Hewlêr (Rûdaw) - Bi beşdariya 500 xwendekaran li Dibistana Navneteweyî ya Choueifatê ya li Hewlêrê, konsereke mezin a muzîkê hat lidarxistin.
Xwendekaran bi rêya nîşandanên xwe yên hunerî, beşdar birin gereke çandî ya di nav welatan de.
Konser ji rêzeçalakiyeke nîşandanên stran, muzîk û şanoyê pêk dihat ku çandên cuda yên cîhanê nîşan didan.
Birêvebirê Dibistana Choueifatê ya li Hewlêrê Stefan Kleynhans ji Rûdawê re ragihand:
"Ev sala me ya 20an a li Kurdistanê ye.
Her sal ev konser wekî nerîtekê tê sazkirin.
Mijara îsal Gera Cîhanî ya SABISê bû ku tê de em ahenga pirçandî ya li cîhanê pîroz dikin."
Nasandina çandên cuda
Armanca sereke ya çalakiyê, nasandina welatên cîhanê û çandên cuda ya bi xwendekaran e.
Her wiha bipêşxistina şiyanên wan û avakirina xwebaweriyê ya bi rêya nîşandana li ser dikê ye.
Mamosteya dansê ya li dibistanê Eleonora Ilicê diyar kir ku îsal ji ber salvegera damezirandina dibistanên SABISê, mijara sereke ya ahengê gerek bû di nav wan welatan de ku ew pergala xwendinê lê heye û got:
"Îlhama çalakiyan ji wê yekê hatibû ku xwendekar zanibin li çend welatên din dibistanên SABISê hene û çanda wan welatan çawa ye."
Amadehiyên xwendekaran
Xwendekarên beşdar bi kelecan qala amadehiyên xwe dikin.
Xwendekar Tarîn Eliyê hestên xwe wiha anîn ziman:
"Ez gelekî kêfxweş im. Me her roj piştî dibistanê û heta rojên Înê jî amadehî dikir ku em vê nîşandana xweşik pêşkêş bikin."
Dibistana Navneteweyî ya Choueifatê ku bi pergala SABISê dixebite, her sal li gel pêvajoya xwendinê, çend çalakiyên hunerî û werzişî ji bo xwendekarên xwe organîze dike ku aliyê wan ê civakî û çandî pêş bikeve.


