Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins ji Rûdawê re ragihand ew dest ji herêmê bernadin.
Berdevkê fermî yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins, di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re, paşeroja erkê hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê yên piştî 30ê Îlonê zelal kir.
Hawkins destnîşan dike ku bidawîhatina erkê operasyona "Vîna Polayî" (Inherent Resolve) ya li Îraqê, nayê wateya bidawîbûna pêbendbûna Washingtonê ya bi parastin û aramiya herêmê û got:
"Tişta ku bi dawî dibe erkê hevpeymaniya operasyona Vîna Polayî ya li Îraqê ye. Ew erk bi xwe dê bidome û baregeha wê dê li cihekî din be. Tişta din a ku dê bidome pêbendbûna Amerîkayê ya bi ewlehî û aramiya herêmê ye."
Hawkins da zanîn ku wan hêza mûşek û dronan a Îranê gelekî lawaz kiriye û got, “Hîn jî xeteriya Îranê ya li ser Tengava Hurmizê heye.”
Tim Hawkins diyar kir ku tevî vê yekê ew bi çavekî rasteqîn li rewşê dinêrin û zanin ku hîn jî şiyan û xwesteka Îranê ya gefxwarinê li bazirganiya navneteweyî ya li Tengava Hurmizê heye.
Her wiha wî da zanîn ku hîn jî şiyana Îranê heye ku gefê li xelkê welatên cîranê xwe bixwe û got:
“Îran bi zelalî di warê mûşek, dron û hêza deryayî de bi awayekî berbiçav hatiye bipaşxistin.
Bila em ji vê yekê têbigihîjin, bi salan bû ku Îranê belem û keştiyên biçûk dişandin da ku çûn û hatina deryayî ya li navçeyê aciz bike.
Niha ev yek rû nade. Ti keştiyeke wan nemaye, me hemû xistin binê deryayê.
Îranê di destpêka şer de, di demeke kêm de bi sedan û hezaran mûşek û dron avêtin.
Niha ew qas zêde navêje. Ji ber ku me şiyanên avêtina mûşek û dronên wê bi awayekî berbiçav lawaz kirine.”
Hawkins di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kargehên çekan û got:
“Ji bilî vê yekê, me bi rêya wêrankirina kargehên çêkirina çekan şiyanên wê yên çêkirina mûşek, dron û keştiyên nû ji kar xistine.
Wate, me bi zelalî armancên leşkerî yên girîng bi dest xistine.”
Berdevkê CENTCOMê destnîşan kir ku tevî van derbeyan hîn jî xeterî heye û pê de çû:
“Tevî vê yekê, em bi awayekî rasteqîn li wê rastiyê dinêrin ku hîn jî şiyana Îranê heye ku gefê li xelkê sivîl ê welatên cîran bixwe.
Hîn jî şiyan û xwesteka Îranê heye ku gefê li çûn û hatina bazirganiya deryayî bixwe ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe. Ev der rêyeke avî ya navneteweyî ye.
Em ji vê yekê jî têdigihîjin ku ew li pey ziyangihandina karmendên Amerîkayê ye.
Lewma em amade û çavvekirî dimînin ji bo rûbirûbûna her gefekê û bicihanîna her erkekê ku serkirdatiya me ya sivîl û leşkerî dispêre me.”
Pêşkêşkara Rûdawê Nima Nebezê ev mijar bi Tim Hawkins re axivîn.
Naveroka hevpeyvînê bi vî rengî ye:
Rûdaw: Rojhilata Navîn careke din rû bi rûyî qonaxeke nediyariyeke kûr dibe. Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, paşeroja hêzên Amerîkayê yên li Îraqê, berdewamiya gefên ewlehiyê yên li Sûriyeyê û dilgiraniyên zêde yên li ser aramiya herêmê bi giştî de, pirsgirêkên çareserkirinê yên li ser stratejiya leşkerî ya Washingtonê û bandorên wê yên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê derdixin holê. Di navenda amadehî û operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li seranserê herêmê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê heye. Kaptan Hawkins, gelekî spas ku tu bi me re yî. Wekî ku tu dizanî, em torek medyaya Kurdan in û piraniya temaşevanên me Kurd in li seranserê cîhanê û her wiha li Kurdistanê. Ji ber vê yekê ez dê pirsên xwe bi Kurdistan, xelkê Kurd û Herêma Kurdistanê dest pê bikim. Yekem, gelek kes li Herêma Kurdistanê li ewlehiya xwe difikirin û dipirsin gelo artêşa Amerîkayê dê 30ê Îlonê Herêma Kurdistanê biterikîne yan dê erkê we ji bo tiştekî nû bê guhertin?
Tim Hawkins: Berî her tiştî, spas ku we ez kirim mêvan. Ez gelekî kêfxweş im ku ez ji Tampaya eyaleta Floridayê beşdar dibim ku baregeha sereke ya CENTCOMê li wê derê ye. Ew piştgiriyê dide zêdetirî 50,000 leşkerên me ku li seranserê Rojhilata Navîn xizmetê dikin da ku alîkariyê di bipêşketina ewlehî û aramiyê de bikin, her wiha hevahengiya nêzîk bi hevpeymanên herêmî re. Li ser pirsa te ya yekem û tişta ku em li Îraq û bi taybetî li Herêma Kurdistanê dikin, em li ser rêça temamkirina sozên xwe ne ji bo bidawîkirina operasyona "Vîna Polayî", anku erkê Koalîsyonê yê li Îraqê heta dawiya vê mehê.
Ka em hinekî vegerin paş bê ev çawa dest pê kir. Nêzîkî 12 sal berê, me dest bi erkê operasyona Vîna Polayî kir ji bo şêwirmendî, alîkarî û bihêzkirina hevpeymanan di şerê li dijî DAIŞê de. Me tam ew kar kir. Hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê, hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hevpeymanên me di şerê li dijî DAIŞê de serkeftineke gelekî mezin bi dest xistin. Niha jî em derbasî qonaxa bihêzkirina hêzên ewlehiyê yên Îraqê, Pêşmergeyan, û her wiha hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dibin da ku ew pêşengiya şerê li dijî her paşmayeke terorîstî ya li Îraqê bikin. Ev guherîneke girîng e û em li ser rê ne da ku di dawiya vê mehê de vê guherînê bi encam bikin.
Rûdaw: Wekî ku tu agahdar î û te bi xwe jî destnîşan kir, hêzên Pêşmergeyan û leşkerên Amerîkayî bi salan di şerê li dijî DAIŞê de mil dan milê hev. Di mehên dawî de, hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê gelek dron û mûşekên Îranî yên ku ber bi herêmê ve dihatin têk birin. Pirsa min li vir ev e, gelo xelkê Herêma Kurdistanê divê li bende heman asta pêbendbûna ewlehiyê ya Amerîkayê bin piştî 30ê Îlonê?
Tim Hawkins: Bila em li ser wê yekê zelal bin ka dê 30ê Îlonê çi bi dawî bibe. Guh bidin min dema ku ez dibêjim tişta ku bi dawî dibe erkê Koalîsyona Operasyona Vîna Polayî ya li Îraqê ye. Ew erk bi xwe dê bidome û baregeha wê dê li cihekî din be. Tişta din a ku dê bidome pêbendbûna Amerîkayê ya bi ewlehî û aramiya herêmê ye. Ji ber vê yekê dema ku gef derdikevin holê, artêşa Amerîkayê dê di karkirina bi hevpeymanên herêmî re, di nav de hêzên ewlehiyê yên Îraqê, hêzên Pêşmergeyan û hêzên din ên Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna wan gefan berdewam be. Tişta ku diguhere ew e ku niha hêzên me yên hevbeş, bi taybetî li Îraq û Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan, di şerê li dijî terorîstan ê li Îraqê de dê pêşeng bin.
Rûdaw: DAIŞ bi awayekî berçav hatiye lawazkirin lê ji holê ranebûye. Tenê di vê hefteyê de çend êrişên DAIŞê li ser hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Kerkûk û navçeyên din çêbûn. Li gorî nirxandina CENTCOMê, gelo hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Pêşmergeyan amade ne ku rûbirûyî gefên navxweyî û derve bibin?
Tim Hawkins: Di salên borî de, me bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê, hêzên Pêşmergeyan û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re di şerê li dijî DAIŞê de kar kir. Li ser bingeha serkeftinên me yên mezin ên berê, em bawer in ku ev hêz amade ne pêşengiya şer bikin, û ew dê bi tenê jî wî şerî nekin. Wekî ku min got, erkê operasyona Vîna Polayî dê bidome, bi wê wateyê ku hêzên Amerîkayê dê ji cihên din bi temamî amade bin ji bo rûbirûbûna her gefeke nû ku dibe ji paşmayên terorîstan derkeve.
Rûdaw: Li gorî rapora pişkinêrê giştî yê Pentagonê ku vê hefteyê hat belavkirin, Amerîka li Îraqê di navbera 28ê Sibatê heta dawiya Hezîranê de rastî 600 êrişan hatiye. Hinek ji van êrişan ji aliyê komên milîs ên Îraqî yên ser bi Îranê ve hatine kirin. Di demekê de ku hûn li ber derketina ji Îraqê ne, hikûmeta Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî soz daye ku çekan ji wan komên milîs jî veke. Heta niha nirxandina Amerîkayê ji bo vê proseye çi ye?
Tim Hawkins: Ez dê vê yekê ji te re bibêjim, hêzên Amerîkayê dê tim çavvekirî bimînin û dê bersiva her gefekê bidin ku li dijî hêzên me, karmendên me yên Amerîkayî yan berjewendiyên me li herêmê û seranserê herêmê çêbibin. Em dê di amadebaşiyê de bimînin. Hîn jî zêdetirî 50,000 serbazên me yên Amerîkayî hene, hejmareke zêde ya keştî û balafiran amade ne ji bo bicihanîna her erkeke ku ji aliyê serkirdeyên me yên leşkerî û sivîl ên li Amerîkayê ve ji me re tê dayîn. Ji ber vê yekê piştrast bin ku em amade ne, çavvekirî ne û kujer in.
Rûdaw: Wekî ku tu agahdar î, di êrişên demên dawî yên Îranê û komên wê yên milîs ên li Îraqê de, çend avahiyên di komelgeha nû ya konsulxaneya we ya li Hewlêrê de zerer dîtin. Gelo eger piştî 30ê Îlonê ev cure binpêkirinên li ser nûnertiyên we yên dîplomatîk ên li Îraqê ducare bibin, hûn dê bersivê bidin?
Tim Hawkins: Ez qala ti hîm û texmînan nakim û pêşbîniyê ji bo operasyonên paşerojê nakim lê bila ez ew qasî ji te re bibêjim ku artêşa Amerîkayê dê ji bo parastina hêzên me, karmendên Amerîkayî û berjewendiyên Amerîkayê pêbend bimîne. Em dê di rûbirûbûna her gefeke ku derkeve holê de dudilî nebin.
Rûdaw: Dîsa ji 28ê Sibatê ve li gorî raporê, we li seranserê Îranê êrişî zêdetirî 13,500 armancan kiriye. Lê Îran bi awayekî rêkûpêk avêtina mûşekên balîstîk û dronên xwekujî ji bo ser baregehên we yên li seranserê herêmê didomîne, her wiha di dema şer de zerer gihandiye balafireke şer a F-35A ya Amerîkayî. Pirs ev e, gelo Îran di encama vî şerî de lawaz bûye?
Tim Hawkins: Bê guman di şiyanên mûşek, dron û deryayê yên Îranê de bi awayekî berçav paşveçûn çêbûye. Bila em ji vê yekê fêm bikin, bi salan, Îranê bi berdewamî keştî û belemên biçûk dişandin da ku aciziyê bidin hat û çûna bi rêya deryayê ya li herêmê. Niha ew yek rû nade. Ti keştiyên wan nemane çimkî me hemû noqî binê deryayê kirin. Îranê di destpêkê şer de di demeke kurt de bi sedan mûşek û dron avêtin. Niha ew qas pir navêjin çimkî me şiyana avêtina mûşek û dronan bi awayekî berçav lawaz kiriye. Ji bilî wê jî me şiyana wan a çêkirina mûşek, dron û keştiyên nû bi wêrankirina kargehên wan ên çekan ji kar xistiye.
Anku bi eşkereyî me armanceke leşkerî ya girîng bi dest xistiye. Tevî vê yekê jî em bi awayekî rasteqîn li wê rastiyê dinêrin ku hîn jî şiyana Îranê ya gefxwarina li sivîlên bêguneh ên li welatên cîran heye. Hîn jî şiyan û xwesteka Îranê heye ku gefê li çûn û hatina bazirganî ya ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe bixwe ku ew rêyeke avî ya navneteweyî ye. Em ji wê yekê jî fêm dikin ku ew li pey zerergihandina bi karmendên Amerîkî ne. Ji ber vê yekê em di amadebaşî, çavvekirîbûn û kujerbûnê de dimînin ji bo rûbirûbûna her gefekê û bicihanîna her erkeke ku serkirdayetiya leşkerî û sivîl dide me.
Rûdaw: Çend dewletên Kendavê ku mazûvaniya hêzên Amerîkayê û binesaziya leşkerî ya girîng a Amerîkayê dikin, di rûbirûbûnên we yên niha yên bi Îranê re hatine hedefgirtin. Gelo we karîbû ji aliyê leşkerî ve wan hevpeymanan ji gefên Îranê biparêzin?
Tim Hawkins: Te dît ku Îranê hewl da bi hezar dron û mûşekan êrişî cîranên xwe yên li Kendavê û sivîlên wan welatan bike. Te wendakirina canî ya wekhev di wê astê de nedît, ew jî ji ber parastina bihêz a asmanî û mûşekan bû ku bi hevahengiya bi hevpeymanên me yên herêmî re hat kirin. Em jî mil bi milê hevpeymanên xwe yên herêmî ji bo xurtkirina wê parastina asmanî kar dikin.
Rûdaw: Gelo eger Îran êrişeke mezin bide destpêkirin, Amerîka dikare garantiya parastina hevpeymanên xwe yên herêmî bide?
Tim Hawkins: Pêşî, bila em qala wê yekê bikin ka Amerîka çi dike. Amerîka bi rêya karkirin, rahênan û çalakiyên hevbeş hevpeymaniyên me xurtir dike. Di rastiyê de, me nû dest bi rahênaneke hevbeş bi Urdinê re kiriye. Pêwendiyeke me ya leşkerî ya gelekî bihêz û kevnar bi Urdunê re heye û ew li vir li eyaleta Coloradoyê ya Amerîkayê mil bi milê me kar dikin da ku em bi hev re şiyanên xwe bilind bikin. Her wiha hefteya borî me bi serkirdeyên leşkerî yên Rojhilata Navîn re konferanseke herêmî pêk anî ji bo nîqaşkirina derfetên xurtkirina hevahengî û hevkariyê di rewşa ewlehiyê de.
Ji ber vê yekê em dê di bipêşxistin û bihêzkirina hevpeymanî û pêwendiyên xwe yên leşkerî de, her wiha bilezkirina dahênanê de bidomin. Me nû derfetek ragihandiye û ji hevpeymanên xwe xwestiye ku beşdarî damezrandina yekemîn yekîneya hevpeymaniya dronên êrişkar a li cîhanê bibin.
Em wê li Rojhilata Navîn ava dikin û me ji hevpeymanên xwe xwestiye ku beşdar bin di têkelkirina şiyan û teknolojiya nû de ji bo bilindkirina şiyana me di rûbirûbûna gefan û rêgirtina li aliyên xirabkar de.
Rûdaw: Eger gefên Îranê û milîsên hevpeymanên wê yên li dijî hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên li herêmê bidomin, gelo dê demek were ku hûn gaveke tundtir li hember Îranê û wan komên han bavêjin, wekî mînak êrişeke bejayî?
Tim Hawkins: Ez ti pêşbînî û xemilandinê ji bo operasyonan nakim. Tişta ku ez ji te re dibêjim ew e ku em erkê xwe bi cih tînin. Erkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ew e ku amade be, piştrast be ku hêzên me di amadebaşiyê de ne û bi hevpeymanên herêmî re kar dikin da ku hêz di rewşekê de bin ku rû bi rûyî her gefan bibin. Ew amade ne, bicihbûyî ne, em çavvekirî ne û em dê her erkê ku ji me re tê dayîn bi cih bînin.
Rûdaw: Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêyên stratejîk ên enerjiyê li cîhanê dimîne û yek ji xalên herî hesas e di her rûbirûbûnê de bi Îranê re. Kengî em dê bibînin ku çûn û hatina kel û pel, neft û gazê di Tengava Hurmizê re vegere asta beriya şer?
Tim Hawkins: Ez pêşbîniyê nakim lê ez dikarim nûçeyeke baş bidim we. Berê karan ber bi pêş ve diçe. Tengav nehatiye girtin û vekirî ye, tu dibînî çûn û hatin zêdetir û zêdetir dibe. Ji meha gulanê ve, artêşa Amerîkayê alîkariya zêdetirî 1,900 keştiyan kiriye ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin. Her wiha artêşa Amerîkayê alîkar bûye di veguhastina zêdetirî 900 milyon bermîl neft de ji welatên Kendavê bi rêya Tengava Hurmizê ji bo bazarên cîhanê. Ev girîng e. Rast e ne wekî asta beriya aloziyê ye lê tiştekî baş e. Ne tenê tiştekî asayî ye, belkî geş dibe û berfirehtir dibe. Ji ber vê yekê em dê mil bi milê kerta keştîvaniyê û hevpeymanên xwe yên herêmî li ser vî bipêşketinî kar bikin.
Rûdaw: Baş e Kaptan, li gorî nirxandinên CENTCOMê tu difikirî ku em pê dileyizin nav şerekî berfirehtir ê herêmî?
Tim Hawkins: Ez nakevim nav nirxandina sixorî yan danasîna rewşê, ew ne guncaw e. Tişta ku ez ji te re dibêjim ew e ku bala me ya li Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li ser pêşxistina aştî û xweşguzeraniyê ye li herêmê. Rêya bidestxistina wê jî hebûna ewlehiyê ye wekî bingeheke sereke. Rêya gihîştina bi ewlehiyeke zêdetir û bihêztir li Rojhilata Navîn bi rêya xurtkirina pêwendî û hevpeymaniyên herêmî ye.
Ev jî tam ew mijar e ku bala me li ser e. Wekî ku min anî zimên, îro me rahênanek li Coloradoyê bi Urdinê re dest pê kir. Hefteya borî jî me serkirdeyên leşkerî yên herêmê ji bo konferansekê kom kirin da ku rêyên bilindkirina hevahengî û hevkariyê nîqaş bikin. Lema jî bala me ya sereke li ser bihêzkirina hevpeymaniyan û bilezkirina dahênanê ye.
Rûdaw: Kaptan, ez naxwazim tu qala ti operasyonên leşkerî yan sixorî bikî lê divê ez bipirsim, di nav hemû wan gefên ku CENTCOM niha li Rojhilata Navîn çavdêriya wan dike, kîjan ji wan herî zêde xewa te direvîne?
Tim Hawkins: Ez radizam, xew girîng e, ji ber vê ez bi şevan gelekî baş radizam. Ez wisa difikirim ku serkirdeyên me jî bi heman awayî ne, çimkî em bi tenê kar nakin. Em bi tenê rû bi rûyî van astengiyan nabin. Artêşa Amerîkayê gelekî kar dike û pêwendî û hevpeymaniyeke bihêz bi hevpeymanên herêmî re diparêze. Wekî ku min berê jî got, em gelekî rahênanan dikin, em bi hev re planan datînin, bi hev re kar dikin û bi hev re rûbirûyî asteng û derfetên hevbeş dibin. Ji ber vê yekê em gelekî geşbîn in û di heman demê de em rasteqîn in.
Rûdaw: Hêzên we bi salan hevahengî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û her wiha Pêşmergeyan re kir ji bo şerê li dijî terorê yê li herêmê. Kurd jî wekî dost li Amerîkiyan dinêrin. Gelo ti gotinên te ji bo gelê Kurd heye di demekê de ku hêzên we ji Herêma Kurdistanê vedikişin?
Tim Hawkins: Ew bi salan hevpeymanekî bihêz bûn di şerê li dijî terorîstan û hewldana ji bo çespandina ewlehî û aramiya herêmî de. Dema ku em rewşê diguherînin û ji nû ve hêzên xwe saz dikin, em bi kelecanekê li berdewamiya karkirina ji bo wan armancan dinêrin. Vîzyona me ya berfirehtir ji bo Rojhilata Navîn aştî û xweşguzeranî ye. Em wisa difikirin ku tişta dibe bingeha aştî û xweşguzeraniyê li seranserê herêmê ewlehî ye, bi taybetî ewlehiya bi rêya bihêzkirina hevahengî û hevpeymaniyan. Lewma jî di paşerojê de em bi kelecanekê li benda karkirina bi hemû hevpeymanên xwe yên li seranserê herêmê re ne.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji bo te Kaptan. Agahiyên dawî li ser wan çekan çi ne ku li gorî dengoyan ji bo xwenîşanderên Îranê hatibûn şandin lê tê gotin ku ji aliyê Kurdan ve hatibûn girtin, wekî ku Serok Trump çendîn caran amaje pê kiribû?
Tim Hawkins: Eger her pirsên te li ser wê yekê hebe, ez bi başî dibînim tu berê xwe bidî wan kesên ku dibe ku ew çek wergirtibin. Yan jî eger tu qala wê yekê dikî ku Koşka Spî yan Serok li ser axivîye, wê demê baştir e tu wê pirsê ji Koşka Spî bikî. Ti agahiyên min li ser wê mijarê nînin.
Rûdaw: Gelekî baş e Berdevkê Fermî yê CENTCOMê Kaptan Tim Hawkins, gelekî spas. Spas ji bo dema te.
Tim Hawkins: Spas.


