Hewlêr (Rûdaw) – Rapvanê navdarê Kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) vîdeo klîpeke bi navê “Megrî bajarê min megrî” çêkir ku di demeke nêzîk de dê were belavkirin.
Omerî ji Rûdawê re ragihand, “Ez ji ber teqîna Qamişlo gelek xemgîn bûm. Min ew rapa xwe ji bo kesên bêguneh ên sivîl çêkiriye.”
Herwiha rapvanê kurd da zanîn ku rapa wî ji bo hemû kesên ji axa xwe re berevaniyê dike, diyarî ye. Rapvan ji Başûrê Kurdistanê re hêviyên serxwebûnê xwest û got,
“Hêvîdar im, emê serxwebûna Kurdistanê di demeke nêzîk de bibînin û axa Kurdistanê dê bi Ala Rangîn were xemilandin.”
Awaz û gotina rapê aîdê Şerîf Omerî ye.
Şerîfo ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.



