Martin Griffiths: Divê lihevhatin di navbera Enqere û Kurdên li Sûriyeyê de hebe

12-12-2024
Nwêner Fatih
Nîşan Martin Griffiths Sûriye Beşar Esed Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Berpirsê berê yê Karûbarên Miorvî û Alîkariyên Lezgîn ên Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths ragihand ku bidawîbûna Esed bidawîbûna krîza Sûriyê nîne û nîgeraniya rasteqîne ew e ku Sûriye zêdetir perçe perçe bibe.

Martin Griffiths ku ji sala 2021ê heta 2024an berpirsê Karûbarên Miorvî û Alîkariyên Lezgîn ên Neteweyên Yekbûyî, çend caran bi  Beşar Esed reciviya.

Griffiths di hevpeyvînekê de ji Niwêner Fatîh re got, hebûna Heyeta Tehrîr El Şamê di lîsteya terorê de pirsgirêkeke mezin e û eger Neteweyên Yekbûyî çarçoveyeke siyasî ji bo civînên aliyên Sûriyeyê çêbike, ev yek ji bo Neteweyên Yekbûyî  zêde neasayî ye “komeke terorsît” vexwîne civînan.

Derbarê çarenivîsa Kurdan a li Sûriyeya nû Martin Griffiths got:

“Li gel destpêkirina bûyeran li Sûriyeyê, pêwendî ji aliyê serkirdeyên Kurd ve li gel min hatin kirin.

Wan digot em nizanin ev yek me ji kû derê ve dibe.”

Martin Griffiths her wiha amaje bi wê yekê kir ku Kurdan di paşguhkirina gavên girîng de dîrokeke xirab heye.

Li ser pêwendiyên di navbera Kurdên Rojvayê Kurdistanê û Enqereyê de jî got, “Divê Enqere û Kurdan lihevhatineke taybet hebe. Niha ez dizanim ku ew vê yekê dixwazin.”

Nûçegihanê Rûdawê Niwêner Fatih 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Dohaya Qeterê bi Martin Griffiths re hevpyevînek kir û ev jî pirs û bersivên wê hevpeyvîn ne:

Rûdaw: Hûn çend caran li gel  Beşar Esed civiyane û gelek ceran bi wî re axaftiye. Doh em axivîn, rewşa cuda bû, piştî 12 demjimêran hemû tişt hatin guherîn, nerîna te çi ye?

Martin Griffiths: Belê ti mirinek nehêja ye. Mirina xelkê bêtawan ne hêja ye lê mirina wî eger miribe yan jî eger çûbe, bi nerînam hêviyeke mezin e ji bo Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê. Niha pirsgirêk em hemû dizanin, dest ji Esed berde, ew ne ti pêvajo ye ji bo çawaniya kiriyarên siyasî yan mirovî li gel Sûriyaya nû. Ev jî pêwîstiyeke bilez dibe.

Rûdaw: Bi nerîna te ku min ev pirsyar ji sibehê ve ji gelek kes kiriye, bidawîbûna Beşar Esed bidawîbûna krîza Sûriyeyê ye?

Martin Griffiths: Nexêr, nexêr.

Rûdaw: Niha astengiyên serekî yên Sûriyeyê kîjan in?

Martin Griffiths: Bi nerîna min çend tişt hene. Bi rastî Xwedê alîkariya Sûriyeyê bike. Wekî me herdem behs kiriyem, yekem, dabeşbûna di navbera grûpên çekdar ên cuda de ku ne dûr e çêbibe. Duyem, cudabûn, cudabûneke gelekî mezin a îdiolojî heye, bê guman di navbera başûr û encûmenên nû ku şaredariyan bi rê ve dibin, li başûr ku beşek in ji mixalefeta klasîk û Heyeta Tehrîr El Şaml û yên din ku armanca wan a cudabûnê heye, her çi qasî heta niha nûçe baş in.

Hêzên HTŞyê aramî parastine û çûne her cihekî kêmîne parastine lê bi nerîna min bikaribin ev yek berdewam bibe, lewra nîgeraniya rasteqîne ew e ku Sûriye dê zêdetir perçe perçe bibe û biçe qonaxeke din a milmilaneye din, ev jî  manaya wê waye divê tiştek di vî warî de bê kirin li ser asta navdewletî li gel wî xelkê nû. Bi nerîna min hemû çi wekî terorsît hatibin hesabkirin an na, her kesek desthilata wî hebe û her kesek berpirsyariya wî bo xelkê Sûriyeyê hebe, divî pêwendî li gel bê kirin û bilez bê kirin.

Rûdaw: Niha çarçoveyek heye ji bo komkirina wan kesan bi kêmanî destpêkirina danûstandinan an rêyeke nû li gel Sûriyê ? Li Neteweyên Yekbûyî Çarçoveyek hebû di navbera mixalefet û hikûmeta Beşar Esed de hebû. Hikûmet niha nemaye. Tenê aliyê mixalefetê maye. Gelo çarçoveyeke navdewletî ji bo çêkirina vê proseya siyasî maye?

Martin Griffiths: Baş e, ev jî heman pirsyar e ku ez îro dikim. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Gier Pedersen wekî tu dizane, li Cenevê hefteya bê li gel kes û aliyên pêwendîdar ji bo danîna pêvajoyeke nû ya danîna çarçoveyekî nû plana wî heye ji bo pêkanîna civînekê. Dibe ku derencama piştivaniya Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî be. Bi nerîna min ev yek divê çêbibe. Ji bo eşkerekirinê û têgehiştina giştî, bi taybetî aliyên Sûriyeyê, herwiha welatên cîran û navçeyê bilezbûn û qedirgiraniyeke zêde ji bo karên Gier Pedersen heye. Piştre dibe bi biryara Neteweyên Yekbûyî bê piştîvanîkirin.

Rûdaw: Civîna Cenevê tiştekî baş e lê yek ji pêkhateyên serekî HTŞ û serkirdeyê wê di lîsteya terorê de ne?

Martin Griffiths: Belê

Rûdaw: ev yek heta çi astekê pirsgirêkek mezin e?

Martin Griffiths: Mezin e. Tê bîra min ku dma ez li Beşa Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bûm, wekî mînak çavê min li serkirdeyê HTŞyê neket ji ber wan sedemên ku hûn behs dikin. Bi nerîna min ev yek ji bo Neteweyên Yekbûyî zehmet dibe ku vê yekê bike yan zêde neasayî ye ku grûpeke terorîstî ji bo gotûbêjan li gel ên din vexwîne, lewra ev pirsgirêk e.

Bê guman divê çareserî bê dîtin bi rêya rêkxistina ku nerînên HTŞyê li ser maseya nûneratiyê bê kirin. Ev jî ne bes e û zêde ne di cihê xwe de ye. Divê pirisgirêka wekî terorîstnasandina HTŞyê çareser bikin.

Her çi qasî bi nerîna min ew tiştên ku min sibe bihîstine, nûnerên dîplomasî ku li Sûriyeyî kar dikin bi taybetî li rojava, Amerîka jî ti armanceke wan nîne li gel HTŞyê miameleyê bikin. Bê guman ji ber dîroka wê û destnîşankirina wê.  Lewra bi nerîna min ev kevirekî mezin e di nav golê de ji bo hefteya bê lê bi nerîna min rêyên nerîtî hene bi rêya nûneran, bi rêya kesên din ku li cihan wan biaxivin, bi rêya Gier Pedersen derbarê nerînên wan. Divê wan bibînin.

Rûdaw: Mixalefet ji Kurdan dixwaze li Sûriyeyê beşdariyê bikin û pêwendiyên xwe ligel hêzên derveyî qut bikin ku armanca wan jî Amerîka ye. Kurd û mixalefet ku berê li hinek navçeyan aloziyên wan hebûn, bi nerîna te dikarin bigihên rêkeftinekê derbarê paşeroja Sûriyeyê bi taybetî sîstema siyasî, wekî federalî yan otonomî. Bi nerîna te ev yek dibe di paşeroha Sûriyeyê de aloziyan çêbike?

Martin Griffiths: Eger çareser nebe dê di paşerojê de pirisgirêkê çêke. Divê Kurd beşdar bin. Li gel destpêkirina bûyeran li Sûriyeyê, pêwendî ji aliyê serkirdeyên Kurd ve li gel min hatin kirin.  Wan digot em nizanin ev yek me ji kû derê ve dibe. Kurdan dîrokeke xirab di piştguhkirinê gavên girîng de heye. Ew grûpekî bihêz in. Kêmîneyeke rêzdar in ku pêwîstiya wan bi parastinê heye. Wekî hûn dizanin, fikra destpêkê ji bo bakurrojhilatê Sûriyeyê j bo Kurdên Sûriyeyê ew bû ku li Sûriyeya nû li ser bingeha dabeşkirina desthilatan beşdar bin.

Di bin her destûrekî Sûriyeyê de ev yek bê kirin lê niha divê ev yek dubare bê ragihandin. Pirsa di navbera Kurd û Tirkan de bê guman navendiya ji bo tişta ku li vir çêdibe. Divê Enqere û Kurdan lihevhatineke taybet hebe. Niha ez dizanim ku ew vê yekê dixwazin.”

Rûdaw: Tu çend salan li Yemenê bû, derbarê rewşê û hevterazûya li Sûriyeyê, li navçeyê û Rojhilata Navîn şibihandin heye, dema behsa aliyên navherêmî û navdewletî tê kirin. Bi nerîna te tişta ku çêdibe û derencamên krîza Sûriyeyê bandora wê li ser krîzên din li navçeyê dibe, wek mînak, Yemen an navçeyên din?

Martin Griffiths: Bi nerîna min bandor dibe. Min li cihekî din gotiye ku amajeyê bi Xezayê dikim, tişta li Xezayê çêdibe li Xezayê namîne. Bandorê li cîhanê dike. Hemû kes çavdêriyê dike. Di vê rewşa taybet de me ev yek dîtiye, bi kêmanî bangeşeya wê yekê hatiye kirin, ku berêxwedana bo şerekî ji bo pêşveçûnê da ku wiha bi nav bikin, ji ber diyalogê û navbênkariyê bandora xwe nekir. Sedema serekî ya bandornekirinê ew bû ku Serok Esed ne amade bû bi cidî miameleyê li gel bikin. Gier Pedersen û yên din çend salan westiyan, hewl dan ew yek çêbibe, di dawî de bê guman wan got êdî bes e. Em dê axê bigirin da ku di pêgeheke cuda de bin ji bo her gotûbêjekê. Ku cûreke ji bo pêxistina şer.

Rûdaw: Pirsyara min a dawî. Di civînên te de yên li gel Beşar Esed, eger tu kitêbekê li ser binîvisîne, ew çi dîmen e ku tu qet ji bîr nake?

Martin Griffiths: Pirsyareke gelekî baş e. Wî her dem ji min re digot lê ji hemû cîhan re jî gotiye ku ew ji bo paşê roja gelê xwe li wê derê ye. Dikarîn li gel wî nakok bin lê ew axavtina wî bû. Ev ew helwêst bû ku bangeşe ji bo wê dikir lê bi rastî tiştek ji bo gelê xwe nekir û berovajî wê yekê kir. Bi nerîna min dibe ku niha wekî poşmaniyeke mezin bi xwe wê bibîne, eger hêj sax be, ew tişt bû ku divabû ew pêşinyar bo navbênkariyê bi cidî wergirtibana.

Divabû li gel Komkara Erebî ku rojekê ji rojan sala borî bo wê hatibû vexwendin miamele bikiraya. Divabû bi rastî temaşeyî vê yekê bikiraya û bigotaya pêwîstiya min bi vê derfetê heye, ji ber eger wiha nekim tiliya xwe gez dikim û gez kiriye jî. Lewra bi nerîna min şikestina wî ji sûdwernegirtina ji derfetên dîplomasî û diyalogê bûne sedema ketina wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst