Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd û Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez li Îtalyayê "Xelata Hemingwayê" wergirt.
Sonmez wekî "Şahidê Dema Me" hêjayî vê xelatê hat dîtin.
Sonmez ji Rûdawê re axivî û got, "Ez pir kêfxweş im ku di demeke gelekî dijwar a ji bo Kurdan de, ev xelat dan nivîskarekî Kurd."
Xelatê diyarî Dayikên Şemiyê kir
Juriya Xelata Hemingwayê ya Îtalyayê ragihand ku Burhan Sonmez wekî "Şahidê Dema Me" hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Sonmez dê 27ê Hezîranê biçe bajarê Lignano Sabbiadoroyê yê Îtalyayê.
Ew dê di merasîma xelatdayînê de li ser "Wateya Şahidbûna Dema Me" gotarekê pêşkêş bike.
Nivîskarê Kurd diyar kir ku wî ev xelat li ser navê kesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, hatine girtin û jiyana xwe ji dest daye wergirtiye.
Her wiha wî xelata xwe bi taybetî diyarî "Dayikên Şemiyê" kir.
"Em dikarin bi zimanê xwe bibin perçeyek ji edebiyata cîhanê"
Burhan Sonmez li ser vê serkeftina xwe ya mezin ji Rûdawê re axivî.
Sonmez da zanîn ku ev xelat ji bo wî şanazî û serkeftineke pir mezin e û got:
"Ez pir kêfxweş im ku di demeke gelekî dijwar a ji bo Kurdan de, ev xelat dan nivîskarekî Kurd.
Ez dixwazim ev xelat ji bo ciwanên me yên nivîskar bibe hêz, mînak û rêyek."
Nivîskarê Kurd bal kişand ser girîngiya nivîsandina bi zimanê dayîkê û wiha axivî:
"Em êdî dikarin bi zimanê xwe bibin perçeyek ji edebiyata cîhanê.
Heta niha nivîskarên gelekî mezin ev xelat wergirtine. Ez kêfxweş im ku wekî Kurdekî bûme yek ji wan."
Sonmez anî zimên ku xelatên bi vî rengî wezîfeyên nû jî didin nivîskaran û got:
"Bi vê xelatê ji min re dibêjin, 'Eger tu dikarî vê xelatê wergirî, divê tu hîn zêdetir bixebitî û karên ku te kirine baş in lê divê tu êdî ji bo karên mezintir bixebitî û xwe amade bikî.'"
Xelata Hemingwayê çi ye?
Xelata Hemingwayê ku ji aliyê hevjîna Ernest Hemingway, Mary Welsh Hemingwayê ve tê dayîn, wekî yek ji xelatên herî biprestîj ên cîhanê tê dîtin.
Çîroka vê xelatê digihîje serdana Ernest Hemingway a ji bo bajarê Lignano Sabbiadoroyê.
Hemingway dema li wir bû, bi mîmarê plana bajêr Marcello D'Olivo re bû heval.
D'Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre û got ku ew der dê aîdî wî be.
Ew cih piştre wekî "Parka Hemingwayê" hat binavkirin.
Xelata Hemingwayê jî 1984an wekî berdewamiya wê mîratê hat damezirandin.
Ev xelat di bin kategoriyên "Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Hevpeyvîn û Şahidiya Dema Me" de tê dayîn.
Heta niha zana û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernauxê ev xelat wergirtiye.
Burhan Sonmez kî ye?
Burhan Sonmez Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Dema wekî parêzerekî mafên mirovan dixebitî, di êrişeke polîsan de bi giranî birîndar bû.
Ji ber sedemên siyasî çû Brîtanyayê û li navenda dermankirina qurbaniyên şkenceyê ya "Freedom from Torture" ya li Londonê hat dermankirin.
Romannûsê Kurd heta niha xelatên wekî Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi, Xelata Romanê ya Orhan Kemal, Xelata Vaclav Havel û Xelata Wêjeyê ya EBRDyê wergirtine.
Piştî ku pênc roman bi zimanê Tirkî nivîsandin, dest bi nivîsandina bi zimanê dayîkê kir.
Wî bi romana xwe ya "Evîndarên Franz K." dest bi nivîsandina Kurdî kir û romana wî ya nû "Neynika Sor" jî van rojan ji Weşanxaneya Avestayê dertê.
Romanên Sonmez heta niha ji bo 48 zimanan hatine wergerandin.
Wî li Zanîngeha ODTUyê ya Enqereyê dersên wêjeyê dane.
Burhan Sonmez her wiha Serokê PENa Navneteweyî ye û endamê Akademiya Zanîngeha Cambridgeyê ye.



