Mehmet Atlî û Arjen Arî di yek albûmê de ne

21-12-2023
Aydin Bayram @aydn_byram
Albûma Mehmet Atlî
Albûma Mehmet Atlî
Nîşan Mehmet Atlî Arjen Arî Min Dil Daye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedê Kurd ê navdar Mehmet Atlî stranên xwe yên ji helbestên Arjen Arî pêk tê bi albûmeke nû belav kirin.

 Mehmet Atli ku muzîka xwe li ser bingeheke netewî û folklorîk wekî muzîkeke modern çêdikî, helbestên Arjen Arî yên ku di albûmên curbecur de belav bûne, di albûmê bi navê “Min Dil Daye” de belav kir.

Atlî ev stranên xwe ku bi stîleke nû gotine li ser platformên muzîkê yên dijîtal belav kir.

Atlî ji Rûdawê re diyar ku wî gelek stranên xwe ji helbestên Arjen Arî çêkirine û wî wek ev albûm amade kiriye.

Mehemet Atlî di albûmê de cih daye wan stranan:

Mihemedo, Wey Gidî, Bi Tena Serê Xwe, Heyrano,  Megrî, Kol î Poşman,  Bi Tena Serê Xwe (Ens)

Kesên di albûmê de cih girtine:

Mehmet Atli: Vokal, Lavta

Maviş Guneşer: Back Vokal

Ejder Uçuk: Flut, Piccolo, Gîtar a Klasik, Gîtar a Akustik

Deniz Kaya: Gîtar a Akustik

Haşim Dogrul: Gîtar a Bass

Veysi Tekin: Drums

Azad Yilmaz: Percussion

Simge Keskin: Çello

Baran Ertaş: Keman, Viyola

Ege Çelikoba: Trompet

Herwiha nivîskar Kemal Varol jî pêşgotinek ji bo vê albûma Mehme Atlî nivîsandiye û ev jî nivîsa wî ye:

“Ji hêlekê ve damareke helbestê ya nûjen û orîjînal ku ji hemû îmkanên helbesta kevneşopî ya Kurdî derdixist û ji aliyê din ve tercîheke muzîkî ya ku ji destpêkê ve dixwest rêyek cuda ji muzîka nûjen a Kurdî re bide çêkirin: Arjen Arî û Mehmet Atlı.

Dîtina herduyan li kêleka hev hîn jî heyecan e. Ez dîsa jî dibêjim, ji ber ku Arjen Arî ku di sala 2012an de koça dawî kir, êdî derfet nemaye ku helbesta ku li dû xwe hiştiye bidomîne, belkî dê helbestê bigihîne astên tundtir.

Dema mirina ku di helbestên xwe de tim behsa wê dike, ev helbestvanê hosta yê helbesta Kurdî ji me girt, gotinên xwe yên neqediyayî li pey xwe hişt.

Mehmet Atlî di jiyana xwe ya muzîkê de gelek caran nêzî helbestê bûye û helbestên gelek helbestvanan çêkiriye û bi Koma Dengê Azadî dest pê kiriye û piştre jî wekî hunermendekî solo berdewam kiriye.

Ji bilî vê, ev helbest ne hêsan bûn ku bêne êkirin. Di nav van helbestvanên bêhejmar de, belkî herî nêzîk têkiliya Mehmet Atlı bi Arjen Arî re hebû.

Bi awayekî peyvên li dengê wî digeriyan di stranên wî de jîn dibûn. Êşên demên dûr û nêzîk, derdên ferdî û civakî ku gelek caran di helbestên Arî de derdikevin pêş, belkî sedema sereke bû ku van herduyan gihand hev.

Niha jî Mehmet Atli ji helbestên Arjen Arî yên ku di albûmên curbecur de belav bûne, di yek albûmê de bi navê Min Dil Daye berhev dike.

Di albûma rêzgirtinê ya Arjen Arî de, stranên wekî Mihemedo, Heyrano û Wey Gidî ku gelek behsa wan tê kirin, bi aranjmanên nû ji nû ve zindî dibin. Mehmet Atlı van helbestan careke din bi xemeke hêniktir, gihîştîtir ku li gorî Arjen Arî tê jiyîn.

Min Dil Daye ku şeş stranan di nav xwe de dihewîne û dê careke din were guhdarîkirin, berhemeke gihîştî ya helbestvanekî ku bê wext koça dawî kiriye û herwiha muzîkjenekî şanaziya muzîka kurdî ye.

Dengê ku li peyvên xwe digere, peyva ku li dengê xwe digere, di dawiyê de bi albûma Min Dil Daye re tê cem hev.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst