Hejmara 8an a Bar Helbestê derket

Duh li 04:14
RÛDAW
Nîşan Bar Helbest Edebiyata Kurdî Kovarên Kurdî Helbesta Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara 8an a kovara Bar Helbestê çap û belav bû.

Kovar bi hejmara nû li pêşberî xwînerên xwe ye.

Di vê hejmarê de ji gelek zimanan helbest hatine wergerandin.

Kovara Bar Helbestê di hejmara 8an de wêneyê helbestvan Yeqîn H. kiriye berga xwe.

Kovarê di vê çarçoveyê de bi Yeqîn H. re hevpeyvînek kiriye.

Di hevpeyvina dirêj de Yeqîn H. li ser du helbestvanên mezin ên Kurd got:

“Ez ji helbesta me ya îro du mînakên nakok bidim: Yek jê Arjen Arî ye ku helbesta wî miştemişt deng û aheng e, têra xwe helbesteke sîmetrîk e lê di xwe de jî hêwirzeyeke tîr û reqsok e, ruh tev dide!

Îcar berovajî Arjen Arî, helbesta Berken Bereh asîmetrîk e lê di hûrgiliyan de deng û ahengeke nepen heye, hingî ku tu daxilî (hi)navê dibî, di xwe de dixulxule, difûre. Yanî, helbest jixwe her hêwirze bûye û wê wiha jî be. Divê pak were hilçinîn.”

Ji bilî vê kovarê hevpeyvîneke li gel helbestvana Swêdî Katarina Frostenssonê hatiye kirin ji Swêdî wergerandiye Kurdî.

Di hevpeyvînê de fikrên wê yên li ser helbestê dertên pêş. Li aliyê din helbesteke wê jî ji bo Kurmancî hatiye wergerandin û belavkirin.

Li aliyê din nivîsa Edgar Allan Poeyê ya derheqê dîdaktîzmê de û nivîsa Miradê Miradan a derheqê poetîkaya Arîstoteles de hin nivîsên ku di kovarê de hatine belavkirin.

Di kovarê de ji bilî Kurdî ji gelek zimanên din jî helbest hatine belavkirin.

Ji Îngilîzî, Ermenî, Fransî, Spanyolî, Îtalî, Almanî, Holendî, Swêdî, Erebî û Farisî helbest hatine wergerandin û belavkirin.

Di vê hejmarê de kesên wekî Azad Rêbiwar, Bahadîn Akhan, Toon Tellegen, Conrad Aiken, Edgar Allan Poe, Ciwan Nebî, Rêzan Diljen, Nûroj Munzûr, Hovhannes Şiraz, Rizgar Elegez, Sylvia Plath, Enwer Yilmaz, Maya Angelou,  Jorge Luis Borges, Emerîkê Sidîqayê, Ehmedriza Ehmedî, Yeqîn h., Berken Bereh,  Paul Eluard, Jacques Prévert, Thomas Kinsella, Sidîq Gorîcan, Yehya Omerî, E. E. Cummings, Elî Ebdollahî, Giuseppe Ungaretti, Mehmet Çalişçi, Wirya Mezher,  Mihemed Elî Bayram, Louise Gluck, Miradê Miradan, D. Alend, Paul Éluard, Mîna Esedî, Evdilwehab Elbeyatî, Canê Dêrikî, Yves Bonnefoy, Îbrahîm Şadman Mêsirkanlû, Hêmîn Mukriyanî, Nalî, Zembîlfiroş bi berhemên xwe cih girtine.

Naveroka hejmara 8an a kovarê wisa ye:

Bi destpelandinekê radimûsim xeribiya xwe / Azad Rêbiwar / 5

Du Qesîdeyên Carmina Buranayê / 6

Alaname / Bahadîn Akhan / 8

Diyariyek / Toon Tellegen / 10

Ew muzîka ku me bi hev re guhdarî kir / Conrad Aiken / 11 Jirêderketina Dîdaktîk / Edgar Allan Poe / 12

Roja xweştirîn, saeta xweştirîn / Edgar Allan Poe/ 14 Helbesta berî dawî / Ciwan Nebî / 16

Li pey şopa dengekî / Rêzan Diljen / 17

Lêva Cûdiyê Daye Der / Nûroj Munzûr / 18

Ecêb / Hovhannes Şiraz / 19

Kulîlkên devê min diweşin / Rizgar Elegez / 20

Neynik / Sylvia Plath / 21

Dinyaya newiye / Enwer Yilmaz / 22

Dema Borî / Maya Angelou / 23

Şerîketawan / Jorge Luis Borges / 23

li warxanan beregehek yekçavî / Emerîkê Sidîqayê / 24

Ev çi azar e / Ehmedriza Ehmedî / 25

Kilama sibehê / Yeqîn h. / 26

Elîfbaya Esmanî-Hîç / Berken Bereh 27

Helbest Hebû û Tune Bû ya Deng e: / Hevpeyvîn li gel Yeqîn h. / 28 Mirina min a bsaxî / Paul Eluard / 36

Strana Çivîkbaz / Jacques Prévert / 37

Stranên Şevê / Thomas Kinsella / 38

Şeş Haîkûyên Nîsanê / Sidîq Gorîcan / 39

beyana li ser kendêl / Yehya Omerî / 40

Çavdêrî IV / E. E. Cummings / 42

Hevpeyvîn Bi Katarina Frostenson Re / Li Ser Helbestên Wê / 44 Çileya Pêşîn / Katerina Frostenson / 47

Bîranînên înziwayê / Elî Ebdollahî / 50

Bendava Noqbûyî / Giuseppe Ungaretti / 51 Nezerfermaş / Mehmet Çalişçi / 52

Pîknîk / Wirya Mezher / 53

Hêviyên ku di bêrîkeke qul da mane / Mihemed Elî Bayram / 54 Helbesta Evînê / Louise Gluck / 55

Poetîkaya Arîstoteles / Miradê Miradan / 56

Berf / d. alend / 58

çîroka kesên din / zembilfiroş / 60

Tenê dixwazim ji te hez bikim / Paul Éluard / 61

“Xelekek ji bo min dîltî ye” / Mîna Esedî / 62 Lengergehên Lorca / Evdilwehab Elbeyatî / 64

Lal / Canê Dêrikî / 68

Dîsa Bû Havîn / Yves Bonnefoy / 69

Bûseya Asîtanê: Amadekar: Îbrahîm Şadman Mêsirkanlû / 71 Kurd im û ... / Hêmîn Mukriyanî / 71

Xetat fermû ke xoşe Çîn û Maçîn / Nalî / 72

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst