Hewlêr (Rûdaw) - Seydayê Cegerxwîn ku hertim pêşketin û serbestiya miletê xwe dixwest, di heman demê de jî bi awayekî berdewam pêşketinên zanistî yên cîhanê dişopand.
Dema Yekîtiya Sovyetê, segek ber bi esman ve şand, vê bûyerê Cegerxwîn bi kûrî hejand û dîsa kul û derdên wî nû kirin, bê çawa li derve êdî teba jî diçin ezman û Kurd hîn di bin destê dijmin de ne.
Cegerxwin di helbesta xey ya bi navê “Layka Çûye Jor” de wiha dibêje:
“Ey Layka hêja sega bextiyar. Me tu şande jor em mane li xwar. Dengê te yê xweş îlham didî min. Bêtêlika te peyxam didî min. Hilkişîme jor ger çi ez hov im. Hatime cem we peykê mirov im.”
Laykaya ku Seydayê Cegerxwîn bi peyvên xwe yên nemir wê dipesinîne, yekem tebaya astronot bû ku di sala 1957an de li Sovyetistana Berê, li keştiyeke esmanî hat siwarkirin û ber bi esman ve hat rêkirin û li dora erdê geriya.
Layka reben ku tenê çend saetan li esmên ma û jiyana xwe ji dest da, bi vê serpêhatiya xwe ya sosret ku nerazîbûneke exlaqî jî bi xwe re anî û gengeşe derxist, herwiha bû semboleke cîhanî ya vedîtin û kifşkirina esmanên dûr û dilê Cegerxwînê dilmezin jî ber bi xwe ve kişand.
Seyda di dîwana xwe ya sêyem “Kî me ez” de, ku çapa wê ya yekem sala 1973an li Beyrûtê derket, helbestekê bi navê “Layka Çûye Jor” dinivîse û tê de bûyera Layka nemir dike û li ser halê xwe û miletê xwe yê Kurd digrî û zor û stemkariya neyarên gelê Kurd û dûrketina wan ji zanîn û pêşketina zanistî tîne ziman û dibêje:
“Ey Layka mezin wey sega rêzan
Berî min tu çû gihiştî ezman
Bi dengê xweyî zîz bike zûrezûr
Li te kom bibin ew perî û hûr
Li ber te vebî dergehê bihişt. Laşê te bibî ji şadiyê mişt
Lê yê min li vir bindest û reben
Nayê destê min bihayê kefen
Li ser hev dîlî jarî bindestî
Jîneke naxoş seranser mestî
Ev birayên min xurt û hov û kor
Mafê min dixun bi kotek û zor
Dema dixwazim bijîm wek însan
Lêdan û kuştin zencîr û zindan
Baweriya min ya xurt û bi tîn
Xiste dilê wan sed ta û lerzîn
Ditirsin vebin ev embûr û nîr
Ji ser me rabin ev bend û zencîr”



