Dusseldorf (Rûdaw) - Şêrko Fatah îsal ji aliyê Akademiya Huneran ya Berlînê ve bi “Xelata Mezin ya Hunerî ya Berlînê ya 2015ê“ tê xelatkirin. Ligel vê xelatê 15.000 Euro jî tên dayîn. Xelat wê 18ê Adarê bi merasimekê li Berlînê pêşkêşî Şêrko Fatah bê kirin. Şêrko Fetah di pirtûkên xwe de li ser kişkişana di navbera cihana erebî û ya rojavayî de radiweste, ji bo vê yekê jî ew hêjayî “Xelata Mezin ya Hunerî ya Berlînê ya 2015ê“ hat dîtin. Jûriya xelatê li ser biryara xwe ya xelatkirina Şêrko Fetah diyar kiriye ku “ew dikeve nav lêkolîna tundiyê bi rengên wê yên cuda, bêyî ku bibe aligirê tundiyê.“ Nivîskarê kurd-alman Şêrko Fetah îsal hêjayî xelata “Adelbert-von-Chamisso-Preis 2015“ ya weqfa Robert Bosch Stiftung jî hatiye dîtin ku ew xelat jî wê 5ê Adara îsal li Allerheiligen-Hofkirche li Munchenê pêşkêşî wî bê kirin. Şêrko Fetahê sala 1964ê li rojhilatê Berlînê ji dayîk bûye. Bavê wî Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ye û dayika wî jî alman e. Heta niha Şêrko Fetahê hêjayî çendîn xelatên din jî hatiye dîtin û herwiha di nav wêjeya zimanê almanî de navekî naskirî ye.