Çîroka serkeftina endezyareke Kurd: Serbilindî ye ku ez beşdarî projeyeke Kurdî bibim

2 demjimêr berê
Kosar Osman
Nîşan Beşar Esed Ozgur Ozel CHP Îlhan Uzgel Sûriye Tawîn Pîran Kurd ESA
A+ A-

Endezyara Kurd Tawîn Pîranê derbarê beşdarbûna projeyekê li ser navê Kurdistanê got, “ez pir hez dikim karekî wisa bikim. Ger ji bo valahiya esmên projeyeke Kurdî hebe, ez ê serbilind bim rolekê tê de bilîzim.

Herwiha Tawîn Pîranê xwest ku ji keçîn Kurd re bibe mîna û wiha anî ziman, “Bêguman ez hêvî dikim ku ez ji bo keçên din ên Kurd jî bibim mînakeke baş û tekez bikim ku ev qad ji bo her kesî guncaw e, tu li kîjan civakê mezin bûyî ne girîng e.

Almanya û Fransa bi hev re bi rêya Ajansa Valahiya Esmanî ya Ewropayê (ESA) roja 10.07.2024an roketa Ariane 6ê hildan valahiya esmên. Dirêjahiya vê roketê 56 metre ye û bi awayekî serketî gihişt cihê xwe.

Ariane 5 ku ji sala 1996an heta 2023yan li vala esmên ma, piştî bicihanîna 117 erkên cihêreng, par dawî li erka wê hat anîn û ji niha û bi şûn de Ariane 6 dê bi zanist û teknolojiyên nû şûna wê bigire.

Ev roket ji aliyê çend kompaniyên Almanî û Fransî ve bi hevbeşî hatiye çêkirin. Yek ji endezyarên vê projeyê Kurd e û navê wê Tawîn Pîran e. Tawînê berpirsa beşa pergala mûşekî ya Ariane 6ê ye.

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê bi Tawîn Pîranê re wiha ye.

Rûdaw: Roketa Ariane 6 ber bi valahêya esmên ve hat hildan. Ewropiyan bi girîngiyeke mezin çavdêriya wê kir. Tu dikarî ji me re dabaşa girîngiya vê projeyê bikî?

Tawîn Pîran: Ariane 6 modeleke bilindtir a roketa Ariane 5ê ye ku yek ji roketên herî pêşketî bû. Bi ceribandina Ariane 6ê, me karî serxwebûna Ewropayê ya gihîştina valahiya esmên biparêzin. Bêguman ev roket ne tenê ji bo Ewropayê, lê bi giştî ji bo her kesî girîng e. Roketên mîna Ariane 6ê rê didin me ku em satelîtan li valahiya esmên bi cih bikin û ji bo gelek armancan mifayê ji wan bibînin wek GPS, hêla înternetê, pêwendîkirin, pêşbîniya keşûhewayê, çavdêriya rewşa erdê û gelek armancên din.

Rûdaw: Rola te wek keçeke Kurd a endezyar di vê projeyê de çi ye?

Tawîn Pîran: Ez weki endezyara sîstema roketan ku weki Upper Liquid Propulsion Module tê nasîn, kar dikim. Erka min ji karkirina li ser qonaxên dawî yên avêtina roketan ber bi valahiya esmên ve, pêk tê. Ango piştî qonaxa yekem ku avêtina roketê ye, êdî kar tê kirin ji bo ku em piştrast bibin ku roket dê bigihîje cihê xwe. Erka min cuda ye û ez li ser pergalên cihê cihê yên vê rokêtê dixebitim û her pergalek jî dema ku rokêt tê avêtin di jîngehên cuda de kar dike. Di dema avêtinê de, roket di rewşên cuda re derbas dibe wek pileyên germê yên bilind û nizm, lerzîn, zexta keşûhewayê û hin tiştên din ku hemî jî dijwariyên cihêreng derdixin pêşiya berdewamiya rêwîtiyê û gihandina rokêtê ya cihê xwe.

Rûdaw: Bi qasî ku em dizanin, te daxwazên çend kompaniyên mezin red kiriye û te dixwest li valahiya esmên kar bikî. Motîf çi bû?

Tawîn Pîran: Wek têbinî, ez nikarim bibêjim çend kompanî, lê berî ku ez vî karî bikim, ez ji aliyê mezintirîn şirketa warê valahiya esmên ve hatim daxwazkirin. Her tim valahiya esmên bala min kişandiye. Ji ber ku hîn jî zanyariyên kêm li ser valahiya esmên tên zanîn. Ez hêvîdar im ku mirovahî di warê zanistî de lêgerînên bêtir li ser valahiya esmên bike çimkî hîn gelek tişt hene ku em li ser wê hîn bibin. Bêguman, dê şandina her laşekî ji bo boşahiya esmên ji min re balkêş be, xasma di jîngehên cihêreng ku derdikevin pêş ku me qala wan kir û kelemên nû derdixin pêş.

Rûdaw: Her Kurdek bi bihîstina hewldanên we kêfxweş dibe. Te qet hizir kiriye ku li ser navê Kurdistanê beşdarî projeyekê bibî?

Tawîn Pîran: Erê, ez pir hez dikim karekî wisa bikim. Ger ji bo valahiya esmên projeyeke Kurdî hebe, ez ê serbilind bim rolekê tê de bilîzim.

Rûdaw: Bêguman gihîştina te bi vê qonaxa niha ne hêsan bû. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Tawîn Pîran: Heta îro jî gelek kes hene ku bi awayekî klasîk difikirin, nemaze dema axaftin tê ser karkirina jinan di warê boşahiya esmên de. Herwisa mezinbûna di malbateke penaber de jî ne alîkar e. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku keda dijwar dikare berhemên baş bide. Pir girîng e jî ku bala te li ser bidestxistina xewn û armancên te be. Ger tu bi rastî bi xewnên xwe bawer bî, wê demê tiştek nikare te rawestîne. Xweşbextane, qada boşahiya esmên qadeke navdewletî ye û ji bo gihîştina wê qonaxê, pêwîstiya te bi gelek xwendin, meşq û rahênanê heye, lê hêjayî wê ye!

Rûdaw: Raman û planên te yên siberojê çi ne? Tu dixwazî çi bikî û bigihî çi?

Tawîn Pîran: Dixwazim di warê endezyariya sîstema valahiya esmên de ezmûneke zêdetir bi dest bixim û heta ku ji destê min bê li ser aliyên teknîkî yên sîstemê fêr bibim û zanyariyan bi dest bixim. Bêguman ez hêvî dikim ku ez ji bo keçên din ên Kurd jî bibim mînakeke baş û tekez bikim ku ev qad ji bo her kesî guncaw e, tu li kîjan civakê mezin bûyî ne girîng e.

Rûdaw: Gotina te ya dawî çi ye?

Tawîn Pîran: Tiştekî din tune ku ez bibêjim û ji bo belavkirina çîroka min spasiya te dikim!

Tawîn Pîran kî ye?

Di sala 1994an de li bajarê Bonnê yê Almanyayê hatiye dinyayê.

Dayika wê ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Bavê wê ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Li zanîngeha Aachenê ya Almanyayê, Koleja Endezyariya Mekanîkî qedandiye.

Di sala 2020an de, master di zanista valahiya esmên de wergirt.

Berpirsa beşa sîstema mûşekî ya Ariane 6ê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst