Li Geverê çalakiya çand û hunerê tê lidarxistin

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Gever Çalakiya Hunerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi pêşengiya Rêkxistina Sanatça, KESK û DÎSKê dê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya çand û hunerê were lidarxistin.

Rêkxistina Sanatçayê 30 Îlonê li navçeya Geverê bi pêşengiya KESK û DÎSKê dê çalakiya çand û hunerê li dar bixe.

Saet ji 10:00an heta 12:00an atolyeya zarokan û saet ji 16:00an heta 21:00ê jî çalakiya danasîna cilûbergên neteweyî yên Kurdî dê were kirin.

Di çalakiyê de hunermend Jahrmar û Xecê dê derkevin ser dikê.

Konsera bi navê “Vejîn” dê li qada seyrangehê ya nêzîkî gundê Civyanê yê navçeya Geverê pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst