Festîvala Helbesta Kurdî li Almanyayê bi rê ve çû

22-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Derdora 130 kesî di festîvalê de amade bûn
Derdora 130 kesî di festîvalê de amade bûn
Nîşan Festîvala Helbesta Kurdî Essen Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Helbesta Kurdî duh li bajarê Essenê yê Almanyayê hat lidarxistin.

Komîteya Çandê ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd a Sûriyeyê, li binkeya Komeleya Hêlîn a li bajarê Essenê, Festîvala Helbesta Kurdî rêk xist.

Nivîskar û helbestvan Mizgîn Hesko ji Rûdawê re got:

“Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, vê ahengê li dar dixe. Îsal hunerhez û helbestdost bi giştî pir bûn. Helbestvanên me jî pir bûn. Ev derfeteke pîroz e ku em helbestvan li hev guhdarî dikin. Di heman demê de derfet e ku her salê carekê em hevdu li vî cihî dibînin.”

Bi gotina helbestvan û nivîskarê Kurd Ibrahîm Yûsif, 24 helbestvan di wê festîvalê de beşdar bûn.

Helbestên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin. Berhemên helbestvanên beşdarbûyî jî dê têkevin pirtûkekê.

Helbestvan Ilwan Şivan jî wiha got:

“Salane em nemir Cegerxwîn bibîr tînin û em festîvala helbestê li dar dixin. Hejmareke mezin ji nivîskarên Kurd, bi taybetî yên Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin. Lê îsal cuda bû, festîval Kurdistanî bû, helbestvanên Kurdistanî jî li vê derê amade bûn û hestên xwe anîn ziman.”

Armanc ji vê rojê çi ye, ew e ku em, helbestvanên Kurdistanî bikaribin kom bibin, li bin sîwanekê helbesta Kurdî ji hev re bixwînin.”

Endamê Nivîsingeha Cîbicîkar a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê Sedîq Şirnexî jî got:

“Îsal bêhtirî 24 helbestvanan beşdarî vê ahengê bûn û helbestên xwe yên Kurdî xwendin. Me dît tiştekî gelekî serkeftî bû. Herwiha me li welat jî karekî wiha kiriye, bi vê hlekeftê em li welat jî dikin.

Em dibînni li Ewropayê divê em vî karî berdewam bikin. Em bikaribin van helbestavnên xwe yên Kurd, cih bidine wan.”

Li Festîvala Helbesta Kurdî, li bajarê Essenê derdora 130 kesî amade bûn û wan li berhemên helbestvanên beşdarbûyî guhdarî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst