Hevserokê Partiya Keskan: Kurd dikarin pişta xwe bi me ve girê bidin

17-11-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
Hevserokê Partiya Keskan Omid Nouripour / Wêne: Rûdaw
Hevserokê Partiya Keskan Omid Nouripour / Wêne: Rûdaw
Nîşan Almanya Partiya Keskan Omid Nouripour Hilbijartinên Pêşwext
A+ A-

Hevserokê Partiya Keskan Omid Nouripour bangî dengdêrên Kurd ên li Almanyayê kir û got, "Kurd dikarin pişta xwe bi me ve girê bidin."

Hevserokê Partiya Keskan ragihand ku ew dê di hilbijartinên pêşwext de karkirina ji bo pêşxistina aborî bixin bernameya xwe ya hilbijartinan û got, "Bi nêrîna me çawaniya kêmkirina karbonê ji bo siberoja aborî gelek girîng e."

Hevserokê Partiya Keskan Omid Nouripour derbarê koçberan de jî got got, "Şaredariyên me êdî nikarin xelkê wergirin."

Omid Nouripour li ser pêwendiyên partiya xwe yên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Li cem me her du aliyan aramiya navçeyê girîng e."

Nouripour derbarê hatina Trump a ser desthilatê û bandorên wê yên li ser Ewropayê diyar kir ku ew di wê bawerê de ye vê carê Trump ji carên berê cidatir e û got, "Di sala 2016an de ku cara yekem hilbijartin hat kirin, bi ti kesî hejmara telefona Trump nebû. Balyozê Almanyayê destpêkê divabû hejmarekê wergire da ku bikare pêwenydnyê li gel bike lê yê niha Trumpekî cûda ye."

Li Almanyayê hikûmeta koalisyonê ya ku partiyên SPD, FDP û Keskan pêk dihat pelişî û welêt dê 23yê Sibata 2025an here ser sindoqan.

Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn partiyên siyasî dest bi kampanyayên xwe yên hilbijartinê kir.

Hevserokê Partiya Keskan Omid Nouripour li ser hilbijartin û kampanyayên partiya xwe bersiva nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê da.

Rûdaw: Birêz Nouripour spas ku li gel me yî. Partiya Keskan û Almanya ber bi hilbijartineke pêşwext ve diçin. Robert Habeck sê sal in cîgirê Serokwezîrê Almanyayê û Wezîrê Aboriyê ye û niha xwe ji bo Serokwezîrtiya Almanyayê kiriye namzed, di demekê de ku xelk zêde jê heznake, ev yek ji bo Keskan nabe rîskek? Her wiha hûn çawa li van sê mehên li pêşiya xwe dinêrin heta roja hilbijartinê?

Omid Nouripour: Niha ji bo bihêzkirina asta xwe 100 rojên me hene û em dixwazin bi kar bînin. Di heman demê de namzedekî me heye ku karîzmaya wî heye û modern e û di aliyê pêwendiyan de çalak e û kesekî pratîk e. Di sê salên borî de gelek karên mezin kirine. Wî em ji wê yekê rizgarkirin ku elektirîka vî welatî venemire û welat tarî nebe. Wî dabînkirina enerjiyê misoger kir. Demek wiha girêdana bi Rûsyayê ve di warê enerjiyê de di şevekê de nema. Ev heta niha bi temamî karekî girîng bû.

Rûdaw: Dengder daxwaza aboriyeke bihêz û çareseriya krîza koçberan dikin. Plana we çi ye?

Omid Nouripour: Pêwîstiya me bi nûbûna xweşguzeraniyê heye ku niha di metirsiyê de ye. Krîza me ya aborî heye. Krîzeke me heye ku hemû war li xwe girtine, ji ber ku di çend dehsalên borî de gelek karê nûgeriyê nehatiye kirin. Ev ew tişt e ku divê em miameleyê li gel bikin. Em di wê baweriyê de ne ku pirsa çawaniya kêmkirina karbonê,  ji bo siberoja aborî gelekî girîng e. Bi nêrîna me ev dê bibe awayekî bê mînak bihêz û dahêner. Divê em vê dahênan û hêzê bi kar bînin. Dema behsa koçê tê kirin, gelek şaredariyên me hene ewqas koçber wergirtine ku bi rastî sînorên xwe derbaskirine. Êdî nikarin xelkekî zêdetir wergirin û êdî karmendên wan ji bo çavdêrîkirina xelkê nîn in. Ji ber wê em dibêjin pêwîst e mirovayetî bê rêkxistin. Divê em rêk bixin. Li aliyekî sîstema rêkxistinê girîng e, di heman demê de divê em parastinê li mirovayetiyê jî bikin da ku xelk bi asanî li Deryaya Navîn nemire, ji ber ku ew ne hêjayî wê yekê ne.

Rûdaw: Ji bo vê hilbijartinê plana we ya derbarê koçberiyê de çi ye?

Omid Nouripour: Me van salên dawî gelek konsept nivîsîne û di ser hemûyan re jî xatûn (Angela) Merkel, dema serokwezîr bû ji bo dema 10 salan got 'Pêwîstiya me bi rêkeftineke Ewropî heye û niha me bi dest xistiye.' Eger em bixwazin Ewropayê wekî navçeyeke azad bi kar bînin û bihêlin, tenê em dikarin bi awayekî Ewropî miameleyê li gel bikin. Niha jî me gelek rêyên nû bi hev re danîne da ku em her 27 dewletên Yekitiya Ewropayê ber bi pêş ve biçin.

Rûdaw: Birêz Nouripour, di demekê de ku Almanya ber bi hilbijartineke pêşwext ve diçe, Trump Serokayetiya Amerîkayê bi dest xist. We û Yekitiya Ewropayê xwe çawa ji bo serdema Trump û kêmiya piştgiriya Amerîkayê li Yekitiya Ewropayê amade kiriye?

Omid Nouripour: Me bi awayekî berçav û baştir ji sala 2016an amadekarî kirine. Di sala 2016an de ku  cara yekem hilbijartin hat kirin, kesî hejmara telefona Trump nebû. Balyozê Almanyayê destpêkê divabû hejmarekê wergire da ku bikare pêwendiyê li gel bike. Niha encûmenên gotûbêjê zêde ne û me hewil daye çend salên borî li seranserê Ewropayê sûdê wergirin da ku xwe amade bikin. Lê yê niha Trumpekî cuda ye. Her ji ber wê jî em dibînin ku astengî çiqas mezin inji  bo keşûhewayê, ji bo aborî û ewlehiyê li Ewropayêm bêyî ku em guh  bidin kî li Amerîkayê bi ser dikeve, eşkere ye ku pêwîst e em veberanîna zêdetir li ewlehiya xwe li Ewropayê, wekê Ewropa bikin.

Rûdaw: Her ku diçe şer li Rojhilata Navîn zêdetir belav dibe. Plana we ji bo sînoradarkirina şer çi ye,  bi taybetî li Îraq û Herêma Kurdistanê ku hêzên Almanyayê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê lê ye?

Omid Nouripour: Em miameleyê li gel rewşeke drametîk a li Rojhilata Navîn dikin. Ji rewşa Xeze, Libnan û Îsraîlê dest pê bikin, heta digihe Sûriye, Libnan, Îraq û Yemenê jî. Heta astekî zelal e ku Îranê roleke gelek xirab di wê hevrikiyê de heye û divê em pêngavan li beramberî wê biavêjin û divê vê yekê red bikin. Bêguman em wekî Almanya vî karî nakin lê  bi hevkariya li gel dewletên hevbeşên me. Hikûmeta Herêmê ya Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) hevbeşekî girîng e ku me heye û bêguman gelek hevbeşên din jî. Em hewil didin ka em ji ku dikarin alîkar bin. Berjwendiya me di wê yekê de ye ku em ji wê piştrast bin xelkê wan welatan di rewşeke aram de bijîn.

Rûdaw: Peywendiyên Partiya Keskan û Herêma Kurdistanê çawa nin? We çi ji bo dengderên Kurd heye?

Omid Nouripour: Me xelkekî zêde heye ku li Hewlêrê bûn. Ez bixwe gelek caran çûme Hewlêrê. Her wiha min gelek derfet hebûn û min karî gelek gotûbêjan li gel Hikûmeta Hewlêrê bikim. Cihê baweriyê û baş bûn û ez ji bo wê gelek spasdar im. Nirxên me yên hevbeş zêde ne. Em her du alî jî aramiyê ji bo navçeyê dixwazin. Em dixwazin gelê me di rewşeke baş de bin ku nedadperweriyeke mezin a dîrokî tê de rû daye. Ew jî ew e ku Kurd nikarin li Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin ku li ser çar welatan hatine dabeşkirin. Em vê yekê dizanin û gelek spasdar in ku hikûmetê li Hewlêrê bi rastî aramiyeke mezin bidestxistiye.

Rûdaw: Peyama we ji bo dengderên Kurd ên li Almanyayê çi ye?

Omid Nouripour: Ez di wê bawerê de me, dikarin pişta xwe bi me ve girê bidin, ji ber ku em dixwazin aboriyê bi hêz bikin. Ji ber ku em dixwazin rûbirûyî enflasyonê bibin. Divê bihabûn di hemû waran de dakevin. Her wiha ji ber wê yekê jî ku em hevbeşên bi nirx ên navdewletî ne û gelek bawerpêkirî ne, di nav wan de pêwendiyên me yên baş wekî mînak li gel hikûmeta li Hewlêrê.

Rûdaw: Birêz Nouripour spas ku hûn li gel min bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst