Hewlêr (Rûdaw) - Sê pirtûkên klasîk ên Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hatin çapkirin.
Ew sê pirtûk niha li pirtûkxaneyan tên bidestxistin.
Serrawêjkara Serokkomarê Tirkiyeyê û parlamentera berê ya AK Partiyê Wanê Gulşen Orhanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandanî Sê pirtûkên klasîk ên Kurdî ragihand.
Gulşen Orhanê da zanîn ku Dîwana Şêxê Meczûb, Rewdi’n-Ne’îmê ya Şêx Ebdurehmanê Axtepî û Dîwana Mela Muhyeddînê Dêrşewî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hatin çapkirin.
Gulşe Orhanê di peyama xwe de nivîsiye:
“Berhemên Edebiyata Klasîk a Kurdî ku her yek ji wan gewherek e, ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Geştyariyê ve hatin çapkirin.
Ev xizmeta mezin ku bi serpereştiya û fermana serokkomarê me hatiye kirin, ne tenê bo xelkê di heman demê de ji bo nifşê paşerojê jî diyariyeke mezin e.”
Gihandina van berhemên giranbûha ku dewlemendiyeke vî welatî ne, bi rêya dewleta me û miletê me, ji xeynî aliyê edebî, xizmetek e ku biratî û yekîtiya çarenivîsa miletê me bihêz dike.”
Hersê pirtûkên Kurdî yên hatine çapkirin:
- Şêxê Meczûb - Dîwan
- Şêx Ebdurehmanê Axtepî - Rewdi’n-Ne’îm
- Mela Muhyeddînê Dêrşewî – Dîwan
Wezareta Rewşenbîrî û Geştyarî ya Tirkiyê berî niha jî 11 berhemên Kurdî çap kiribûn:
Ehmedê Xanî - Mem û Zîn
- Feqîyê Teyran - Dîwan
- Melayê Cizîrî - Dîwan
- Melayê Bateyî - Mewlîda Şerîf
- Pertew Begê Hekkarî - Dîwan
- Sîyahpûş - Destana Seyfulmulük û Bedîu’l-Cemal
- Mele Xelîlê Sêrtî - Nehcu’l Enam
- Şêx Şemseddînê Exlatî - Dîwan
- Mele Elîyê Baqustanî - Hemû Berhem (Dîwan- Sultan Şeyhmus- Mewlüt)
- Şêx Beşîrê Haşimî- Gulzara Evîndaran (Dîwan)
- Şêx Ebdurehmanê Axtepî - Dîwana Rûhî
Herbiri mücevher değerinde olan Kürtçe Klasik Edebi Eserler, Kültür ve Turizm Bakanlığımız tarafından basılarak literatüre kazandırıldı.
— Gülşen Orhan (@gulsenorhan) December 18, 2023
Sayın Cumhurbaşkanımızın himayeleri ve talimatlarıyla gerçekleşen bu büyük hizmet yalnız bugünün insanına değil gelecek nesillere de hediye… pic.twitter.com/Opbbr2muqJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse