Însiyatîfa Weşangerên Kurd: Li hemberî Berken Bereh niyetxirabiyek nebû

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Însiyatîfa Weşangerên Kurd Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Berken Bereh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Însiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bernameya Berken Bereh a li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ragihand ku ti nîyetxirabiyek li hemberî wî nebûye.

Li Amedê, roja Şemiyê bi hevkariya Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Eyul Fuarcilikê Pêşengeha Pirtûkan bi merasîmeke taybet dest pê kiribû.

Ji ber ku bernameya Bulent Arinç dirêj kir, bernameya helbestvanê Kurd Berken Bereh hatibû paşxistin û wî jî bi tundî nerazîbûn nîşan dabû.

Însiyatîfa Weşangerên Kurd derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku tiştên rû dane wekî ku niyeteke xerab hebe, hat lansekirin.

Daxuyaniya Însiyatîfa Weşangerên Kurd wiha ye:

“Pêşangehên Pirtûkan ku ev 4 sal in li Amedê û li herêmê nedihatin lidarxistin, pêwîstîyeke zerûrî bû û her roj di rojevê de bû.

Bi pêşengîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê, dînamîkên Amedê û herêmê yên ku di warê ziman, çand û jiyanê de dixebitin, hatin gel hev û biryar dan ku îsal pêşangeheke berfireh bê lidarxistin.

Di çarçoveya vê biryarê de, DTSO, Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd û gelek saziyên din di Tebaxa 2023yan de hatin cem hev û teqwîma pêşangehê diyar kir.

Ji ber ku TUYAPa ku berê ev pêşangeh li dar dixistin êdî dev ji pêşanehên Anadolîyê berdabû, bi wan şirketan re pêwendî hat danîn ku pêşangehên pirtûkan li dar dixin.

Ji nav van şirketan bi ‘Eylul Fuarcılık‘ re di warê mişterekên mînîmûm de peyman hate çêkirin û xebatên pêşangehê dest pê kirin.

Di derbarê beşdariya weşanxaneyên pêşangehê de, Eylul Fuarcılık, bi weşanxaneyên li Stenbolê û rojavayê Tirkiyeyê re pêwendî danîn.

DTSO û Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd jî ku navendên wan li Amedê ne, ji bo ku weşanxaneyên ku li herêmê dixebitin beşdarî pêşangehê bibin, xebat kirin.

Li vir armanc ew bû ku hemû parçeyêm civakê beşdarî Pêşaneha Pirtûkan a Amedê ya 2023yan bibin.

Naverok û zimanê hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayan yên weşanxaneyên ku beşdariya pêşangehê kirin, li gorî daxwaz û hesasîyetên wan hatin sazkirin.

Nasandin, ragihandin, reklam û teqwîma çalakiyên pêşanehê bi Tirkî, Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî hatin amadekirin.

Merasima vekirina pêşangehê wekî 16ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan saet 14:00 hat diyarkirin.

Merasim dê di saet 14:00an de dest pê bikira lê eleqeya mirovan zêde bû û mêvanên me ji ber trafîka zêde ya bajêr dereng man, loma 50 deqîqeyî dereng dest pê kir.

Ji ber derengmana merasima vekirinê, li saloneke me hin hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayê bi derengî dest pê kirin. Û mixabin bernameya Helbestvanê Kurd Berken Bereh jî ji ber vê yekê bi derengî ket.

Bernameyên helbestvanê me Berken Bereh û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî li hev rast hatin.

Ji bo telafîkirina vê derengmanê, endamên Lijneya Koordînasyona Pêşangehê, ji bo hesasiyeta helbestvanê me û hurmeta ji xwendevan û guhdaran re û ji bo ku bername di şert û mercên herî baş de pêk were bi hesasiyeteke mezin tevgerîyan.

Piştî axaftina bi helbestvanê me Berken Bereh re û erêkirina wî, yekser qadeke nû hate çêkirin, sîstema denge hate danîn û derfetên pêwîst hatin sazkirin ku helbestvanê me li gorî dilê xwe bernameya xwe pêk bîne.

Ev bernameya ku li gorî planê divê saetekê bidomîya, bi daxwaza beşdaran bi qasî 2 saetan dewam kir.

Piştî bernameyê, helbestvanê me li qada VIP ya pêşangehê bû mêvan, sedemên derengmanê dîsa jê re hatin gotin, lêborîn jê hat xwastin, her du alî bi dil û gotinên xweş ji hev veqetîyan û helbestvanê me ji aliyê Endamên Lijneya Koordînasyona Pêşangehê ve hat birêkirin.

Bi dû re, bi şev, "gazin"ên helbestvanê me yên di dema derengmayînê de, li ser medyaya civakî, bêyî rûdan û sedemên ku me li jor behs kiribûn, hatin ragihandin û wekî ku niyeteke xerab hebe, hat lansekirin.

Hin şiroveyên ku hatine kirin ji rastiyê dûr in. Di esilê xwe de armanc pêk hatiye û helbestvanê me bernameya xwe pêk aniye.

Wekî ku gelê me jî dizane, di organîzasyonê wisa mezin de bi sedan weşanxane beşdar bûne, zêdeyî 400 nivîskarî bûne mêvan, bi hezaran pirtûkhez hatine serdanê, bi dehan panel û bername hatine lidarxistin lê mixabin ji ber ku hin mêvanên me dereng hatin bernameyê bi derengî dest pê kiriye.

Di organîzasyoneke wiha mezin de, di serî de ji bo kesên ku ked dane organîzasyona pêşangehê, heqereteke mezin e ku mirov ji bo bo lihevrasthatina du bernameyan wekî “Heqereta li Zimanê Kurdî“ bi nav bike.

Di heman demê de heqaret e ji bo `Weşangerên Kurd` ên ku di vê mijarê de hesas in.

Pêşangehê me, li gorî teqwîma ku berê hatibû ragihandin, bi eleqeyeke mezin a xwendevanên me berdewam dike.

Em careke din hemû pirtûkhezên Amedê û bajarên derdorê vedixwînin pêşangeha xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst