Ocalan: Diya min ne tirk e!

20-08-2017
Mem Wêranî
Osman Ocalan
Osman Ocalan
Nîşan Osman Ocalan PKK Abdullah Ocalan Kesîre Yildirim Cemîl Bayik
A+ A-

Serkirdeyê berê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Osman Ocalan got, diya min ne tirk e.

 

Ocalan dibêje, “Evdila Ocalan dê bê teredut bigota 'Erê' ji giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê re, lê tevî rexneyan.”

 

Serkirdeyê berê yê PKKê tasfîyekirina Kesîre Yildirim jî wisa nirxand, “Kesîre hevala Ocalan bû û dibû rojekê di nava şoreşê de biba desthilatdar. Ji ber wê yekê ew dixebitîn da ku wê berteraf bikin.”

 

Osman Ocalan bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Te, xwişk û birayên xwe zaroktiyeke çawa derbas kir?

 

Gundê me di herêmeke mozaîk de ye. Sê aliyê wî niha bi tirkî diaxivin. Di 1915î de ermenî, aşûrî bi kurdan re li ser vê axê dijiyan. Xelkê ne musilman ji navçeyê hatin derxistin û berên wan dan Helebê.

 

Tirkên ji Balkanan anîn li şûna wan hatin bicihkirin. Bi rastî ew ne tirk bûn, xelkê din bû yên ku dixwestin bibin tirk. Wan tirkîtî û musilmantî qebûl kiribûn.

 

Ez dikarim bibêjim ku ew gundên ermenî û asûrî jê hatine derxistin arnawût, bûlgar û xelkên Balkanan hatine bicihkirin. Zaroktiya me jî li gundekî wisa û di malbateke halê wê baş de darbas bûye.

 

Salên te yên li dibistanê çawa derbas bûn? Tu dikarî hinekî behsa wê bikî?

 

Kurdan dereng dest pê xwendinê kir. Dibistan li Kurdistanê di salên 1960î de vebûn. Birayê min Birêz Ocalan di wan salanan de dest bi xwendinê dike. Yekem nifşên li gund dest bi xwendinê kiriye em in.

 

Dibistana seretayî me li wê derê xwend, lê rewşa me qîm nedikir me xwendina xwe berdewam bikira. Bi rêya xizma em çûn Belkîsê. Me xwendina xwe bi zor û zehmetî û îmkanên sînordar berdewam kir.

 

Em sê bira bûn, ji aliyê zekayê ve pirsgirêkek me nebû. Birayê me yê mezin Birêz Evdila Ocalan bi zeka xwe super bû. Birayê me Mihemed nexwendibû lê gelek tişt tê digihîşt. Ji bo min jî em dikarin bêjin xwendekarî baş.

 

Tirkbûna diya te di nava xelkê de gotineke berbelav e. Gelo ev rast e?

 

Ji bo eslê dapîrê min dibêjin tirk in, belkî arnawût belkî jî ji miletekî din bin be. Yanê ez dizanim ku dapîra ne kurd e. Serok Ocalan wexta li Kenyayê hate girtin gotibû, “Dayika min tirk e”. Wekî min berê anî ziman guhertinek komelî li navçeyê rû da.

 

Ên ji Balkanan anîn hemûyan ji xwe re digotin em tirk in, dapîra min jî yek ji wan bû. Aliyê bavê me xalîs mûlîs Kurd in, aliyê diya me jî kurd, tirk, aşûrî û ereb tevlihev in. Belkî aliyekî diya min tirk be, lê sedî sed ne tirk e.

 

Gelo rola dê û bavê te di hundirê malê de çawa bû? Kîjan zêdetir bi bandor bû?

 

Bavê me ne wekî bavê din bû. Dayika me hinek taybetmendiyê wê hebûn, li zaroka xwedî derdiket. Dayika me du tişt ji xwe re dikir esas.

 

Yek: Pêwîst e zarokên wê serkeftî be, du: nedihîşt ti kes ji wan xurttir be û li ser wan desthilatdariyê bike.

 

Bavê min wekî gundiyekî feqîr bû, lê kesekî bi zakaya xwe xurt bû.

 

Paşnavê Ocalan ji ku derê tê?

 

Dewleta Osmaniyan dixwest li navçeyê dest bide ser erdê baş ên kurdan. Li wê wextê nerazîbûnek di navbera kurd û tirkan de durist dibe. Heta heta digihêje qonake wisa ku tirk dibêjin wexta em hatin gund divê hûn pêwistiya me ya jinan jî peyda bikin.

 

Bapîrê me Hisên Axa vê yekê qebûl nake û tiştên wisa dike bila careke din desthilatdarê tirk neyine gund. Birayê bapîrê min Ebdî axa tê kuştin, ên me jî didin pê tolê ji ber wê jî ji me re dibêjin Mala Ocê.

 

Ti poşmaniyê te heye di jiyana te de?

 

Piştî salên 2000î pêwîst bû rêya siyasetê bihata hilbijartin. Em dizanin ku li welatê me şer berdewam bû. Ez ji ber vê yekê poşman im ku me nikarî xebata siyasetê pêş bixin.

 

Carekê ez li mektebê bûm. Bavê min, şûna ku 50 hezarî bide 500 hezar dabû min. Pêwîst bû min ew li bavê xwe vegeranda lê min venegerand. Piştre jî bavê min ev dizanîbû, lê bêdeng ma. Min dixwest ku ev kêmasî jî di jiyana xwe de li hemberî bavê xwe nekira.

 

Di jiyana te yê siyasetê de çi bîreweriyê te heye ku tu qet ji bîr nakî?

 

Min hemû wextê xwestiye ku bi rêyekê ez xwe bigêhînim Barzaniyê Nemir. Ez birayê serokekî bûm û xwediyê bandoreke xurt bûm. Di nava şoreşê de xwedî berpirsyar bûm.

 

Herwiha Barzaniyê Nemir di dilê me de bû. Mi dixwest ku em bi wî re bibin yek. Gelek caran hilbijartin hatin pêş me.

 

Em dizanin ku PKK li ser dijatiye Barzaniyê Nemir û bizava wî xebatan dike. Me di nêv şoreşê me nedixwest ku em dijatiyê bikin, lê ev rêxistina ku em di nêv de me mebûr kiriye ji bo dijatiyê.

 

Tu dikarî hinekî behsa zewac û zarokên xwe bikî? Pêwendiyên te bi wan re çawa ne?

 

Zewaca min jinanîneke bê amedebûn bû. Me wisa dest bi jiyaneke komelî kir. Em jê re ne amade bûn, ne ji aliyê madî û ne ji yê manewî ve. Piştî zewac û zarokan hêdî hêdî tevî gelek tengasiyan em fêrî jiyana komelî bûn.

 

Di jiyana komelî de girîngiya tiştên biçûk hene, lê di jiyana me ya gerîla de ne wisa bû.

 

Niha ji hemû wextan zêdetir bi zarokên xwe re wext derbas dikim. Sê zarokên min hene: Firat, Welat û Evdila.

 

Ez ji zarokên xwe kêfxweş in û dixwazim berpirsyariya xwe li hemberî wan bicih bikim. Ez bi xwandina wan re eleqedar im, bi taybetî bi xwendineke kurdî.

 

Jina min ji Başûrê Kurdistanê, ji eşîra Herkiyan e. Ez pê xweş im ku hevala min di nava jiyaneke sade de ye.

 

Rojek te çawa derbas dibe? Wexta te heye ji bo siyasetê?

 

Jiyana min siyasî ne çalak e. Di siyasetê de danûstandina min heye. Ez bi rengekî di nêv de me, lê siyaset ne hemû jiyana min e.

 

Ez kanalên kurdî, tirkî temaşe dikim. Ez ragihandina Tirkiye û Kurdistanê rojane dişopînim.

 

Ji bo paşeroja xwe tomar bikim xebateka min a pirtûkê heye û berdewam dike.

 

Hunermendekî li ber dilê te heye?

 

Şivan Perwer di despêka şoreşgeriyê de cihekî xwe yê taybet hebû. Ew ji bo min serhildarekî kurd bû. Hestên wî jiyan dikir, xwîna me germ dikir û bizav me xurttir dikir.

 

Hemû hunermendên kurd ji bo me nirx e. Çopî jî guhdarî dikim. Hemû lehçeyan guhdarî dikim, bi taybetî jî dengên klasîk.

 

Kêfa te ji xwarinê re tê?

 

Eger xwarinek taybet hebe ez red nakim, lê ji bo ez çêbikim hewldaneke min a taybet nîne.

 

Evdila Ocalan herî zêde ji kîjan xwarinê hez dike?

 

Carekê ez çûm mitfaxa Ocalan, du hevalên keç li wê derê dixebitîn. Wan ji min xwest ku çîkê goşt ji bo wî çêbikim. Min bi destê xwe çîkê goşt ji bo wî çêkir.

 

Lê, pir bi cîdî nebe jî ez rastî rexneyê hatim. Ji min re got, “Mirovekî berpirsyar cihê wî ne mitfax e, siyaset e.” Bi vî rengî ez hatim rexnekirin jî.

 

Pirsgirêka te bi qelewbûnê re heye?

 

Ji ber qelewbûnê gelek nexweşî çêbûne û bandorên wê yê nebaş li ser min hene.

 

Bejna te çend bilind e?

 

1.72-3

 

Tu ji bo tenduristiya xwe çi dikî?

 

Şîrînayiyê naxwim, birincê gelek kêm dixwim. Hewl didim ku sê tiştên spî nexwim: Xwe, şekir û birinc.

 

Tu qet werzişê dikî?  

 

Ez dixwazim hinekî çalak bim. Herwiha dixwazim di jiyana min de xebatek hebe ku ez pê re mijûl bim

 

Tu herî zêde bi çi aciz dibî, çawa diyar dibe?

 

Bêsîstemî min aciz dike. Di destpêka xebata xwe de heta min xwestiyê bisîstemî bicih bibe, jiyaneke rêk û pêk û demdagirtî be. Mixabin, piştî ez ji çiyê qut bûm min nikarî jiyanake rêk û pêk berdewam bikira.

 

Tiştê ku herî zêde min aciz dike ev e: Gava yek di wexta de amade nebe ji bo biçin cihekî.

 

Wexta tu aciz dibî tu çi dikî?

 

Ez aciyên xwe bi gotinan tînim zimên, rêyeke din bikar naynim.

 

Zewaca Kesîre Yıldırım û Birêz Evdila Ocalan li ser medyayê gelek tê nirxandin û gelek îdîayên rengereng li ser wan heye. Tu li ser vê yekê çi dizanî?

 

Zewaca Kesîre û Ocalan zewecake sîyasî ye. Hin kes dibêjin, 'Bavê wê kesekî xirab ji ber wê Kesîre jî gumanbar e'. Ez vê nerînê di cih de nabînim. Bi qasî ku min ew dît jineke şoreşger bû.

 

Di bin cihêbûna wan hin tiştên din hene. Her kesî digot rojekê Apo dê were tasfîyekirin. Ku tasfiye bibe ew dê çi be? Kesîre hevala Ocalan e û dibû rojekê di nava şoreşê de biba desthilatdar.

 

Ji ber wê yekê ew dixebitîn da ku wê (Kesîre) berteraf bikin. Yek ji wan kesên ku xebatên taybet dikirin Cemîl Bayik bû, ji Kesîreyê hîç hez nedikir.

 

Te behsa pirtûkekê kiribû, tu li ser çi dinivîsî?

 

Min du beşên wê temam kiriye. Li gorî xwe rastiya şoreşa PKKê dinivîsînim. Bawer dikim vê zivistanê ez dê bidawî bikim.

 

Navê pirtûkê 'Kürt Trajedisinde Bir Sayfa' (Di Trejediya Kurdan de Rûpelek) û bi zimanê tirkî ye.

 

Tu dixwazî rojekê vegerî Bakurê Kurdistanê?

 

Her wextekê ez dixwazim vegerim Bakurê Kurdistanê. Wexta ez vegerim wê derê ez dê dest bi xebata siyasî bikim. Heta wê wextê ez dê nekevim nava siyaseteke çalak.

 

Metirsiya te heye ji bo pêşerojê?

 

Her tim metirsiya min heye. Dijminê me bi veşartî gelek hewl didin ku kurd ji hevdu dûr bixin. Di serkirdetiya PKKê de tovê dijîtiya navxweyî gelek e. Tirsa min a herî mezin ev e: Rojekê serkirdetiya PKKê bibe sedema şerê navxweyî.

 

Eger te karîbûya di 25ê Îlonê de rengê dengê te dê çi bûya?

 

Ez kurdekî welatparêz im. Her kî ava dike bila bike ez bi dewlata kurdî re me. Îro PDK pêşengtiyê ji avakirina dewlata kurdî re dike. Serok Barzanî serokê vê xebatê ye. Tiştê girîng ji bo min, divê hemû kurd piştgiriyê li vê xebatê bike. Serok Barzanî ji hemû serokên din zêdetir xwedan maf e ku îmza xwe li vê xebatê bike.

 

Barzanî, hêza azadî ya kurd a herî kevn e. Ji Ebduselam Barzanî dest pê dike heta niha tê. Hin kes dibêjin rewşa wan a madî baş e, lê bila ji bîr nekin carinan wext wisa lê hatibû nanek nedîtin. Li Îranê bûn xwarin nebû ku bixwin, lê wê wextê jî kurdîtî dikirin.  

 

Ez dua dikim ji Xwedê re, 'Xwedêyo vê malbatê mexdûr neke. Hemû wextan serkeftî bike da ku xizmetê xwe ji bo Kurd û Kurdistanê zêde bike.'

 

Ên ku dibêje ez kurd im, di laşê wî de dilopek xwîna kurdîtiyê hebe jî divê bêdeng nemîne û bibêje di serokatiya Serok Barzanî bi xêr hatî Kurdistana serbixwe.

 

Rêjeya dengên 'Erê' dê di giştpirsiyê de li derdora %80-85î be.

 

Evdila Ocalan dê çi bigota?

 

Ocalan dê bê teredut bigota 'Erê', lê tevî rexneyan. Apo kesekî rexneyên wî zêde ne. Ti tiştî bê rexne qebûl nake. Rexneyên wî jî ew dê li ser hêzên ku sê salên dixwaze serokatiya Barzanî têk bidin be.













Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst