Stenbol (Rûdaw) - Apolas Lermî ew hunermendek e ku ji herêma Behra Reş derketiye û vêga kesekî berbiçav e. Ew bi eslê xwe ji bajarê Tirabzonê ye û dengekî rengîn yê wê deverê ye. Behra Reş jî bi çiya û zozanê xwe yên bilind û deryayeke bi pêl û xwezayeke bêhempa tê nasîn. Her çiqas ji aliyê demografiyê ve hatibe guhertin jî li herêmê nûfusa gelê Laz û Rom an hê jî xuya ye û ew bandoreke giranbuha dane ser çand û ziman û folklora gelemperî ya deverê.
Ksenofon di pirtûka xwe ya nemir ku bi navê “Meşa Bi Deh Hezaran” tê nasîn bahsa Romên Pontûsê dike ku 2.500 sal berî roja me li devera Behra Reş jiyane û bi Romî axifîne. Her çiqas hejmara wan îro kêm bûbe jî ew hê jî li heman deverê dijîn.
Apolas Lermî jî yek ji wan kesan e ku ji Behra Reş wek hunermendekî hêja derketiye ser dikê. Yek ji albumên wî bi zimanê Romî ye ku navê wê “Romeika” ye. Lê xala herî balkêş ew e ku ev hunermendê hêja bi Kurdî jî stranan dibêje. Bi zaravaya Zazakî straneke bi navê “Lazê Mi” ango “Lawê Mi” gotiye û jê re vîdyoklîbekê jî çêkiriye. Ya rast ne tiştekî hêsane ku meriv rastî hunermendekî ji Behra Reş were ku bi Kurdî stranan bêje. Lewma me jî xwest ku em vî hunermendê taybet hinekî ji nêz de binasin û bizanin ku ew çawa dest bi strandina zimanê Kurdî kiriye:
Apolas Lermî ji Rûdawê re wiha behsa xwe kir: “Ez ji Trabzonê me. 15 sal e jî ku karê muzîkê dikim. Di vê demê de min 4 album deraniye. Herêma Behra Reş xwedî erdnîgariyeke dewlemend e û gelek çandên cuda cuda li xwe digre. Wê demê hevkarên me yên muzîkjen bi heman reng û zimanî stranan digotin. Min jî xwest ku ez tiştekî cuda bikim. Min bi zimanê Romeîka ango zimanê Romî yê Trabzonê stranan got ku ew zimanekî hatibû ji bîr kirin.”
Lermî wiha behsa têkilbûna xwe ligel muzîka Kurdî kir: “Nêzîkbûna min ji bo muzîka Kurdî hêj berî ez xwe tevlî muzîka Behra Reş bikim destpêkiribû. Ez ne kesekî dûrî wê kulturê bûm. Di demeke nêz de min fersendekê bidestxist ku karibim bi muzîkjenê hêja yê Kurd Mîkaîl Aslan re werim ba hev. Min ji wî re jî got ku ez dixwazim di vî warî de karekî bikim. Wî jî vê ramana min pejirand û me bi hev re stranekê got. Ew kilamek bu ji devera Dêrsimê. Me strana Hal Yamano bi awayekî hevbeş got û klîba wê jî li Dêrsim û Behra Reş kişand.”
Apolas Lermî ji bo demeke dirêj bi hunermendên Kurd re kar kiriye ku piraniya wan ji devera Dêrsimê bûne. Bi hunermendê Kurd Mîkail Aslan re jî xebitiye û bi hev re klîbekê jî çêkirine. Wan strana “Hal Yamano” bi hev re gotine ku ew jî straneke bi Kurdî ye. Hunermendê hêja girîngiyeke giran dide ziman û çanda gelên qedîm yê vî welatî. Dixwaze ew ziman û nirxên ku li ber windabûnê ne dîsa bivejin û geş bibin. Ji bo vê armancê jî ew bi zimanê Romî û Kurdî stranan dibêje û bi rêya muzîkeke gerdûnî vê armanca xwe pêk tîne.
Lermî herwiha got: “Em ew kes in ku heman êşan dikşînin. Em dixwazin ew nirxên ku ji aliyê siyasetê hatine lewitandin bi rêya huner û muzîka xwe paqij bikin. Helbet kesên ku ji vê yekê aciziyê bikin hene lê em di wê nêrînê de ne ku di dema dirêj de em ji bo armanceke delal xizmeteke baş dikin. Lewma di pêvajoya pêş de emê karên nû yê bi heman rengî bikin. Ez hêvî dikim hunermend û muzîkjenên ji ziman û çandên cuda cuda werin cem hev û karên wisa tim berdewam bin. Xwedê bike ev jî ji bo kesên din bibe mînak.”
Muzîk bitenê bi rêya amûran nayê jenandin. Ew bi saya gel û çandên cuda cuda li xwe zêde dike û dewlemendtir dibe. Apolas Lermî jî bi rêya vê muzîka xwe ya delal hem ziman hem jî çandên rengîn ê Anatolyayê bikar tîne û jê ahengeke bêhempa dipejirîne.


