کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Romana Grigori Petrov a bi navê 'Welatê Sosinên Spî Fînlanda” / Wêne: Nûbihar

Romana Grigori Petrov a bi navê 'Welatê Sosinên Spî Fînlanda” / Wêne: Nûbihar

Çand û Huner

Weşanxaneya Nûbiharê romana ‘Welatê Sosinên Spî Fînlanda’ çap kir

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW30-01-2025

Nûçeyên Têkildar

Şanoya Herêma Aram li Londonê tê nîşandan
Çand û Huner24-06-2026

Şanoya Herêma Aram li Londonê tê nîşandan

Weşanên Avestayê romana nû ya Burhan Sonmez ‘Neynika Sor’ çap kir
Çand û Huner23-06-2026

Weşanên Avestayê romana nû ya Burhan Sonmez ‘Neynika Sor’ çap kir

Li Wanê 'Rojên Wêje û Pirtûkan': 'Divê em Kurdî bigihînin hemû malan'
Çand û Huner21-06-2026

Li Wanê 'Rojên Wêje û Pirtûkan': 'Divê em Kurdî bigihînin hemû malan'

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Nûbiharê romana Grigori Petrov a bi navê “Welatê Sosinên Spî Fînlanda”yê çap û belav kir.

Medenî Ogut pirtûk wergerandiye Kurdî.

Birêvebirê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk li ser hesabê xweyê Xê got ku ev berhem ji bo gelên bindest rêberek e.

“Ji bo gelên bindest rêberek e”

Suleyman Çevîk wiha nivîsandiye:

“Ev berhem xîret û hamiyetê dide meriv. Ji bo gelên bindest rêberek e. Heta niha bi gelek zimana hatiye wergerandin û bi mîlyonan hatiye xwendin.

Fînî li hember Rûsan li ber xwe didin, welatê xwe rizgar dikin û bi sosinan dixemilînin.”

“Di hiş û dilê mirov de hişmendiyeke netewî ava dike”

Di beşda danasîna romanê de jî wiha hatiye nivîsin:

 “Teqan, teht û zinar bi para me ketin, lê me ev der veguherandin welatê çand û şaristaniyê.

Ev hevok, puxteya têkoşîna pêşketina gelemperî ya neteweyekê ye ku digel hemû zorî, zehmetî û şertûmercên xwezayî yên dijwar bûye yekwucûd û gihîştiye armanca xwe.

Ne madenên wan hebûn ne jî erd û axa wan a berhemdar; dewlemendiya wan a mezin dibistanên wan bûn.

Di van dibistanan de mîna ku avê bidin ber polayî, hiş û giyanê zarokên xwe hêvisandin û bi pêşengiya çend rewşenbîrên xwe yên bi qasî tiliyên destan ji welatekî teqanan, teht û zinaran welatekî çand û şaristaniyê yê ji her hêlê ve pêşketî ava kirin.

Mirov dikare bibêje ku ev berhema giranbiha ji bo netewesaziya gelên bindest an jî ji bo neteweyên ji trêna pêşketinê paşdemayî rêbereke hêja ye.

Lewra mîna mîmarekî mahîr di hiş û dilê mirov de hişmendiyeke netewî ava dike û hestên wekî xîret û hemiyetê biperwaz dike.

Welatê Sosinên Spî Fînlanda, çîroka pêşketin û hevkariyeke wisa ye ku dê her netewe di vê berhemê de ji dîroka xwe rêçan bibîne.”

Ev berhem xîret û hamiyetê dide meriv.
Ji bo gelên bindest rêberek e.
Heta niha bi gelek zimana hatiye wergerandin û bi mîlyonan hatiye xwendin.
Fînî li hember Rûsan li ber xwe didin, welatê xwe rizgar dikin û bi sosinan dixemilînin.@nubihar https://t.co/9EDUMVJ4m1 pic.twitter.com/tlYPOcXdzb

— Suleyman Çevik (@SilemanCevik) January 28, 2025

Pirsên