Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bernê yê Swîsreyê "Foruma Kurdnasiyê ya Navneteweyî" bi dawî bû.
Çalakiya ku ji aliyê Akademiya Cûdî û Mala Kurdî ve hatibû organîzekirin, di navbera 11 û 15ê Tîrmehê de hat lidarxistin.
Kampa Havînê ya Akademîk
Forum li herêma Lenkê ya li ser çiyayên Alpê hat lidarxistin.
Di destpêka bernameyê de zarokan bi sirûda Ey Reqîb alaya Kurdistanê bilind kir.
Çalakî ne di formata konferanseke klasîk de, lê wekî "Kampa Havînê" hat sêwirandin.
Bi vî awayî kûrahiya akademîk û dewlemendiya çandî di atmosfereke germ de bûn yek.
Koordînatorê Forumê Fethî Kaya li ser armanca vê formatê axivî û got:
"Dema ku mirov qala konferansekê dike, nîqaşên ji serê sibehê heta êvarê tên hişê mirov. Me nexwest em mêvanên xwe bi nîqaş û pêşkêşiyan aciz bikin.
Me xwest çalakî di rewşeke şahiyê de, wekî betlaneyekê derbas bibe. Ji ber vê yekê me li ser Çiyayê Alpê otêlek girt.
Me xwest beşdar hem gotûbêjên zanistî bikin û hem jî derfeta tecrubekirina çand, muzîk, xwarin û govenda Kurdan bi dest bixin."
Ji 10 welatan 40 akademîsyen beşdar bûn
Di forumê de 40 mêvan amade bûn. Ev mêvan ji 10 welatên cuda hatibûn û di nav wan de 16 Kurdologên biyanî jî hebûn.
Akademîsyen û zimanzanan hem gotûbêjên zanistî kirin hem jî tevlî şahî û govenda Kurdan bûn.
Beşdarên forumê ji vê formata nû gelekî razî bûn.
Akademîsyen Katya Zagoritouyê daxuyand ku ew ji beşdariya xwe gelekî kêfxweş e û got, "Ev yek ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî gelekî baş e."
Dr. Maria Six-Hohenbalkenê jî hestên xwe wiha anîn zimên:
"Ez pir kêfxweş im ku hatime vexwendin. Em bi germî hatin pêşwazîkirin. Gotûbêjên pir baş hatin kirin, bi rastî jî pir bêhempa bû."
Li ser ziman, nasname û siyaseta Kurdan 4 rûniştin
Di roja duyem a forumê de 4 rûniştinên sereke hatin lidarxistin.
Rûniştina yekem li ser metodolojî û rewşa Kurdnasiyê ya li cîhanê bû. Moderatoriya vê beşê Prof. Dr. Michael Chyet kir.
Rûniştina duyem li ser jeopolîtîkê bû. Doç. Dr. Boris James moderatoriya vê rûniştinê kir û rewşa Kurdan a piştî rûdanên Rojhilata Navîn hat nirxandin.
Di rûniştina sêyem de pirsgirêkên siyasî û standardkirina zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin. Moderatora vê beşê Prof. Dr. Katharina Brizić bû.
Rûniştina çarem jî li ser nasname û diyasporayê bû. Ev beş jî bi moderatoriya Prof. Dr. Ofra Bengio bi rê ve çû.
Stratejiyên paşerojê û torên hevkariyê
Roja dawî ya forumê bi maseyeke gilover bi dawî bû. Dr. Janroj Yilmaz Keleş moderatoriya vê beşê kir.
Akademiya Cûdî ya ku di bin sîbana Federasyona Komeleyên Mala Kurdan de dixebite, bi vê çalakiyê ji bo lêkolîneran platformeke serbixwe pêşkêş kir.
Akademîsyenan li ser plankirina projeyên hevbeş û avakirina torên akademîk ên navneteweyî bîr û ramanên xwe parve kirin.
Di merasîma girtinê de, ji bo xebatên wan ên akademîk ên li ser ziman û çanda Kurdî plaket dan beşdaran.


