçberên Serê Kaniyê çi hat serê wan, General?
Mezlûm Ebdî: Berî her tiştî ez bêjim, rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî rewşeke xwe ya taybet heye. Yanî, şovenîzm li pêş e. Dewlet û saziyên wê jî ne hakim in li wê derê. Ew kesên ku niha hakim in li wir, gelek dest danîne ser milkên Kurdan û kesên ku bi HSDyê re bûn. Hinek naxwazin ew vegerin. Pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Ji ber wê jî şertên vegerê hinekî dereng çêbûn.
Di dema dawî de, ji bo gundên Serê Kaniyê ku vegerin, şertên wê çêbûn. Me şert ava kirin, li wir mayînên me hebûn, ew hatin paqijkirin. Ji bo wan gundan planek hat danîn û vegeriyan. 12 gund bûn, ez bawer dikim xelkê xwe vegeriyan. Lê belê bûyera ku derket, di hundirê Serê Kaniyê bi xwe de bû. Rayedarên wê derê soz dabûn xelkê me yê wê derê ku "dikarin werin, tiştek nabe". Ew jî li ser serê xwe çûbûn, wan jî sozên xwe pêk neanîn û wan nekarîbû li ser kesên wê derê hukim bikin, ji ber wê jî ev bûyer derketin.
Rûdaw: Metirsiya DAIŞê nemaye li ser Sûriyeyê yan jî li ser Rojavayê Kurdistanê?
Mezlûm Ebdî: Na, ez dibînim heye. Ewên xeteriya DAIŞê biçûk dikin, ne rast e. DAIŞ hîn rêxistinkirî ye, DAIŞ hîn kar dike. Belkî, berevajî vê, DAIŞ niha cihê xwe firehtir kiriye, ketiye bajaran jî, di bajaran de jî heye.
Rûdaw: Rêxistinkirî ye yan weke grûpên biçûk hene?
Mezlûm Ebdî: Belkî wek ast ne wekî berê ye lê belê niha belav bûye û di hemû bajaran de jî hebûna wan heye. Mesela, berê di bajarên mezin ên Sûriyeyê de nebû, lê niha di wan deran de jî xwe bi cih kiriye.
Rûdaw: General, ez li Rojavayê Kurdistanê geriyam, ez neçûme Kobaniyê ji ber ku dem çênebû lê li Parêzgeha Hisîçayê, xizmetguzarî gelekî kêm e. Xelk gazinan dike, dibêje, "Desthilatdarî di destê we de bû, di destê Rêveberiya Xweser de bû. Sebeb çi bû, dahateke we jî hebû, hûn hikûmet bûn li vir. Lê sebeb çi bû ku weke dihate xwestin we xizmeta Rojavayê Kurdistanê nekir?"
Mezlûm Ebdî: Mijara rexneyê em qebûl dikin. Em bêjin Rêveberiya Xweser berpirsyar bû û xizmet dida meşandin. Kêmasiyên me hene lê dîsa divê em bibêjin, li gorî derfetên di destê Rêveberiya Xweser de, li gorî wê xizmetek pêşkêş nekir. Di wî astî de, ew jî rast e. Mijara rexneyê ye û niha em rexnedayîna xwe dikin. Ew heye. Lê belê divê em rewşa ku em tê re derbas bûn jî ji bîr nekin û em xwe ji rewşa Sûriyeyê cuda bikin, ez bawer dikim ev jî ne edalet e. Mesela, em bêjin, li Sûriyeyê çar hikûmet hebûn: Hikûmeta Şamê hebû ya Êdlibê hebû ya Ezazê hebû û ya Rêveberiya Xweser hebû. Yanî, rewşa wan gişkan ji ya me ne baştir bû.
Rûdaw: Lê di warê xizmetguzariyan de Îdlib gelekî bi pêş xistin hikûmeta Şer.
Mezlûm Ebdî: Ez vê bawer nakim, ez ne di wê baweriyê de me.
Rûdaw: Tu ne di wê baweriyê de yî?
Mezlûm Ebdî: Ez ne di wê baweriyê de me.
Rûdaw: Lê dibêjin ew xizmeta ku hatiye kirin ji ya Rêveberiya Xweser baştir e.
Mezlûm Ebdî: Ez ne di wê baweriyê de me, tiştên ku Rêveberiya Xweser zêde kiriye jî hene, tiştên ku tê de kêmasî kirine hene. Her du alî jî hene. Em reş û spî nekin. Bi ya min ev ne di cih de ye. Di aliyê din de jî rewşekî me yê cuda hebû. Ez naxwazim biparêzim, ev axaftinên min wekî parastin neyên fêmkirin. Lê belê em gerek bi awayekî waqî lê binêrin. Heta berî salekê, heta ku berî Şam jî bikeve, hemû binesaziya Rojavayê Kurdistanê hatin bombebarankirin. Kareba hat bombebarankirin, şaredarî hatin bombebarankirin. Eger li ser Sûriyeyê ambargo carekî hebûya, li ser vê derê û li ser me du caran ambargo hebû. Pirsgirêk hebûn. Em ji şer derneketin, 15 salan em di şer de ne. Ji ber wê, em bêjin tiştê ku em dibêjin rast e, gelê me mafdar e gava ku rexne dike. Derfetên di destê me de bûn, diviyabû Rêveberiya Xweser bêtir xizmet bida. Lê belê em gerek gava ku dinirxînin, em gerek zor û zehmetiyan jî bibînin.
Rûdaw: Sûriyeke çawa te dixwest General? Sûriyeke ne navendî? Sûriyeke navendî? Yanî tu li paşerojê Sûriyeke çawa dibînî?
Mezlûm Ebdî: Em di wê baweriyê de ne ku tiştê ku berê çêbû, di dema Esed û Baasê de çêbû, sebebê xwe yê herî esasî ew bû ku hikmekî şumûlî (otokrat) bû, hikmekî merkezî yê mutleq bû. Ew navendî bû û esas sebebê hemû xerabiyên ku hatine çêkirin, zilma ku hatiye kirin, ew bû. Ji ber wê di paşeroja Sûriyeyê de sîstema navendî ne çareserî ye. Sûriyeyê berê tecrube kiriye, bi ser nexist. Em tiştekî ku berê hatiye tecrubekirin, gerek careke din tecrube nekin. Ji ber wê, sîstema herî baş ji bo Sûriyeyê ev e ku sîstemek nenavendî be, ji xwe nêrîna me bi vî rengî ye.
Rûdaw: Werin ser peywendiyên te û welatên cîran. Di nava gotinên xwe de te behsa cîranan kir. Navbera te û Tirkiyê çawa ye?
Mezlûm Ebdî: Eger li gorî berê em qiyas bikin, niha baştir e. Li gorî berî salekê, yanî, her em ji terefê Tirkiyeyê ve dihatin bombebarankirin, binesaziya me dihat bombebarankirin, em gişt hedef bûn. Niha, demeke wisa ye ku agirbestek di navbera me de heye, kanalên vekirî di navbera me de hene. Em bi hev re dan û standinê dikin û em dixwazin ev bêtir bi pêş bikevin û ji mijara agirbestê derbas bibe û bibe mijareke ku em karibin têgihiştinê di navbera xwe de çêbikin. Û êdî em û Tirkiye, yanî, dikarin bi awayekî asayî, wekî her kesî, bi hev re danûstandinê bikin.
Rûdaw: Dan û standin rasterast di navbera we de hene, yan jî navbeynkar hene?
Mezlûm Ebdî: Rasterast hene, hevalên me wan dibînin, ew jî hevalên me dibînin.
Rûdaw: Em dê kengî General Mezlûm Ebdî li Tirkiyeyê bibînin?
Mezlûm Ebdî: Ev li ser rewşa siyasî dimîne, li ser wê ku Tirkiye çi qas amade ye ji bo wê dimîne. Ez bawer dikim, eger rewş hinekî din amade bibe, wê tiştekî bi vî rengî çêbibe.
Rûdaw: Îşaret hene?
Mezlûm Ebdî: Belê, tiştên erênî hene. Hîn tiştên erênî hene. Û ez bawer dikim, ji mesleheta Rojavayê Kurdistanê jî ji mesleheta gelê Kurd li Sûriyeyê û ji mesleheta Tirkiyeyê ye ku têkiliyên me di asteke hîn bilindtir de werin çêkirin.
Rûdaw: Kengî General Mezlûm Ebdî û birêz Abdullah Ocalan hev dibînin?
Mezlûm Ebdî: Ew jî bi vê meseleyê ve girêdayî ye, bi meseleya me û Tirkan ve girêdayî ye.
Rûdaw: Dan û standinên rasterast di navbera te û Ocalan de çêbûne?
Mezlûm Ebdî: Na, çênebûne.
Rûdaw: Çênebûne?
Mezlûm Ebdî: Na, yên min çênebûne.
Rûdaw: Yanî yên hevalên te çêbûne?
Mezlûm Ebdî: Erê belkî çêbibin, yên min çênebûne, ez li ser xwe diaxivim.
Rûdaw: Tu dixwazî bibînî?
Mezlûm Ebdî: Ekîd (bêguman), em bêjin ew weke rêveberekî Kurd e û demekê ew 20 salan li vir jiyan kiriye. Ez bawer dikim, berê jî rola wî di mijara pêvajoya aştiyê ya ku çêbû, yanî em bêjin agirbesta ku çêbû, heta rêkeftinê çêbû, roleke wî tê de hebû.
Rûdaw: Aha, yanî rola Ocalan hebû di rêkeftinê de?
Mezlûm Ebdî: Tê de hebû û li gorî wê jî wê roleke wî ya erênî hebe.
Rûdaw: Ev pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê heye, pêvajoya aştiyê, lihevkirinê. Yasayekê derdixin. Bandora wê li ser Rojava wê hebe?
Mezlûm Ebdî: Heta niha heye. Ji ber ku em bêjin, yek sebebê ku niha agirbest heye û Tirkiye li vir naxe û êriş nînin wekî berî salekê, bandora wê yekser heye. Ez bawer im eger ev pêvajo bi pêş keve wê di aliyê erênî de bandora xwe zêdetir hebe.
Rûdaw: Navbera we û Başûrê Kurdistanê çawa ye, General?
Mezlûm Ebdî: Baş e. Yanî, ez bawer dikim niha di dema herî baş de jiyan dikin. Têkiliyên me bi her kesî re hene. Bi Hewlêrê re jî heye, bi Silêmaniyê re jî heye.
Rûdaw: Ji ber ku Serok Mesûd Barzanî di dema şer da, hem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê di rojên dijwar de pişta we girtin. Tu jî wisa dibêjî?
Mezlûm Ebdî: Belê.
Rûdaw: Hîn jî pêwîstiya we bi Başûrê Kurdistanê heye?
Mezlûm Ebdî: Ez bawer dikim, ji berê bêtir heye. Ji ber ku êdî em ketin pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoya nû de, Başûrê Kurdistanê dikare bêtir rol bilîze. Ew dema şer bû, dîsa di gelek aliyan de alîkariyên wan hebûn. Lê niha, di dema avakirinê de, di serî de di warê aborî de û di aliyê hilberînê de û hem di aliyê siyasî û dîplomasiyê de ez bawer dikim, pêwîstiyeke me ya bêtir ji berê wê hebe. Û têkiliyên Başûrê Kurdistanê bi hikûmeta Şamê re jî baş in. Ew jî dibe faktorek ku em bêtir di wê çarçoveyê de, yanî em û Hewlêr, Silêmanî û Şam, pêkve karibin xebateke hîn baştir bi hev re bimeşînin.
Rûdaw: Navbera we û Qendîlê çawa ye? Mesela demekê dihate gotin, beşek ji xelkê digot, "Dahata Rojavayê Kurdistanê ji Qendîlê re diçe, General! Bi rastî jî wisa bû."?
Mezlûm Ebdî: Binêre li vir gerek em du tiştan bêjin. Ya yekê em bêjin Qendîl, Bakurê Kurdistanê, heta kesên ku em bêjin girêdayî Qendîlê ne, çi ji Rojhilatê Kurdistanê, çi ji Başûrê Kurdistanê, bi hezaran hatin vir, şer kirin, parastin kir, şehîd ketin. Û niha hemû goristanên wan li vir in, venegeriyan cihên xwe jî û hemû li vê derê man. Wesiyeta wan ew bû, digotin ku "em li Rojava bimînin, em li Rojava werin binaxkirin."
Rojava alîkariya tevahiya Kurdistanê kir. Hemû parçeyên Kurdistanê jî hatin alîkariya Rojava kirin. Di wî alî de em vê ji bîr nakin yanî ew kesên ku hatin ji bo me xwîna xwe rijandin û li vir şehîd ketin û em parastin, em qet ji bîr nakin. Em gerek her du aliyan bibînin, aliyê parastinê jî bibînin. Wekî din, dîsa di wê mijarê de em bi gelek awayan hatine rexnekirin, taybet di aliyê siyasî de, di aliyê dîplomasiyê de.
Tirkan bi giranî li dijî me bi kar anîn. Ew yek heye. Niha di vê demê de em ketine rewşeke nû. Niha bi dewleta Sûriyeyê didin û distînin. Niha em bûne beşek ji saziyên dewleta Sûriyeyê. Me biryara xwe daye. Yanî, êdî Kurdên Rojava, temsîla xwe di HSDê de dibînin, di vê Rêveberiya Xweser de dibînin. Êdî me biryara xwe daye, em bi Şamê re kar dikin. Bi Şamê re em kar dimeşînin,.
Di civîna dawî ya ku li Şamê çêbû bi Serokkomar re, me li ser vê mijarê bi berfirehî û şefaf gelek axivî, em gihîştin encamekê. Me got ku ji îro û şûnde êdî hêzên me ku hatine û entegrasyon çêdibe, êdî em bi Şamê re kar bikin. Em dixwazin wekî Kurd bibin beşek ji vê dewletê. Kurd di avakirina dewleta Sûriyeyê de, di serxwebûna Sûriyeyê de nebûn beşek ji dewletê. Lê niha derfet çêbûye ku Kurd bibin beşek ji avakirina vê dewletê, dewleta Sûriyeyê. Niha me biryar daye ku em wisa bin. Me bi Şamê re li ser vê meseleyê nîqaş kiriye, me li hev kiriye.
Rûdaw: Lê General, Şam amade ye postên siyasî bide Kurdan?
Mezlûm Ebdî: Ez bawer dikim, amade ne. Li ser van tiştan hatiye axaftin. Ew li bendê ne ku ew meseleya entegrasyonê hinek din bi pêş keve û temam bibe ji bo ku gavên bi vî rengî bên avêtin...
Rûdaw: Hûn di entegrasyonê de lezê dikin û dixwazin zû entegrasyon çêbibe?
Mezlûm Ebdî: Bi xwe, li gorî rêkeftinê gerek bû di meha Sibatê de biqediya. Bi xwe dereng ketiye. Sebebê derengketinê ji her du terefan e, yanî ji wan jî ji me jî. Di vî alî de ez naxwazim zêde bixim stuyê hevdû lê belê dirêj bû, dereng ket. Êdî me plan kiriye ku di vê mehê de entegrasyon biqede.
Rûdaw: Pirsên min ên stratejîk ev bûn. Gelekî girîng bûn, Genral ji ber ku Kurd van pirsan bi rastî gelekî meraq dikin. Pirsên ku min hazir kiribûn ji bo vê hevpeyvînê pirsên xelkê bûn. Ez çûme Bakurê Kurdistanê jî xelk meraq dike çi tê serê Rojavayê Kurdistanê. Rojavayê Kurdistanê nema? Em destê xwe jê bişon! Min digot, "Dibê ku ez hevpeyvînekê li gel General Mezlûm Ebdî çêbikim." Digotin, "van pirsan jê bike." Yanî, bêhêvîbûn çêbû di nav xelkê de! Piştî ku di şer de ez nizanim, hûn dibêjin şikestin çêbû, şaşî çêbûn. Beşekî mezin ji xelkê Rojavayê Kurdistanê, heta Kurd bi xwe, hinekî bêhêvî bûn. Tu hêviyê didî Kurdan? Tu dibêjî, "Em neşikestin, em bi ser dikevin"?
Mezlûm Ebdî: Na, bila em vê jî deqîq (hûrgilî) bi nav bikin. Rast e, di aliyê leşkerî de em kişiyan, di herêmeke gelek dirêj de em kişiyan. li Şêx Meqsûd em şikestin. Me gelek tişt neparastin. Ev mijareke rexnedayînê ye ji bo me. Herêmeke Kurdan bû, îtîfaqek hatibû çêkirin, ew îtîfaq gerek pêk bihata. Îtîfaqa 1ê Nîsanê. Em jî para xwe tê de dibînin. Rastî, mijareke rexnedanê ye. Tiştê herî baş ew bû ku gerek îtîfaq pêk bihata ji bo gelê Şêxmeqsûd. Sebebên wê gelek in. Me di nav xwe de muhasebeya xwe kiriye û me hesab jî ji hev pirs kiriye.
Rûdaw: We hesab ji hev pirs kiriye ji ser wan tiştan?
Mezlûm Ebdî: Ekîd, me ji hev pirs kiriye û di wî alî de piştre em dê bi gelê xwe re jî ragihînin. Lê berê dê li navçeyên dîtir, yanî li Dêrezorê, bi rastî li wir de jî em hinekî kişiyan, hinekî xeletî çêbûn. Li wê derê jî windahiyên ku gerek me nedaban me dan, karîgerî çêbûn. Ev dîsa ew mijar in ku niha em li ser disekinin û ev mijarên rexnedayînê ne! Em ji bo gelê xwe dibêjin.
Lê belê ez vê bêjim ku dema me dît ku li vir şer bi pêş ket, me biryar da ku em bikişin, em vegerin herêmên Kurdîanû herêmên Kurdan biparêzin. Ew biryara me bû. Sebebên ku wisa bi ecele em vekişiyan û em hatin van herêman sekinîn ew bû. Rast e, di warê leşkerî de xetayên me jî bûn. Di aliyê leşkerî de mijarên ku em li ser bisekinin hene lê belê me nexwest li wê derê heta dawiyê em şer bikin, em vekişiyan û em hatin herêmên Kurdan. Piştre ez bi xwe derketim ragihandinê û min got ev herêmên me ne û em dê şer bikin.
Dema ku ez derketim ser ekranê, min got, "Êdî em dê li herêmên Kurdî şer bikin." Min bi xwe got. Parêzgeha Hesekê, herêma Cizîrê, ne Reqa û Dêrezorê. Ji bo me em dê şer bikin. Ev me ji dewleta Sûriyeyê re jî got, me ji Amerîkiyan re jî got, me ji her kesî re got. Me got, "Em dê li vir şer bikin." Pişt re hûn dizanin, rêkeftin bi pêş ket û şer sekinî. Ji bo wê eger em bi vî rengî binirxînin dê hîn baştir be. Ji bo min ev mijara rexnedayînê ye lê belê gerek bi şêwazekî din ew were rexne kirin. Lê niha li vê herêma ku em tê de ne, rêkeftinek heye. Em jî û dewlet jî, em li gorî wê rêkeftinê gerek bimeşin. Û ez dibînim ku tiştên em biparêzin hene li vê derê.
Rûdaw: Baş e, hinek pirsên min ên taybet hene, çima ez bêjim taybet? Hevpeyvînên siyasî ne, stratejîk in, pirsên wisa giran in, yanî li ser meseleya paşeroja Rojava. Lê gelek kes te meraq dikin, weke General Mezlûm Ebdî, belkî hevalên derdora te baş te nas dikin lê xelkek heye dixwaze te baş nas bike. Bi rastî, te li Helebê xwendiye, endazyarî xwendiye, li Helebê ji malbateke têgihiştî yî. Bavê te Doktor Xelîl Ebdî, yekemîn doktorê Kurd e li Kobaniyê. Şaşiya herî mezin a ku Mezlûm Ebdî kiriye çi bû? Şaşiyeke ku tu bêjî, "Xwezî min ev xeletî, ev şaşî nekiriba"?
Mezlûm Ebdî: Ew, bi rastî, pirseke zehmet e. Bes ez dê bersiva wê bidim. Miletê me jî eleqedar dike. Taybet, piştî ku me îtîfaqa 10ê Adarê îmze kir, derfetek hebû ku em pêk bînin. Şaşiyên siyasî yên me hebûn. Helbet, min dixwest ez têkoşîneke bikim ku em wê îtîfaqê derbas bikin û pêk bînin lê ez dinêrim, hewldanên min kêm bûn. Hewldanên min ku em karibin tiştê ku me bi dewleta Sûriyeyê re li hev kiribû têxin pratîkê, hewldanên min kêm bûn.
Ez wê ji bo xwe weke şaşiyeke herî mezin dibînim. Eger tu ji min bipirsî di kîjan mijarî de heqê rexnedanê bidim gelê Kurd, ez dê di vê mijarê da bidim; yanî gerek bû me têkoşîneke mezintir bikira. Ji ber ku me karîbû wê îtîfaqê têxista pratîkê. Niha ji bo ku ez wê derbas bikim, niha dîsa em di pêvajoyekê de ne. Min soz daye gelê xwe, ji bo vê carê, rêkeftineke ku dîsa her çi qasî ne li gorî dilê me be, ne li gorî xwestekên me be, lê belê ji bo ku careke din şer dernekeve, ji bo ku careke din em rûbirûyî tiştên ku gelê me nexwaze nebin, min soz daye ku ez dê hemû taqeta xwe bidim, hemû hewldanên xwe bidim, ji bo ku vê carê em vê rêkeftinê pêk bînin û aramî çêbibe. Û piştre, em têkoşîna xwe dewam bikin.
Rûdaw: Dema dikevî tengasiyê, mesela biryarekê didî, li xwe heyirî kesek heye yan kes hene ku ji bo şêwrê tu vegerî ser wan?
Mezlûm Ebdî: Erê, tîma min, hevalên me hene yên ku li vir kar dikin, di fermandariya HSDê de hene. Helbet, em bi hevdû re dişêwirin û nêrînên wan digirin û gelek caran jî feyde jê çêbûye. Bi rastî, gelek caran ez nêrînên gel jî ciddî digirim. Dibînim yek ji gel tiştekê dibêje "divê te ew bikira", em lê dinêrin û dibînin baş e, em tên ji hevalên xwe re dibêjin "baş e em bikin" û êdî em dikin.
Rûdaw: Navbera te û xelkê baş e, tu xelkê dibînî? Tu xelkê peşwazîya dikî?
Mezlûm Ebdî: Ez her hewl didim ku baş be.
Rûdaw: Niha tu serkirdeyekî giring î, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li beşên din jî yên Kurdistanê her kes te qebûl dike, her kes rêzê li te digire û ji te hez dike. Ew hevalên te yên berê, berî ku tu bigihîjî vê pozîsyonê, her hevaltiya te maye nemaye? Mesela, hevalên te yên zanîngehê li Helebê, hevalên te yên berê, hevalên te yên Kobaniyê? Qet peywendiya te li gel wan maye, General?
Mezlûm Ebdî: Erê, têkiliyên me baş in. Hinek hene, carinan tên bîra min, tên cem min, dibêjin, "Em bi hev re bûn." Surprîzan çêdikin û ez gelekî kêfxweş dibim. Erê, ew hene, gelek hevalên min ên kevn hene. Tu rastî jî bixwazî, min ji wan re gotiye em ji hevdû qût bûne lê niha gereke hûn bên bi min re kar bikin û min hinek ji wan xistine ser kar.
Rûdaw: Bêriya jiyana sivîl nakî? Jiyana medenî? Mesela, her dem em te bi cil û bergên leşkerî dibînin.
Mezlûm Ebdî: Bi rastî, gava destpêkê ez hatim Rojava, destpêka şoreşê, min xebata medenî meşand, xebata siyasî. Bes pişt re, şer li ser me hat ferzkirin. Me cilên leşkerî li xwe kirin, di 2013an de. Di 2011 û 2012an de, min xebata siyasî meşand û zêde karê min bi leşkeriyê re nebû. Bes şer li ser me hat ferzkirin, di 2013an de me cilên leşkerî li xwe kirin heta îro me ne deyna, lê ez bawer dikim, êdî dem hatiye ku em deynin.
Rûdaw: Aha dem hatîye, nêzîk e ev dem?
Mezlûm Ebdî: Ez bawer dikim nêzîk e.
Rûdaw: Êdî em te bi cil û bergên leşkerî nebînin?
Mezlûm Ebdî: Ez bawer dikim, dema ku tevlîbûna HSDyê bi awayekî temamî ji bo nav Artêşa Sûriyeyê çêbe û em vegerin karê xwe yê din û ji bo gelê me baştir e, ez bi xwe xwesteka gel esas digirim, gava pêwîstî bi eskerî be ez dê bibim eskerî niha pewîst e siyasî ez dê siyasî bim.
Rûdaw: Tu qet li stranekê guhdarî dikî? Ev tişt li cem te hene General, hunermendek heye ku tu bêjî, "Ez jê hez dikim, stranên wî, ez her dem lê guhdarî dikim"?
Mezlûm Ebdî: Bi rastî heye. Dema xwe de min piştgîrî jî jê re dikir, belkî tê bîra te dema me li Helebê dixwend û me kar dikir, wî çaxî me gelek kom çêdikirin, piştgîrî wan dikir.
Rûdaw: Rast e, tu piştgirekî pir sereke bû ji bo kar û barê hunerê.
Mezlûm Ebdî: Niha jî ez hîn piştgîrî dikim û giringî didim. Lê ez naxwazim zêde têkevim nava babet û navan bêjim da ku kes aciz nebe.
Rûdaw: Tu ditirsî hinekan aciz bikî?
Mezlûm Ebdî: Erê, ez naxwazim cudahiyê bixim nav wan de.
Rûdaw: Ji Kobaniyê ji zarokatiya te çi tîne bîra te?
Mezlûm Ebdî: Qonaxa seretayî tê bîra min. Ew muhîm bû. Hewldana me ya yekê dema em di qonaxa seretayî de bûn ez û çend hevalên min hebûn. Me dixwest em navên hemû dibistanên Kobaniyê biguherînin û hemûyan bikin dibistanên Kurdan. Me li ser wê nîqaş dikir. Em navên dibistanan biguherin yan neguherin. Ez çûme Kobaniyê, ji min re gotin, "Em navan diguherînin." Dewleta Sûriyeyê mersûm derxistibû, me got em navê şehîdan bixin ser, ew tê bîra min, gava ku em nû em derbasî qonaxa navendî dibûn, carekê min û hevalekî xwe, em çûn boyax rakirin û me navê hemû dibistanên Kobaniyê guhertin. Me hemû kirine Kurdî û di şevekê de me hemû xilas kirin û pişt re meseleyeke mezin li Kobaniyê çêbû, pişt re muxaberat ketin babet û hinek kes hatin girtin. Ev bîranîn tê bîra min.
Rûdaw: Eger te xwendina xwe xelas kiriba, niha me wek endazyarekî Kurd didîtî! Ne?
Mezlûm Ebdî: Rast e, min ji xwe jî ji endazariyê hez dikir lê niha em tevlî karê siyasetê bûne.
Rûdaw: Tu bîra wan rojên xwendinê, li Zanîngeha Helebê nakî?
Mezlûm Ebdî: Bi rastî, Zanîngeha Helebê ji bo min tiştekî taybet bû. Ji ber ku em bi şêwazekî birêvebirî ketibûn xebata siyasî. Berê wek dostanî me dikir lê çaxê em ketin zanîngehê tiştekî din bû, em ji bo armanceke siyasî ketin nav de. Me xebateke siyasî ya mezin di zanîngehê de dimeşand. Ez bawer dikim di jiyana min a siyasî de xebata herî mezin ew bû ku me bi hevalên xwe re di zanîngehê de dimeşand, bi dehan hevalên min bi min re tevlî xebata siyasî bûn û gelek ji wan heta niha bi me re ne. Hinek şehîd ketin, hinek jî heya niha bi hevdû re ne û em dewam dikin.
Rûdaw: Kêfxweş bûm. Min got, piştî 30 salî careke din te dibînim. Bi rastî, kêfa min gelekî hat. General, tu her wek berê yî. Min tu li Kobaniyê dîtî, li Helebê dîtî di dema xwendinê de, min tu li Ewropayê dîtî, her wek xwe yî. Niha jî ez te dibînim wekî serkirdeyekî Kurd û generalek, fermandarekî mezin ê hêzên Kurdan ku Kurdistana Rojava parastin, li dijî DAIŞê lê her wek xwe yî tu ! Tu jî xwe wek xwe dibînî?
Mezlûm Ebdî: Ez bi xwe naxwazim ji sirûşta xwe dûr kevim. Kesayetiyeke min a xwezayî heye, hinek hene min rexne dikin û dibêjin tu zêde xweza yî û dibêjin tu protokolan ciddî nagirî û min rexne dikin, ji min re amojgarî gelek tên di vî warî de lê ez dixwazim wisa bi xwezayî bimînim û berê çawa bûm her wisa dewam bikim.
Rûdaw: Her wek xwe dimînî, her wek xwe bimîne jî! Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. Mala te ava be ku te qebûl kir. Kêfxweş bûm. Tiştekê dawîyê eger bixwazî.
Mezlûm Ebdî: Ez dixwazim di despêkê de spasiya gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistnê bikim ku piştgiriya Rojava kirine. Ez ji dil spas dikim. Bi rastî, di dema dawî de me pêvajoyeke zehmet jiyan kir. Em dizanin gelê me gelekî pê êşiya. Ez dixwazim bêjim, em bêtir êşiyan, ji ber ku hevalên me şehîd ketin, hevalêm me dîl hatin girtin. Ev pêvajo em bi xwe jî di nav de bûn. Em jî pê êşiyan û helbet me muhasebeya xwe jî kir.
Niha me ev pêvajo qedand, di nav xwe de tiştê ku pêwîst bû me kirin, ez dixwazim ji gelê xwe re bêjim, êdî em dikevin pêvajoyeke nû. Niha bi hikûmeta Sûriyeyê re rêkeftineke me heye, em dê di vê mehê de biqedînin, em dê bi ser bixin. Pêvajoyeke ku ji bo Rojavaez dibînim, girîng e dîsan dest pê bike.
Em dê bi rêve bibin, em çi di warê hikumî de çi di warê îdarî de, di warê siyasî de li ser destkeftiyên ku heta niha hatine çêkirin, em dê xebateke mezintir bikin. Ser bingeha wan serkeftinan em dê xebateke ji berê mezintir bikin ji bo ku em xweseriya Kurdan biparêzin, ji bo ku Kurd di nava vê dewletê de cihê xwe xurtir bigirin, destkeftî tevahî werin parastin.
Pêwîstiya me bi xebateke nû û xurtir heye. Em dê wê bi xwe bi rê ve bibin û bimeşînin, em çi ji gelê xwe dixwazin gelê me van pêvajoyan derbas bike. Gelê me hemû bi hêvî be, hêviya xwe ji berê xurtir bike. Û ew jî bi me re di vê meşa ku em dest pê dikin de tevlî bibe. Em bi hev re bimeşin heta ku em mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê misoger dikin. Daxwaziya me û hêviya min ji gelê me ev e.
Rûdaw: Zor zor Spas, temeşevanên hêja. Ev bû hevpeyvîna li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm Ebdî. Em li bargeha wî ne û Em û tîma me pêşwazî kir. Em ji Hewlêrê tîmeke mezi hatin. Spas ji bo temaşekirinê. Ez bawer dikim dê bandora vê hevpeyvînê ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê dê li ser hemû Kurdistanê hebe. Heta hevpeyvîneke din, bimînin di xweşiyê de.


