Hewlêr (Rûdaw) - Nûs House ji bo piştgirî û vejandina wêje û zimanê Kurdî pêşbirka kurteçîrokan a bi navê "Nûs Pêşbirk - 1" li dar dixe.
Deriyê pêşkêşkirina kurteçîrokan ji bo hemû nivîskar û hezkiriyên wêjeyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê vekirî ye.
Di pêşbirkê de hemû zaravayên Kurdî tên qebûlkirin û pîvana bingehîn jî kalîteya nivîsê ye.
Xelatên pêşbirkê
Komîteya nirxandinê ya ku ji nivîskar û rexnegirên pispor pêk tê, dê li gorî pîvanên herî bilind 3 serkeftiyan hilbijêre:
Serkeftiyê yekem: Mertala pêşbirkê, çapkirin û belavkirina kurteçîrokê di "Antolojiya Nûs Houseyê ya ji bo Kurteçîroka Kurdî-1" de û her wiha çapkirin û belavkirina berhemeke nivîskar.
Serkeftiyê duyem: Mertala pêşbirkê û çapkirina kurteçîrokê di antolojiyê de.
Serkeftiyê sêyem: Spasname û çapkirina kurteçîrokê di antolojiyê de.
Her wiha hemû berhemên balkêş dê ji bo çapkirinê ya di antolojiyê de werin hilbijartin.
Her sê kurteçîrokên serkeftî dê bi ahengeke taybet di çarçoveya "Nûs Festîval-1" de werin xwendin û rexnekirin.
Şert û mercên beşdarbûnê
Nivîskarên ku dixwazin beşdar bibin divê van mercan bi cih bînin:
Ziman: Divê kurteçîrok bi Kurdî (hemû zarava) be û bêyî xeletiyên rastnivîs û rêzimanî be.
Resenîtî: Divê kurteçîrok ji aliyê nivîskar ve hatibe afirandin û li ti cihekî (pirtûk an elektronîk) nehatibe çapkirin. Tenê weşandina li ser blog û malperên medyaya civakî yên nivîskar nayê qedexekirin.
Dirêjahî: Divê kurteçîrok ji 500 peyvan kêmtir û ji 3000 peyvan zêdetir nebe.
Temen û zayend: Pêşbirk ji bo her temenî û ji bo her du zayendan vekirî ye.
Formata nivîsê: Divê nivîs bi formata Wordê (Tîp: Garamond, Mezinahî: 11.5) be. Li gel kurteçîrokê divê CVyeke wêjeyî ya kurt ku nav, jimareya telefonê û e-maila nivîskar tê de hebe were şandin.
Hişê çêkirî: Divê berhem bi rêya hişê çêkirî (AI) yê wekî ChatGPTyê nehatibe afirandin.
Demên girîng û rêbaza serlêdanê
Destpêka wergirtina berheman: 10ê Îlona 2026an.
Roja dawî ya wergirtinê: 10ê Çiriya Pêşîn a 2026an.
Ragihandina encaman: Mijdara 2026an di "Nûs Festîval-1" de.
Nivîskar dikarin berhemên xwe bi rêya e-maila nus.pub.house@gmail.com bişînin.
Ji bo pirsan jî dikarin bi rêya jimareya WhatsAppê ya +31687008220 pêwendiyê deynin.



