Belgefilma ‘Veşartina Sedam’ li Norwecê tê nîşandan

19-11-2023
Nîşan Belgefîlma Veşartina Sedam Norwec Nîşandan Tora Medyayî ya Rûdawê Helkewt Mistefa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belgefilma dirêj a derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê 'Veşartina Sedam' dê li Norwecê were nîşandan.

“Veşartina Sedam” behsa çîroka Ela Namîq dike ku wî sala 2003yan 235 rojan Serokê berê yê Îraqê Sedam Husên li cem xwe veşartiye.

Dema ku Ela Namîq Sedam vedişart bi hezaran leşkerên Amerîkayê lê digeriyan da ku hikimraniya wî bi dawî bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê yek ji hevbeşên sereke yên belfefilmê ye, herwiha mafê wê heye ku belgefilmê li Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan bide.

Belfefilm dê 13ê Kanûna Pêşîn li bajarê Osloyê li Sînemya Klingenbergê were nîşandan.

Derhênerê belgefilmê Helkewt Mistefa li Norwecê dijî û ev 10 sal in ku li ser belgefilmê dixebite.

Helkewt Mistefa, ji Tora Medyayî Rûdawê wiha behsa armanca belgefilmê kir:

“Armanca belgefilmê ew e çîroka rast a wê çalê bigihîne cîhanê ku Sedam Hiseyn tê de hat dîtin.

Tenê kesek dikare wê çîroke bibêje, ew jî ew e ku çal ji Sedam re kolaye.”

Wezareta Rewşenbîriyê ya Norwecê, li ser nîşandana belgefilmê daxuyaniye belav kir.

Wezaretê, ji ber xebata wî Helkewt Mistefa pîroz kir û destnîşan kir li bendê ne ku “belgefilm li qada navdewletî deng vede û bala rexnegirên sînemayê bikişîne.”

Helkewt Mistefa sala 2016an bi filma sînemayê ya bi navê “Klasîko” li seranserê cîhanê navdar bû.

Klasîko li zêdetir ji 56 welatan hat nîşandan û gelek xelatên navdewletî wergirtin.

Belgefilma Veşartina Sedam, 13ê ve mehê li Festîvala Belgefilman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) hat nîşandan.

Festîvala Belgefilman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA), di navbera 8-19ê Çiriya Paşînê li bajarê Amsterdamê yê Holandayê bi rê ve çû.

20ê Adara 2003yan Amerîka û hevpeymanên wê ji bo bidawîanîna desthilata Sedam Husên dest bi operasyonê kir.

9ê Nîsana 2003yan Bexda hat kontrolkirin û desthilata wî bi fermî bi dawî hat.

Sedam li holê nema lê 13ê Kanûna Pêşîna 2003yan li parêzgeha Tikrîtê ji aliyê hêzên Amerîkî ve di çalekê de hat dîtin û 13ê Kanûna Pêşîna 2006an hat darvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst